Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 21 peyam
were têlî - tirşik
were têlî
(1) (0) (5)
di mijarê de bigere

1. navê kilameka dengbêj huseynê farê ye.. manîfestoyê eşqê ye.. tu helbest nikarin bigihin ast û radeya gotinên vê kilamê.. û tu kes nikare bi qasê huseynê farê evçend ji dil bêje û bisojê û bibirêje bistirê!



''Were Têlî were Têlî were Têlî

Hey lê zalimê lê lê lê

Ez ê serê sibê

Radibim ji xewka şirîn

Bang dikim dibêjim Têlî

Bi nava rojê dibêjim Têlî

Bi êvarê dibêjim Têlî

Bi seetê bi gavê bi deqê b isaniyê

Ji axîn û kedera dilê xwe re

Wez ê bang dikim dibêjim Têlî

Lê lê Têliyê malxerabê

Wele tu hur î boz î beyaz î

Xalis î mulis î

Beytul emîn î tu kihêl î

Neh nav û ne îmze

Li ber navê te ne ketine

Li ba dilê min

Dîsa tu yê pir şirîn î

Malxerabê wele tu kihêl î

Tu yê vê sibê

Li qarişî çavê min sekini yî

Ez nizanim qîz î

We nizanim tu bûk î

Ez nizanim tu jinebî yî

Ser dev û lêvê te yê bixêlî

Îsal sala hefta û heşta ye

Dilê min kete te

Çima tu yê xwe ji min vedişêrî

Lê lê malxerabê

Heft hev birayê te hene

Heft hev xwingê min hene

Ji bona xatirê çavê te

Wez ê Ji te re têkim berdêlî

Were Têlî were Têlî were Têlî





De lê lê zalimê lê lê lê

Têliyê malxerabê

Min go buhar e buhara rengîn e

Zalima qîza zalima

Buhar e buhara rengîn e

Li seriya me zozan e

Li biniya me de

Bingol e Serhed e Şerefdîn e

Brek malê bava Têliya min bar kirine

Li zozanê me yê jorîn danîne

Hespê binê min rewan e

Şopê malê we digerîne

Na na wele min ê vê sibê

Xwe berda zozanê me yê jorîn e

Min bala xwe dayê

Sê kon vegirtî ne

Min ê ajotî pêşiya konê pêşî ne

Min bala xwe dayê

Di bin de sê zerî ne

Çavê wan reş e

Brûyê wan ê leglegî ne

Dev û lêvê wan tenik e

Mîna pelê kaxizê cixarê spî ne

Bikum û kolos û temezî ne

Min ê bala xwe bida

Taximê sing û berê van karîxezalan

Serê memikê wan sor e

Qoratê memikê wan spî ne

Mîna sêvê Meletiyê

Hinarê Dêrikê deqdeqî ne

Mîna gazocaxiyê ceryanlî ne

Li ser mastê zêrîn û zîvîn e

Zincîrê dorê xalis î muxlis î

yadê zêrê zer î Reşadî ne

Lo lo rebiyo qurbano

Wez ê aşiq û sewdaliyê

Bejn û bala a ortê me

Zalima qîza zalima

Navê wê Têlî ye

Her duyên dina jê re

Bûne kole xizmetçî ne

Yek jê re qawê dikelîne

A dinê destmal girtiye

Hêdî hêdî yawaş yawaş

Bi ser de dikir baweşîn e

Mîna qaz û qulingê beriya jêrîn e

Salê carekê serê xwe ne li zozanê

Bingol û Serhed û Şerefdînê dixîne

Siûd û talih û îqbala gelek xortan

Li cem rebê alemê qe tu nîne

Ez ê anuha li vê dera ha

Şahidiya cemaata hazir bikim

Jinê çê daîma dibin

Qismetê mêrê kotî ne

Were Têlî Têlî Têlî were Têlî





De lê lê Têlîyê lê lê lê

Min ê digo Têlîya min lê hayê

Çavreşa min lê hayê

Bejn zirava ber dilê min rabe lê hayê

Bila qeda û heftê bela

Bê li zewaca dilketinê

Wer li çar rokê vê dunyayê

Malê bavê min çi qas pir be

Temamî bavêjim terkiyayê

Ser serê teresê bavê te

Lê çima qelenê

Bavê te dernayê

Na na wele wez ê

Aşiq û sewdaliyê

Bejn û bala Têlîyê bûme

Mîna hêsira pepûka evdalan

Bi baba dewrêşî

Wezê ji xwe re digerim

Li rûkê ve dunyayê

Min ê pe da pê da xwe berda

Şamê Helebê Humûsê Hamûdê

Humayê Kerkûkê Kerbalayê

Min ê xwe berda

Mekka mukerrem Medîna mûnawer

Kiriye tewafiya kevirê

Heeceruleswed ciyê tobayê

Min ê xwene avêtî girê Erefayê

Na na wele min digo

Ji wetana wetenkî tahir î muqedes î

Sebr û deyaxa min

Lawikê xelkê lê nayê

Min ê pê da xwe

Berda bajarê Iraqê

Serê kuçe û sûk û gêdûkê vê Bexdayê

Sibe ye min dî

Keçikek rûnîştiye li binê dara çinarê

Ji xwe re dixwîne quranê

Mane dike rûpelê

Bimbareka vê emayê

Wele min ê qasekî

Bal û dêhna dilê xwe didayê

Keçikê bang dikir digo

Lo lo lawiko mahrûmo stûxwaro

Tu çima li min dinihêrî

Ji min re dibêjin Meyramayê

Tu were vê sibê

Li kêleka min rûnê

Ez ê ji te re bixwinim quranê

Mane bikim rûpelê

Mubareka vê ûmayê

Hetanî sala sed û yekê

Tu li kêleka min bî

Tu carî mirina gewrik

Her çar royê dunyayê

Li bîra te nahê

Têlî Têlî Têlî were Têlî





De lê lê zalimê lê lê lê

Rebiyo qûrbano sibe ye

Wezê diçûm mala

Bavê Têliya xwe bi mêvanî

Rebiyo qurbano wez ê diçûm

Mala bavêTêliya xwe bi mêvanî

Mîna hêsîra pepûka evdala

Li ber qwulikan û pacan

Min ê vê sibê ji xwe re kir guhdarî

Min bala xwe dayê

Têlî sala par vî çaxî

Delalîka ber dîlê min bû

Sala îsalî ji xwe re ketiye

Bext û tola kalê

Heftê û heştê salî

Na na wele kor poşman

Ez ê vedigeriyam

Dîsa li ber qulikan û pacan

Li ber dîwaran

Min ê stû xwar kirî

Ji xwe re vê sibê kir guhdarî

Min bala xwe dayê

Ji terefê Rebê alemê

Xanî li min qul dibû

Bulbulekî ji esmanê hefta hat

Vê sibê li ser çok çingî min danî

Bi min re xwendiye

Bi kurmancî bi zazakî bi romanî

Vê sibê disa bi çil û çar zimanî

Digo lo lo lawiko mehrûmo stûxwaro

Meqsed û muradê dilê te çi ye

Min ê digo meqsed û muradê

Dilê min Têlî ye

Digo bi sonda qesemê

Meqsed û muradê te û Têliyê

Li vê dunyayê nabe

Êwê here cenata baqî

Lo lawo erşê alî

Min dî wê gavê

Têlîyê serê xwe rakir

Ji nava ciya û livinan

Balgiyan bang dikir

Digo lo lo lawiko mehrûmo

Rûreşo vireko derewîno

Zozanê Bingol û Şerefdînê bişewite

Salik û dozde mehê Xwedê

Me biçem û kanî

Na na wele ji heft saliya min û te de

Hetanî emrê me

Bû şazde û pazde

Em ê tê de bi hevdu re geriyane

Bi xortanî lo lawo bi qîzanî

Le kuliya zimanê te nexwaribû

Ava reş bi çavê te de nehatibû

Tiliya min di çavê te re neçûbû

Rokê te yê ji heval û hogirê

Dora xwe re bigota

Dilê min ketiye Têliyê

Wê gavê min û te

Me yê hevdu birevanda

Tu yê ji min re bibûya malxwe

Wezê ji te re

Bibûma kevanî û bermalî

Wele tu yê vê sibê

Li hal û demê min napirsî

Wezê ketime tora

Vî kalê heftê û heştêsalî

Rojê carê mirin çêtir e

Ji min re ji vî halî

Were Têlî were Têlî were Têlî''



têbinî: deşîfrasyona gotinên kilamê ji aliyê nivîskarê kurd ayhan meretowar ve hatiye kirin..



2013.09.19-08:19 | endazer

2. tiştek di wî strané de heye min pir acizdike bedélîtî. Ev kurmé netewe me kurdan gelek malbatan ji xweşîyé xistiye.

qurbana heft hev xwingê xwe bi hey zalim kuré zalimo.



2015.03.28-13:09 | tîrejên rojê

3. Sitran ji bo me pira nav

Dem û salên borînin Sitran

Hêsirên çewên dengbêjanin ...



2015.06.17-18:06 ~18:07]| hogir elegez

4. navê stranekîye. sitrana huseynê farê gelekî xweş xwendîye ji xeynî wî jî gelek kesa xwendîye (vbr: reso) şakiro.. dibe straneka gelêrîbe jî



2015.06.17-23:45 | shorbevan

dengdanên dawîn (Yên Din..)
22.03.2015 duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê [4]
civîna ku xwezî tevlîbûna min hêsan bûya ez li hêleke vî welatî hov hu...
europa universalis iv [1]
derheqê kurdan de agahiyên kêrhatî dide. (wêne: https://tirsik.net/wen...
komkujiya geliyê zîlan [1]
Îro salvegera komkujiya gelîyê Zîlanê ye. Di 1929an de s...
di dîrokê de îro [3]
îro, 12ê tîrmeha 2020an Bûyer B.Z. 100 – Î...
kurdên femînîst [4]
nîvmayî ye lê ji bo keran destpêkek e: femînîzm/123048 (paldayi: yên jêr ji b...
belki ev jî bala te bikişînin
» were
» telîsê arvan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî