Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
biryara guherandina navê xwe - tirşik
biryara guherandina navê xwe
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. biryara ku min ji zû ve stendiye.

Lê ji ber çûyîn û hatinên Moskovayê û pasaportê min nedixwest serê xwe pê biêşînim.
Lê inşelle, biharê wexta min lingê xwe avêt axa pîroz ez ê dîrek navê xwe biguherînim.

Ez ê navê xwe wek -Gulan'ê biguherînim.
hem nêzî Gulê ye, hem jî ji ber tîpan hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî nivîsandina wê rehet e.

Heke hûn bêjin çima Gulan?
ji ber ku li gorî planên min, ez ê di meha gulanê de li Mêrdînê ji xwe re maleke bigirim, û azadîya xwe îlan bikim.
wê maleke min, odeyeke min çêbibe, ev tişt jî bo min qasê hatin dinyayê muhîm e, hetta muhîmtir e *) *)



21.02.2020 01:55 | gulêê

2. biryarek di cih de ye. kes ne mecbûre heta mirinê wek şemsedîn/nûrîye were banî kirin.



21.02.2020 02:02 | hespêsor

3. biryara ku min jî daye lê ne tenê nav , pasnav jî.



22.02.2020 01:08 | brzn

4. Li wan yekî jî nivîskar-parêzer necat zivingî ye. Lê ev ne navê xwe paşnavê xwe guherîye. Oxir be necat ozdemir, xêr hatî necat zanyar *
Here lînkê



22.02.2020 10:03 ~10:04 | kajav

5. bi min ne tiştek girîng û reel e. ji ber ku meriv nikare li tirkiyê û bakurê kurdistanê bi awayekî kurdewar jiyana xwe ya rojane bidomîne, hewldana kurdîkirina nav û paşnavan bi kêrî tiştek nayên. ma nav û paşnavê koçer bîrkar farisî an jî erebî bûya dîsa nedikarî nîşana matematîkê diyarî gelê kurd bike?



16.03.2020 21:35 | tizbîkêş


7. li tirkiyê heta 06.12.2022an mirov dikare bêyî biryara mehkemeyê li ser malpera e-devletê daxwaza nav û paşnav guhertinê bike.



11.10.2021 02:21 | asîmanê sêwî

8. Dibêm piştî çend salên din ev formalîtêyên tevlîhev jî ê hebikî siviktir bikin ku xelk bêyî mesrefên badilhewa ji bo parezêran û dozan karibin navê xwe biguherin



11.10.2021 13:29 ~13:29 | pîroz

9. di nêz de ez ê seriyekî li civata malbata xwe bidim bo nav guherandinê. abxêr.



11.10.2021 22:50 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» biryara bi hev guherîna tîpên ‘q’ û ‘k’
» guherandina klavyeya laptopê
» navên zarokên tirkmancan
» xwedê nokan dide bê diranan

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî