Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 10 peyam
hêja netirk - tirşik
hêja netirk
(11) (2) (2)
di mijarê de bigere

1. stranbêjeka jin e. eslê xwe ji qezê ye. bi vîdyoyên xwe li ser medya Civakî zehf populer bû. xebatên çandî û hunerî, hinekî siyasî dike.

niha albûmeka wê derket, navê albûmê stranên neşûştî ye. berîya albûm derkeve mehekî pê de reklama vê albûmê hate kirin, lê zehf zehf reklam, her roj nivîsek, nûçeyek an reklama navdarekî... Piştî albûm derket ev nîqaş jî destpê kir, "xêr e yaw, medyaya Kurdî hineka derdixe pêş hineka na? çima evqas pesn û reklama vê albûmê çêbû?"

teasera albûmê ev e:



22.02.2020 23:39 | xendekî

2. WEK navê xwe ye. zîreke, jêhatî ye, şîrîne. vîdeoyên wê kreatîf in, qabîlîyeta wê ya lîstikvanîyÊ heye, dikare hÊ jî lê zêdebike. lîstikvanî, stranbêjî, wergêrî dike ser de jî fenomena medya civakî ye. fenomenî jî têra xwe wext û hewldan dixwaze. ango hêja ger wiha berdewam bike belkî di warek hunerî de nekare bibe hoste. helbet bi keyfa xwe ye lê heger bixwaze naverok, tarz û enstrumentala muzîka xwe xurt bike, divê perspektîfa xwe biguherîne. tevî niha li almanya dijî bi muzîkjenên tirk/iyeyî re albûma xwe derxistiye. nizanim derfetên wê yên aborî hene an na lê heger derfet hebe û hêjî bi tirkan re dixebite xirabîyek mezin li xwe dike. divÊ teqez bi muzîkjenên ewrûpî re bixebite. wê hingê bibîne ka muzîka hêja çawan tê çêkirin. belkî di vê mijarê de pirsa xwe ji ciwan haco û abbas ahmed bike dê pêşniyarên xweş werbigre.



18.04.2020 19:49 | hespêsor

3. xanimek gelek jêhatî ye. qenalek wê ya youtubê heye. vê dawîyê vîdyoyek nû bar kir ku gelek xweşik e:



belkî çîroka ku dibêje zêde ne komîk be lê lîstikvanîya wê gelek şêrîn e û serkeftî ye.
- min go yanî vana ji ku tên?
- devê wê, goştê tirşikekê jê derdiket.
- min go ya rebbî, ma qey wilo jî hebûn?
- min go heqlerî çi ye xweha min?
- serçavên wê wek nanê tenûrê ye.



27.04.2020 22:45 ~22:46 | simurg56

4. wek navê xwe jineke hêja û delalê, piştî ku di twîttirê de aktîf bû, ez jî di navde gelek kesan di vir de wê naskiriye.Her wiha dema di medyascope tv de pêşkêşkera nûçêyan bû, tu dibe qey kesekê din bû, lê aniha tu dimeyzêne hatiyê ser hemdê xwe *



27.04.2020 23:38 ~23:38 | merwano

5. di kampanyaya danasîna tirşikê de bi tweetekî xwe piştgirîya xwe da: Here lînkê
gelek spas jê re. berî salan, di girtîgehê de jî maye lê nizanim çima û çiqas.



03.05.2020 19:38 | simurg56

6. bi eslê xwe ji dêrika çiyayê mazî ye. ji gundê qesrê, neviya ahmet turkî ye. paşnavê xwe paşê kiriye netirk.
Kêfa min qet ji tarza wê nayê, nizanim çavkaniya wê ji ku ye lê populîzma ku bandor li wê kiriye, di asteke bilind de ye.
Albûma wê ya dawîn (stranên neşûştî) jî ne albumeke serkeftî ye. lê bi saya populerbûna wê ya li ser twitter û youtubeê, ev album weke serkeftî tê zanîn.

lê dîsa jî serkeftin jê re...



03.05.2020 19:52 | mergehez

7. Kanaat Onderiya tora civakî ye. Dengê wê nexweş e lê ji ber herdemî xwe dide nîşandan li ber çava ye. Bi ya wê hunermend stranbêj bilim insani nivîskar û hemû quzzulqurt e



03.05.2020 20:18 | soryazyus

8. Wisa dixûyê ku , hêja netirk di twitterê de tirşikvanek qetil kiriye.
Peyama twitterê: Here lînkê
Peyama ku hêrsa hêja netirk aniye:Here lînkê
Lets talk about this hevalno lzknvjkfbskdfvnkajsf
Here lînkê



04.05.2020 02:12 | brzn

9. Xwediyê albuma (stranên neşûştî) ye stran gelek neşuştî ne ji terefê muzîkalîteyê fiyasko ne, balam li ciheke mem ararat, koma sê bira, xecê û hwd. bête guhdarkirin îhtîmal e weke mûazzam bidin meydanê.


Dengê wê ê tazî jî li yuotubê min guhdar kir surtone û detone li hev didin bo têkevin deng
herwiha diyafram hingê nayê bikaranîn( an jî rast nayê bikaranîn) zorê Dide qirik û rê li bîhnçikandinê vedike, bo bash bê fehmkirin ez ê analîzek baş li ser straneke straye bikim.

Ji bilî muzîkê gelek serkeftî ye şêrîn û zor ciwan e qelp, Ken, kulîlk



04.05.2020 08:33 ~08:36 | qijilyo

10. vîdyoya wê ya derbarê koronayê pir xweş e ya ku dergistî li bin darekê tên cem hev û çima lawik radibe dest bi destê keçikê nade! û hema keçik dest pê dike kuxekuxan. *

xezalê... :(



04.05.2020 12:27 ~12:32 | biruya hayao miyazaki

11. jineke ku ji xwe re dibêje singer/songwriter/actress/producer. lê, li ser medyaya civakî videoyên tewşo mewşo dikêşe û parve dike. xuyaye, ji balkêşiyê hez dike taybetiyek wê nîne wek keçikên din yên kurd e.
du-sê sitranên gotin-mûzîk-deng baş neyî çêkiriye. ew bixwe jî guhdar nake*



04.05.2020 19:34 ~2020.05.05 21:24 | de facto hozan

12. -> Mr. Her tişt: (bnr: ibrahim halil baran), şair/yazar/çiftçi/sürgün/ genel başkan
-> Mrs. Her tişt: (bnr: hêja netirk), singer/songwriter/actress/producer



04.05.2020 20:03 | cinorek

13. Jin e. Nehêja ye Netirk e. Ji niha de em li xwe heyirî mane, emê çawa xwe ji va sitranên neşûştî bişon gelo.



04.05.2020 21:58 | paşopêş

14. Fenomena û stranbêja jina Kurd. Karên gelekî baş çê dike. Lê stranên wê hez nakim. Ji min ra tehm nade.



04.05.2020 22:57 | ezxeyic

15. Li ser jiyana xwe vîdeoyek parve kiriye




01.08.2020 00:54 | merwano

16. hêja netirka ku em bi piranî bi kesayeta wê ya henekî em nas dikin vê carê bi straneke li ser mirinê kurdan, bêçarebûna wan,kuştina wan û hwd. li pêşberî me ye.

belkî-hêja netirk




30.10.2020 11:38 | merwano

17. Îro strana wê ya bi navê gîtar li ser YouTubeê derket pêşiya min, min xwest bêjim wek Şivan ji dengê Zembîlfiroş dibêje Xatûna gerden bi morî şixul nabe bi kotek û zorî, derfet û şert û merc çi qas guncaw jî bin di mûzîkê de ya giring ruh e, ew ruh bi te re nîne.



03.08.2022 00:16 | endazer

18. min "gîtar"a xanim sê çar caran godarî kir. îsyanekê mezin dihewîne. di hêrana godarîkirinê de min hemû gotinên stranê ji devê kurdekê bihîst. kurdên ku ji xêncî xwedê kesekî wan tune ye, û bi min, ne ya heyrê ye ku îsyan jî ber bi wî be - ji ber vê halê ku ji mirinê xerab e. di destpêka stranê de dengên pelên behrê tê guhê meriv. her wiha di nav gotinê de jî av û masî û tor derbas dibin, her wiha gor û mirin. du kurd tên bîra min, di nav avê de xeniqîbûn di riya penaberiyê de. yek alan kurdî herkes dizane û yê din jî bariş yazgi bû*. îja meytê duyem bi saya kemana wî hatibû naskirin. ev strana "gîtar" ew anîn bîra min. bêxwedîtî û bêkesî ew kuştin di nav avê de. stran hestên tevlihev dide min. lê divê mikur bêm, ji aliyê mûzîkalîteyê ve tiştek tê de kêm e. nikarim xwe ji sedî sed bidim wê. tiştin li hev nayên. tarîstaniya gotinan û kêf-û-dîlana mûzîkê li hev nayên. belkî jî senaryokirina hestên stranbêjê bi vê lihevnehatinê divê, nizanim lê belê tehma min a hunerê nagihije armanca wê.

bidin ber: yahhya - rastî



07.08.2022 09:52 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» hêjaye kerkî tevî barê xwe

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî