Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tirsên ecêb ên zarokatiyê - tirşik
tirsên ecêb ên zarokatiyê
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Beranê qerqaş ê bi stûro, muhîttin.

Zalîmê gava zarok diditin har dibû. Carekê li mi xist û ez 2 metro dûrwe avetim.



09.03.2020 06:07 | cinorek

2. (bnr: elok)

Erê ji elokan ditirsiyam.*



09.03.2020 08:19 | xelîl

3. Mîna xewn tê bîra min. Birayê kalê min ku me jêre digot "apo" gava ku em zarokê taxê li hev diciviyan bi gopalê destê xwe dida dû me û bi zazakî diqîriya "nêverdanooo , nêverdanooo!!!". Hahooo em çawa ditirsiyan û direviyan *



09.03.2020 09:27 | rizgarm

4. nizam lê dema ku min elokan didît ditirsiyam , her tim xewna min de wek pîrekekî 180 salî derdiket pêş min û dida dû min.Lê jiyana rastî da jî tirsek min tunebûya jî her tim ew xewnên bereday dianî bîra min.

Li bakûrê , li bajaran dema ku saet dibe 20:00 tarî şeve reş dibe.Çav çavan nabîne.Bi rastî ez ji tarîya ji wir jî ditirsiyam.(bajarên kurdistan ên tarî)



09.03.2020 23:01 | brzn

5. Kund. Erê ew kundê em zanin. Bavê min ji welêt anî bû malê. Ji bela awirên wî heywanî şevene xew nediket çavên min. Heta ji malê çû.



10.03.2020 00:32 | biaqila malê

6. (bnr: çêlek)



10.03.2020 01:52 | gumgumok

7. dema baran dibarî min digot xwidê sitla avê ser me de dirijîne.

edit: min sermijar weke bawerîyên ecêb xwend. nizanim çawan. paşê min da hizrê xwe heyna ez zarok ji çi ditirsam, tiştek ne hat bîra min ku peyama xwe li gor mijarê sererast bikim. min go ez peyam jê bibim belkî xelk bêjin ev çi tirsek ecêb e gelo. axir, bila bimênit.



10.03.2020 07:00 ~07:07 | hespêsor

8. Tirsên min yên zaroktiyê nayê bîra min lê xewneke min heye ku heya îro jî ji bîra min neçû ye. Di wê xewna xwe de ez li ba gola gundê me bûm, erdekî me hebû ku me berxê xwe di nav de diçêrand, hê jî ev erd dimîne û helbet gol jî *

henek li aliyekî, di xewna xwe, li wir ez bi tenê bûm, derdora min tije bar dibûn, ji her derî, ji her qûlê mar derdiketin, hema bêje ji mara ax xuya nedikir, wê şevê ez pir tirsî bûm, îro hê min ev xewna xwe jibîr nekiribe, sedem tirsa min ya wê rojê bû :/



12.12.2020 20:24 | merwano

9. waxtê şevê dihatim razêm naylon û kincên bona zihabûnê hatibûne dardakirin ditirsîyam. Naylon ji ber hewa odê dihejîya ez ditirsîyam min digot cin dihejînin. ger ku doza tirsê zêde bûya min deyn cîya xwe dikir.

-inê inê inê inê ez ditirsimmm..



12.12.2020 20:34 | bûtîmar

10. Ez virso ra tersaynî. Tersê Virso mi de hende zaf bîbî êdî mi nêwaştînî wisar bêro. Gelekî wext hina dewam kerd la axir mi zorê nê tersê xo berd.



12.12.2020 21:32 | kajav

11. Gurê manco



13.12.2020 00:20 | xemakê

12. Min piştî filîmê nêçîr/seyd (bi tirkî av) temaşe kir êdî min digot qey ew cinawira li ser darên hewşa me jî hene, ez bi şev pir ditirsiyam.



13.12.2020 00:33 ~00:51 | xabûrî

13. ez ji eloka ditirsîyam. carina min di xewna xwe da cinawerên go nîvî mirov nîvî elok didît go êdî ji hemû heywana aciz bûbûm. xwedê kir go ew roj çûn.



13.12.2020 00:50 | hueyn

14. Dibistan (hîn jî ev tirsa min heye)



01.04.2023 21:04 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirsên zarokatiyê
» ecêbmayînên farqîniyan
» ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin

Kategoriyên mijarê:: nuce geruturistik cihuwar zimandijun zimanbiwej nuce geruturistik cihuwar zimandijun zimanbiwej nuce geruturistik cihuwar zimandijun zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî