Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kurdîaxefî - tirşik
kurdîaxefî
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hê jî li bajerên tirkan tişteke xetarnak e. zora wan diçe. rehma xwedê li hevalê mirî be



(bnr: karkerên rastî êrîşa nîjadperest hatin rê girtin)



http://ku.firatajans.com/news/cihan/karkeren-rasti-erisa-nijadperest-hatin-re-girtin.htm



20.09.2013 11:26 | botan

2. tişta ku hingî zora mirovên nijadperest diçe, tama wê xweştir dibe ye .



21.09.2013 11:13 | brusk56

3. çeka me yé mezintirîn ev e lé em bikar naynin...



21.09.2013 15:05 | doktorodi

4. nexweşîna herî populer a ku li Amediyan ketî ye.

Tu dibêjî qey mozê bi zimanê wan vedeya nizanin bi kurdî biaxivin.

hêviya min ewe ku yên bi kurdî neaxivin bila lal bibin.



21.09.2013 19:27 | gulan

5. tişta ku herî zêde li zarokên biçûk tê . bawerke zarokê herî şêrîn, ê zimanê xwe diaxive ye.

dema ez zarokekî biçûk ê kurdî diaxive dibînim, ew qas keyfa min xweş dibe, êdî nikarim vebêjim .



11.11.2013 00:02 | brusk56

6. mirov dikare paşî jî axaftinê hîn bibe lê nikare kurdî bifikire û nikare kurdî xewn bibîne. dema kû mirov kurdî xewn bibîne û kurdî bifikire wê deme mirov rastî jî kurdî diaxive



11.11.2013 22:31 | gelawej

7. ew tevgera ku hê jî em hin kurdan bi xurtî berê wan didinê.

yaw kuro/keçê de zimanê xwe biaixive loo/lêê.

de bes wîî.!



30.12.2013 03:18 | xendekî

8. gelo neteweyeka wek me heye li vê dinê;ku têkoşîna xwe ya azadiyê bi zimanê neyar û serdestên xwe dike.



30.12.2013 10:47 | gulan

9. axaftinek bitalûke ye. îro dîsa bûye sedema lêdan xwarinê: http://gundem.milliyet.com.tr/minibuste-kurtce-konusunca-dayak/gundem/detay/1815321/default.htm



01.01.2014 11:13 | simurg56

10. axaftinekê zimanê wê ne diyar e



01.01.2014 11:16 | bilîs

11. tişta ku mixabin wê tu carî nebe para hinek kurd. ez du salan li amedê mam. lê belê ciwan taybetî jî keç piranî tirkî diaxivin. xwedê bike nesîbê wan jî. xwedê tama kurdî li wana jî bide naskirin



01.01.2014 17:36 | bakur-başûr

12. axaftin ji nivîsandin û xwendinê jî zehmettir e..

ez sedî sed jê ewle me û min bi guhên xwe gelek caran seh kiriye ku gelek nivîskarên kurd nizanin biaxifin..

dema tu li nivîsên wan dixwînî, gelek xweş dinivîsînin lê dema dipeyivin bikulimin, diterpilin..

ji bo axaftineke xweş û rewan divê mariv gelek pratîk bike, axaftin karekî hunerî ye.

fonetîka kurdî û tirkî ji hev cihê ne lewma jî gelek peyv hene ku mariv zû bi zû nikare bi rehetî bi lêv bike lewma jî divê mariv li ser dîksoyana kurdî bixebite..

têbinî: bi qasî çar meh li ser dîksiyonê xebitîm, cara ewil mariv pirr eciz dibe lê dûre tu hay jê dibî ku wa ye zimanê te vebûye û wek lehiyê diherike, tu kêfxweş dibî.

erê, diksiyon bixebitin



13.04.2015 10:51 | ferhenga şikestî

13. axaftina bi kurdî çi ye hindik maye ku em bibêjin gûkirina bi kurdî!!



13.04.2015 12:57 | kurê bavê xwe

14. edît: ji ber rexneya kurê bavê xwe, navê mijarê hat guhertin



13.04.2015 13:23 | ferhenga şikestî

15. zimanê min ji ne pir başê , lê ez her roj baştir dibim , difikrim ku kurdên rast hewce ye kurdi biaxibin û binivîsîn , ji bo dahatûyên me ev pêwîstîye



29.12.2017 17:23 | kurdokercewsî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîaxefî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî