Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
parêv - tirşik
parêv
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xwarina herî navdar a sêrtê ye.çi qas bêtlîsî bejin a me ye jî,herkes zane bi aşkere derewan dikin.xwarinek ji bi tenê goştê sor tê çêkirin.kelaşé pêz tenura di bin erdêde tê dalikandin u bi rêya agirek ne dijwarde bi seatan tê pijandin.paşé wek daxwazîyê tê hur kirin u bi 2_3 cureyên selata yê re tê peşkeşkirin.noşî can be * heke hun bixwazî bixwî divê hun sibe zu biçî ji ber ku piştî nivro paref nayê çêkirin. axx xwezî hebuya me niha bixwara, em niha nikarî bixwî ,qet nebe bila me fitarê bixwara.



15.07.2013 06:26 | feqiyêteyran

2. xwarineke goştê ye ku li botanê, bi taybetî li sêrtê pir tê çêkirin û dema sêrt tê gotin tişta ku tê bîra mirov berî her tiştî ev parêva navdar û fisteqên sêrtê ne.

(bnr: tiştên ku dema sêrt tê gotin tê bîra mirov)

navbera sêrtî û bitlîsiyan de şera parêvê heye. her du bajar jî îdîa dikin ku pêşin wan parêv çêkiriye. lê vê pêşbaziyê de sêrtê ber raya giştî biquwettir e û êdî weke xwarina sertê ji aliyê piraniya xelkê ve hatiye qebûlkirin.



li sêrtê ewqas zêde tê çêkirin û ewqas zêde tê xwarin ku, mîna cîgera amedê, mirov matmayî dimîne. ev xwarina ku tenê ji goştê sor pêk tê, sibehan zû tê çêkirin û ji aliyê sêrtiyan ve taştê tê xwarin. erê taştê. heta wextê nîvro hema bêje li tu derî namîne, xelas dibe. berê piştî nîvro qet nedihat dîtin lê êdî piştî nîvro jî tê çêkirin û tê peydakirin.



çêkirina parêvê:

parêv ji goştê berxan tê çêkirin. kelaşê berxan weke yekpare bi li çengalan ve tê adaliqandin û şûştin. heta sibehê ev goşt wisa dimîne ku hinek bêhna xwe veke û rihet bibe ku xwarina wê hêsantir be. derengê şevê tenûrên mezin yên binê erdê de tên dadan, piştî tenûr amade bû qazaneke mezin (taxar) li ser pêlan tê bicîkirin û hinek avê jî tê xistin vê qazanê de. goştê bihestî tê xistin vê qazanê de. paşê goştê bêhestî bi çengalan ve tê daliqndin û tê berdan nava tenûra mezin ya binê erdê û devê wê bi devikek tê girtin û ji bo ku hewa nestîne û dora wê bi heriyê bi temamî tê girtin. ev herî teqez pêwist e ji xweliyê were çêkirin, ger ne wisa be dema zuwa bibe dikelişe lê ya xweliyê weke betonê dimîne. nêzikî 10 kelaşê berxan yekcarê de tê pehtin. bi qasê 2 saetan de parêv dipije. beşa goştên bihestî yên ku me xistibû nava qazanê de jî, bi qasê 3 saetan de dipije û paşê tê derxistin.

piştî derxistina goştan, nû tê xwêkirin û li ser nên li firinê tê germkirin û servîskirin.



tenûrên parêvçêkirinê bi qasê 3 metre kûr in û metreyek jî firehiya wê heye. çar aliyê tenûrê ji xwê pêk hatiye, dema çêkirina van tenûrên taybet de, derdora wê bi xwelî tê tijekirin.



06.09.2013 09:13 | simurg56

3. jı goşte berxan çı dıbe.serÊ sıbe zu berxÊ serser ki dawÊ ji tendurÊ.dora tendurÊ ji bı çemorÊ dıgri.qederek 3 seÊtan hewi dıseyni paşÊ bı piwazÊra lÊdıxi.(kısme ki dıbêjın ê bilis'ê ye kısme ki ji dıbêjın ê sêrt'êye.)



09.01.2014 14:57 | feqi

4. (bnr: parêv)



09.01.2014 17:39 | feqiyêteyran

5. li batmanê carek xwarim. oy xwedêê. ew çi tahm bû. pir bi lezet û çêj bû.



09.01.2014 17:40 | kurê xelkê

6. ku Hûn pir zû nerin cihê tê firotin dê biqede û ji wer hew betilandin dê bimîne.



26.02.2014 09:59 | mergehez

7. tişta ku di demek nêz de min li ali bûryana sêrtê xwar.

gelek xweş bû lê ji ber ku bezê tê de xwe ber dilê min girt, min zû têr xwar û nekarî tam tamê jê bistînim.

goştê parêvê bi rastî gelek baş dipije û tama xwe wenda nake, ziwa nabe. ne wek kebabê ye. goştê sor di kebabê de an dişewite an jî napije. lê qey parêv wisa ye ? axx parêv axxx, xwezî niha hebûya me xwaribûya *



26.02.2014 10:35 | brusk56

8. (bnr: biryanÎ)



26.02.2014 10:36 | cinorek

9. di sêrtê de herî xweş tê çêkirin (bnr: ali bûryan) e. sibe zû were xwarin heta nîvê şevê tu dikarî xwarin nexwî. dema berî heta seat 8 ê sibe nedima lê vêga piştî nîvro jî çêdikin. hûn sêrtî bin û ji der ve mehvanekê we were divê hûn wî bibin parêve şert e *



26.02.2014 10:48 | rêzan

10. xwarina ku di derbarê de, wîkîpediayê wisa nivîsandiye ;



" Parêv an jî biryan xwarineke bigoşt ê pêjgeha kurd, ji herema Botanê ye.





Ji ber ku ev xwarin demeke gelekî dirêj e tê çêkirin û xwarin, kesek nizane kengê û çawa hatiye çêkirin. Lê hê di dema Mîrekên Botan de, li herêma Botan di dawet û şahiyan de gelek pez dihatin serjêkirin û ji bo parêvê dihat amadekirin. Di wê demê de li tenûrên biçûk de dihat çêkirin û ji bo mêvanên dawetê dihat pehtin. Niha jî ev xwarin li herêma Botan tê çêkirin. Ji ber vê yekê jî gelek kes dibêjin ev xwarin di dema Mîrekan de û ji bav û kalên Botan ve hatiye çêkirin û xwe gihandiye heya dema me.



Çawa tê çêkirin ;



Beriya rojekî goştê ji cem qesab hatiyî amadekirin, tînin li çengelan ve dialiqînin û spehî dişon. Paşê wî goştî dihêlin heta sibê da goşt piçekî rehet bibe. Nîvê şevê saet duduyan de tên tenûrê bi darên hişkbuyî pê dixin. Heta ew agir dibe pêlux, heger tenûr zehf germ bûbe, qederê deh deqîqan disekinin heya tenûr piçekî sar dibe. Dema tenûr sar bî pêşî goştên hestî ku di nava taxar (qazaneke mezin) de ye û hinekî av jî ber didin ser taxar û paşê taxar têxin nava tenûrê, paşê jî goştê bê hestî ku çengelan ve daliqandiye dadihelînin nava tenûrê. Paşê qapaxa tenûrê datînin ser, derdora qapaxê jî pê heriyê ji xwelî hatî çêkirin derdora qapaxê têxistin da ku tenûr hewa nastîne.



Li gorî goşt êdî ka goştê berxan be, an jî goştekî bi dohn be li gorî wî goştê nazik dihêlin nava tenûrê. Her goşt nabe parêv, divê goştê berxa be û goştê herî spehî be. Zivistanê wextê payizê paşî goştê hevûriyên xesî tê çêkirin. Ew goşt êdî spehîtir çêdibe. Ji bilî pezê hevûriyan ji van jî tê çêkirin. Zivistanê berx tunin, ji kaviran çêdikin. Payîza paşide ji gîskan jî tê çêkirin.



Çawa dipije ;



Sadiq Usta, hostayekî parêvê wisa dibêje: “Wextê me tenûr berdayê û taxara xwe xist xwarê goştê xwe em dadihelînin nava tenûrê û qapaxa tenûrê em digrin. Dimîne herî kirina wî yanî xweliya wî. Heriya ji axê li ser qapaxê wê çênabê divê illeh ji heriya xwelîbe. Ne xwelî be heriya ji ax dişeqite lê xwelî dema zuwa dibe wekî tehtê lê tê û ji tu derî hewa nastîne. Ew goştê di nava tenûrê de ji berk u hewa nastîne di nava wê germiyê de dibeece û dipije.”



Taybetmendiyên tenûrê ;



Tenûra parêvê sê mêtro kûr e, mêtroyek jî fireh e, ji tu deveran ve nefes nastîne. Wekî nefes bistîne goşt tê de baş napije derdora tenûrê tev xwê ye û ji xwê hatiye çêkirin. Dema tenûr çêdikin derdora wê tije xwê dikin. Dema ew xwê hişk dibe, wekî tehtê lê tê û ji tû deveran ve nefes nastîne.



Eger tenûr nefes bistîne, wî çaxî goşt baş napije û tu germahî nade goşt, ji ber ku ew bi hêlma di hûndirê tenûrê de bela vela bibûya. Li her derê wê tê girtin ji tu deveran nefes nastîne û ew goştê di hundirê tenûrê de dibeece. Tama goşt tu deveran ve naçe, tama goştê dîsa di nava xwe de dimîne. Lezeta goşt dernakeve ji derveyê tenûrê, lezeta goşt çi hebe dimîne nava goşt de. Dema em qapaxê tenûrê vedikin gelekî hêlm li ser tenûrê derdikeve.



Parêv bi tenê sibeha û nîvro ya tê xwarin. Ji ber ku xwarinek giran e, bi şevan mirov pê rehet nabe û ji bo vê yekê jî ev xwarin bi şevan nayê xwarin. Parêv bi kîloyan tê firotin, sed gram goşt an jî parêv têra neferek dike. Ji xwe bi tenê sibeha û nîvroya tê serwîskirin û firotin. Li ber xwarinê re dew, salata tirşî û îsot jî tê xwarin.



01.11.2014 15:42 | brusk56

11. ya ku li vir dikare were dîtin ;

hişyarî ; xetereya birçîbûnê dihewîne !

http://tinypic.com/r/zsjqlg/8

http://tinypic.com/r/34fgvw8/8



nîşe ; wêneyan min bi xwe girtin. li restorantekî sêrtê..



01.11.2014 15:47 | brusk56

12. Xwarinekê sêrtê ye. Patenta wî,sêrtê standiye.sibê zû dê xwarin.goştê sor tenurîda bi runa xwe dipîje. Sêrtê bahattîn buryan, has buryan, huzur buryanê.. hûn dikarin bixwin



20.06.2015 17:42 | ronahî

13. Bi Avê wê avşor tê çêkirin.



Hinek deveran tirkiye de "kuyu kebabi" çêdikin, teknîka pijandina wan eynî ye, nizanim çi ferqa wan ji hev hene.



Li stenbolê kadınlar pazarı de tê firotin, li wir xwaringehan li ser buryana hene, lê belê hinek biha ne gava meriv dixwe pereyê wê tê bîra meriv li ber mijûlbûna bi heqê buryana dora tehma wê nagihêje mêjiyê mirov mixabin..



21.06.2015 00:08 ~00:10 | mîr

14. li bajarên sêrt û bedlisê yên bakurê kurdistanê tê çêkirin, herdu bajar û bajariyan jî ji bo patenta wê bigrin gelekî têkoşiyan, lê ji ber ku li sêrtê ereb pirbûn û di nava karsaz û burokrasiyê de hêza wan xurt bû patenta wê bi dest xistin, gewdeyên sax ên goşt ku di tenûrên bin erdê de dimînin ew goşta nerm dibe û xwe ji hevdu berdide, serê sibehan bi piranî tê xwarin heya bi taştêkî jî heye. lê piştî ku mirov demek dirêj her sibeh buryanê bixwe êdî mirov hîn dibe, nebêjin serê şeveqê beriya tav bavêje mirov çawa dikare goştê sor bixwe * gava mirov serê sibê diçê xwaringehên buryanê tu gelek kal û pî û mêvanên ku mudawîmê wê ne li wir dibîne. elbet serê sibê hinek şînkayî û pîvaz jî li ber xweş e. bi piranî he rporsîyon bi gr an jî kîloyan tê firotin. li got ku hûn çiqasî bixwazin datînin ser nan û davêjin firinê piştî çend deqeyan germa germa li ser nanê we tê ber we. elbet hûn bixwazin dikarin buryana bi hesî bixwin, yanî hestiyên wê pêve bin tahma wê pir ne cuda be jî bi hinekn xweştir e, yên dil bikin dikarin buryana bi tewş/rûnê zêde bixwazin.



21.06.2015 04:19 | beroj mukriyanî

15. berîya hefteyekê çûm Sêrtê, ji bo serdanê çûbûm lê di dilê min de pêşiyê xwarina biryanê hebû ;)

em çar kes seet dor 10ê çûn sûka helawcîya, li ornek biryanê biryana xwe xwar, ez çawa bêjim, goştê wê wilê nazik wilê jihev parçe dibe, di devê mirov de dihele

min li ser wan çend rojên li Sêrtê nivîsîbû, heke hûn bixwazin bixwînin: Here lînkê



04.12.2017 11:10 | xendekî

16. Xwarina ku îda ne xwarin e, helbesteke herikbar e...



12.10.2018 00:53 | gumgumok

17. cûreye kî goşt e.teşteke wek sêlê dikin bîne tendûre ,hinek avê dikinê laşê berxekî,di tendûrê de li ser wê avê bi darve dikin,ew goşt bi aliyeke ve li ber tîna tendûrê, bi aliyê dinve bi germahîya hulma wê ave di wê tendûrê de tê biraştin.Dûv re parçe parçe tê jêkirin û xwarin.
ava ku binê goştê dimînê jê re dibêjin avşor. xwarina herî navdar a bedlîs ê ye.
Here lînkê



31.03.2020 14:15 | quşxaneli

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» parêv

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî