Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
podcastkurdi.com - tirşik
podcastkurdi.com
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. komeke hêja ku weşana (bnr: podcastên bi kurdî) dikin e. Malper li ser medyayên civakî de jî parveyên xwe dike lê ya baştirîn têketine malpera Here lînkê wî û guhdarkirina podcastên kurdî ye.



21.03.2020 16:26 ~17:56 | brzn

2. xweş û baş kirine lê heyran di bernameya folklorê de ku roza xanim pêşkêş kiriye, agahiyên populîst hatine neqilkirin. ango di folklora bakurê kurdistanê de şopa newrozê qet peyda nebûye. tenê di berhemên klasîk de derbas dibe. sedema wê jî di medreseyên me de qal û behsa çîrokên şahnameyê ye.

esl û koka çîroka newroz û kawa cara pêşî di kitêba firdewsî ya şahnameyê de derbas bûye. wek pîrozbahiya newrozê di nav berhemên klasîkên kurdî de jî tenê di mem û zîna xanî de derbas dibe, ew jî bi awayekî îslamîze.

spotify: Here lînkê



22.03.2020 03:14 ~03:16 | tizbîkêş

3. https://soundcloud.com/user-573322475

li vir jî podcastek heye



22.03.2020 11:53 | oceancr

4. Podcastên bi Kurdî, bi zimanekî şêrîn û zelal amade dikin. Li ser google podcast min guhdar kir. Wê rojê behsa ferhengan kiribûn. Behsa tirşik.net'ê jî kiribûn.

Here lînkê



28.06.2020 18:37 | gumgumok

5. ne bi tenê li ser malperên xwe, mirov dikare li ser spotify û youtube ê jî guhdar bike.
li ser platformên cuda de weşandina wan berheman, ji bo kesên wekî min herî zede youtube ê bikar tînin, baş buye.

ji bo kanala youtube ê ya podcastkurdi Here lînkê



28.06.2020 18:58 | lonw karda

6. malpera ku karên baş dike lê belê xwezî ewên ku podcastan pêşkeş dikin bi awayekî xweşik û xwezayî axaftibana çêtir dibû. mirov dibê qey 6 meh berê xwe hînî kurdî kirine şitexaliya wan zehf çêkirî ye ti heribarî jî nîn e.



13.08.2021 18:01 | hueyn

7. hema ev salek e, gava ez firaxan dişom bi berguhka xwe lê guhdar dikim û bi rastî pêşnîyazî we jî dikim, karê malê hêsan dike*. berî her tiştî siheta camêr û canikan xweş be, karê wan pir xweş e, bikalîte ye. divê kurd karê wan pîroz bike û bibe şopînerên wan da ku hêjano pesnên xwe yên heq bibînin. jbk gelek karên kurdî ji ber nebûna pesndayînê, nebûna rewacê dev ji weşanên xwe berdidin çi kovar çi radyo û çi podcast.

her wiha du tişt hene dixwazim qal bikim: bernameyên kurmancî yên mevlut oguz û mihemed salih bedirxan û alî fîkrî işik pir xweş in. ji bo hînbûna kurdî jî bawer im wê gelek alî mirovan bibin. her wiha heman carê bernameya ronya bewran jî gelek xweş e, ji bo kurdkî-xwazan xezîneyek e. lê mixabin ji bo rabîa çetîn nikarim heman tiştê bibêjim. destên min şil û bi kef bin jî ziwa dikim û bernameyê pêşde dibim. hingî nexweş e. tê bêjî bi darê zorê rebenê didin peyivandin.* bawer im bi devoka kurdî ya stenbolê dipeyive.*

dengê mihemed salih bedirxan ji min re pir bi nas e. nizanim qey ji bernameyên radyoya swêdê ye.
û vê jî dînim vir: hevzayendîtî/136167

û ez di heman demê de bi dilxweşî podcasta rûşiştî jî dişopînim.



24.08.2021 23:19 ~23:23 | biruya hayao miyazaki

8. weke piraniya hewldanan di nav wan de jî tiştine neyînî qewimiye û dawa heyf û tolê li ser twitterê dikin. (bnr: cancel culture)

qismekê endaman (Fatoş Stêrk, Mevlüt Oğuz, Roza Sîerra) nerazîbûna xwe nîşan dane: Here lînkê

Guhdarên ezîz,

Em her sê damezirîner û podcasterên platforma Podcastkurdî yên ku navê me li jêr hatîye nivîsîn, em radigihînin ku em ji ber hin sedeman ji projeyê veqetîyane! Bi kurtasî em dixwazin sedemên xwe ji we re jî eşkere bikin: Destpêk jî tê de me bi awayekî çalak di nava hemû merheleyên avakirina Podcastkurdîyê û hemû xebatên wê da cih girt. Di serî da divê em destnîşan bikin ku Podcastkurdî nefermî ye ango ne platformeke di bin hikmê şexsekî da ye: Ji sedî sed platformeke kolektîf e û tevî me, hemû endamên wê bi dilxwazî beşdar bûn û wisa ava bû lê mixabin em pê hesîyan ku bêyî bi me bişêwirin serî li fon/hîbeyên navnetewî dane. Divabû derbarê hemû hûrgilî û merheleyên serlêdanê da em bihatina agahdarkirin û hemû xalên budçeyê bi me ra jî bihatina parvekirin. Tevî me daxwaza zelalkirinê jî kir, hewl dane ku me di ser guhê xwe ra biavêjin. Talîya talî jî dema me bi israr daxwaza zêdetir agahîyan kir, bê fedî ji me ra gotin ku “fikir ya me ye” û xwestin ku me her sê damezirîneran li derve bihêlin; wisa kirin ku heçku em ne damezirîner in lê kesin wisa ne ku ji derve ve kar ji wan ra dikin. Em li Sazîyên Civaka Sivîl (SCV) kar dikin, em dizanin bê SCV çawa kar dikin. Herwiha em gelekî giringîyê didin qaîdeyên etîkî û exlaqê karî û bêguman em ferqa damezirîner û xebatkar/piştgiran jî gelekî baş dizanin, em ked û rola kesekî jî înkar nakin lê Rabîa Çetîn û M.Salih Bedirxan li Podcastkurdîyê bi awayekî ne exlaqî em li derve hiştin. Çawa ku me mafê kesî binpê nekirîye herwisa em nahêlin ku tu kes mafê me jî binpê bike. Wekî encam, her tiştê ku bi kurdî û ji bo kurdan were kirin bi qîmet e lê dema ku ji bo kurdan tiştek bê kirin divê nebe hêncetek ku mafê hineke din were binpêkirin û xwarin!

Damezirîner û Kedkarên Podcast Kurdîyê

Fatoş Stêrk, Mevlüt Oğuz, Roza Sîerra


Rabîa Çetîn û M.Salih Bedirxan jî wek parastin van tiştan gotine: Here lînkê

Guhdarên hêja û ezîz! Weke ronkirin û zelalkirinekê em vê daxuyaniyê li we hemû ezîzan belav dikin.

Di Çileya 2020an de me Kordînatorên Podcastkurdiyê Mehmed Salih Bedirxan û Rabîa Çetin biryara avakirina Podcastkurdiyê da û di Sibata 2020an de Mehmed Salih Bedirxan domaîna (Navê Podcastkurdiyê) stend û dest bi avakirina malpera wê kir.

Di proseya avakirina malperê de me peywendî bi Mevlut Oguz, Fatoş Stêrk û Roza Sîerra jî kir û pêşniyaz li wan kir ku ew jî podcastan çêbikin. Pêşniyaza me ji aliyê Mevlut Oguz, Fatoş Stêrk û Roza Sîerrayê jî di hevpeyvînên medyayî hatiye piştrastkirin. Her sêyan jî ev daxwaza me pesend kirin û piştî bi dawîbûna amadekiriyên teknîkî û îdarî di 21ê Adara 2020an de me dest bi weşana xwe kir.

Herwiha piştî me dest bi weşana xwe kir û me podcast belavkirin bi 3 mehan weke kordînatorên Podcastkurdiyê me projeyeke piştgiriya medyayî amade kir û serî li fonên navneteweyî yên medyayî da û me fon wergirt. Di wê heyamê de me, hem kordînatoriya Podcastkurdiyê kir û hem jî me kordînatoriya projeye kir. Herwiha Mevlut Oguz, Fatoş Stêrk û Roza Sîerra jî di projeye de weke edîtor û podcaster xebitîn.

Guhdarên hêja, piştî wergirtina fonê bi dehan rojnameger, lêkolînaran û her sê birêzên navê wan li jor hatine bilêvkirin di vê heyamê de ji me re podcast amadekirin. Heta bi dawîbûna proseya projeya hem hersê podcasterên me û hem rojnamerger û lêkolînerên ji me re podcast amade kirin heqên telîfên xwe wergirtin.

Ji bo me gelekî ecêb e ku di heyama sal û nîvekê de Mevlut Oguz 13 podcast, Fatoş Stêrk 15 podcast û Roza Sîerrayê jî jî 5 podcast amade kirine û îddîa dikin ku ew ‘’xwedî’’ û ‘’damezrînerên’’ Podcastkurdiyê ne. Ji bilî amadekirina podcastan birêzan çi kar û postek di Podcastkurdiyê de wernegirtine.

Guhdarên hêja piştî bi dawîbûna projeya me ya medyayî her sê edîtoran xwe li ser me ferzkirin ku ‘’Çima ew ji proseya amadekirina projeyên medyayî, birêvebirina bûtçeya projeye nehatine agahdarkirin?!’’ û em bi ‘’gendeliyê’ tohmetbarkirin. Ligel tohmetan ji ser e-maîlê gef û tehdîd li me xwar in.

Di demeke wisa de ku gef û tehdit li me hatin xwarin, em amade nîn in ligel çi kesekî ji wan rûnên û rêya diyalogê bigirin ber xwe.

Guhdarên hêja û ezîz, ti teşebûseke medyayî neçar nîne edîtorên xwe ji her proseyeke navxweyî û derekî ya medyayî agahdar bike.

Bi xemgînî her sê şexsên navê wan li jor hatine bilêvkirin hewl didin bi gotin û daxuyaniyên dûr ji aqilan êrîş û heqaretê li me û platforma me bikin.

Weke teşebbüs û platformeke medyayî Podcastkurdî hem navê wê hem jî markaya wê li ser navê kordînatorê me Mehmed Salih Bedirxan e.

Em bûne dengê bi dehan rojnamegeran ku çîrok rûdan û serpêhatiyên milletê me li herçar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê vediguhêzin ser platformên podcastan.

Podcastkurdî berdewam e, di amadekirina podcastan û li ser kare xwe ye. Bila guhê we li ser me be.

Mehmed Salih Bedirxan / Rabia Çetîn



12.03.2022 03:53 ~04:32 | asîmanê sêwî

9. fahm nakim çima mirovên kurdînezan dikin podcaster. vê carê jî xezal redkanî danîne ber mîkrofonê. yên ku wê nas dikin dizanin kurdiya wê çend qels û lawaz e. lê ne sûcê wê ye, roja ku mehmet dicle jî wê kir edîtora kovara kurdeçîrokê çû jixwe.



06.06.2023 22:15 | ezcan

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» podcastkurdi.com

Kategoriyên mijarê:: tvradyobername tvradyobername tvradyobername
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî