1. stranbêj û mûzîsyen û hunermendeke kurd e.. li navçeya Qosera Mêrdînê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî ya navîn û lîse li Qoserê xwendiye. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa Endezyariya avahiyê qedandiye. Heta zaningehê guhdarê muzikê bû. Gava ku dest bi zanîngehê dike, pê re dest bi muzîkê jî kiriye. Bi gîtareke erzan û bê qurs xwe bi xwe, bi amatorî gav avêtiye mûzîkê. |
|
2013.09.19-06:59 |
endazer
![]() |
2. Stranbêjên ku êdî Kurd bi di dawetan bi strana wî a ya bi navê Ewinperwer dansê dikin. Bi şeref Kurd ji wan stranê dansê yên sosret xilas kirin.. |
|
2013.09.19-14:10 |
rojan
![]() |
3. hunermendeke Kurd Jan Arslan, Li navçeya Qoser‘a Mêrdîn‘ê hatiye dinyê. Dibistana seretayî, ya navîn û lîse li Qoserê xwendiye. Li Zaningeha Dîcleyê beşa Endezyariya Avahîyê qedandiye. Heta zaningehê guhdarvanê muzikê bû. Gava ku dest bi zaningehê kir, dest bi muzîkê jî kiriye. Bi gîtareke erzan û bê kurs xwe û bi xwe, bi amatorî gav avêtiye muzikê. |
|
2013.09.19-20:42 |
agire serhildan
![]() |
4. albûma xwe ya duyem bi navê xewrevîn ji min re şand. ev çend roje bi şev û roj ez xewrevîn guhdar dikim. çi qas melodiyên xweş, çi qas gotinên kûr. helbesta kamîran elî bedirxan ya kulîlkên ezêb û janya'yê rênas jiyan ji dibêje. stranên albûmê de wiha ne: |
|
2013.10.07-01:26 |
serburiyek
![]() |
5. stranbêjê ku mixabin ji ber paşnavê xwe zêde bala kesî nakişîne. |
|
2014.01.03-21:58 |
simurg56
![]() |
6. niha zewicî û li almanya dijî. ev jî janyaye rênas jiyan e : |
|
2014.02.23-06:39 |
serburiyek
![]() |
7. hunermendê ku îro diyar kiriye ku bûye endamê tirşikê. êdî divê em piçek din jî hay ji xwe hebin * |
|
2014.03.01-20:56 |
simurg56
![]() |
8. Ez ca wî û bavê wî nas nakim. Lê camêr lawê camêra ye |
|
2014.12.20-23:14 |
cîncoqo
![]() |
9. hevalê apê min bû. hîn ez biçûk bûm min ew nasî. wê demê ji ber ku min ji her kesê mezin re digot "apo" min digot qey ew apê min e * tabî wê demê ez 9-10 salî wan bûm. pir ji min hez dikir. albûma xwe evînperwer diyarî min kiribû. li serê jî "mervan beye amcasından sevgilerle, 26.02.2011, kızıltepe" nivîsiye (xwezî bi kurdî binivîsiya lê normal e çimkî wê demê ez ê tê negihiştibama). albûm hîn jî li ba min e. lê piştî daweta wî çû almanyayê û li wir jiya. ji çûyîna wî de min ew careke din nedît. |
|
2020.12.23-15:31 |
keyomerd
![]() |
![]() |
tirşikvanên 16 salî [2] |
![]() |
gelawesh waledkhani [1] |
![]() |
wêneyê şervanên ypjê ku bûye sedema krîzê di navbera norwec û tirkiyê de [1] |
![]() |
tirşikvanên 16 salî [2] |
![]() |
tirşikvanên 16 salî [3] |