1. mijara bi heneka yekê nîsanê ya malpera diyarname dilxwazîya kurdên bakûr nîşan dayî û rê li ber hin nîqaşan vekirî ye. abdullah keskin bi çend twîtan gotye; 10hezar xwendevanên bakûr ji 6 milyon başûrî dixwazin alfabeya xwe biguherînin, derbasî latînî bibin. heçî guh bide evdila keskîn dê bêje başûrî hemî xwendevan in. li gor evdila keskîn kurdên bakûr yên behsa wan bê Kirin, dilxwazîyên wan bên nirxandin 10hezar kes in, lê ji ber ku ev hejmar li ber 6 milyon ne tutişt e, daxwaza bakûrîyan ne bi mantiqe. Heger xwendevanên kurdîzan lê tirkî dixwînin ji xwendevanên kurd neyên hesabkirin nexwe weşanxaneya avesta ku pirtûkên tirkî jî çap dike di vê mijarê de ne nûnerek ewqas cihê qîmê ye. mantiqa evdila keskîn me tîne vir. Lê mijar ne hejmar e, evdila keskîn mijarek netewî, zimanzanî, dîrokî, civakî di nav tixûbên hejmaran de difetisîne. Ger mirov bazirgan be her tiştê wisan li gor hejmaran dinirxîne. |
|
02.04.2020 15:22 ~16:00 |
hespêsor
|
2. Xeynê abdullah keskin , gelek nivîskar kesên bi nav û deng jî wek abdullah keskîn difikirin û tweetên wisa nivisîn.Ez çiqas jî van rexneyan mafdar bibînim jî , ji bo yekitî û baştir têkilî navbeyna kurdan de çêbibe , min dixwest ku başûr derbasê tîpên latînî bibe. |
|
02.04.2020 18:32 |
brzn
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |