1. di roja me ya îro de êdî qedrê rojnameyên matbû, pirtûk, kovar, televîzyon, hwd. ketine, roj bi roj bi saya teknolojîyê her tiştên ku mirov lê digere di telefonên biaqil û kompîteran de peyda dibin. 6- hunergeha welat: qenala ku ji kurdistana rojavayê weşana xwe dike ye, piştî şerê sûrî û rojavayê qenal hate avakirin. qenal li qamişloyê ye. rewşenbîrên û stranbêjên li qamişloyê qenalê bi awayeke komûnal rêve dibin. piştî strana (bnr: şefîqê tembûrvan) edlayê û strana (bnr: şervano) qenal li temamê kurdistanê û bi taybetî li bakur zêdetir hate bihîstin. kesên wekî (bnr: şêro hinde), (bnr: mehmûd berazî), (bnr: ronîyê elî) piştgirîyê didin (bnr: hunergeha welat). hêja ye ku mirov bişopîne û piştgir be. Here lînkê 7- asoya helbesta kurdî: ez bawer im gelek kesên di tirşikê de dinivîsinin hay ji (bnr: asoya helbesta kurdî) hene. qenal helbestên kurdî bi vîdyo, binnivîs û xwendina ji kesên cûda cûda û carna ji xwedîyê/a helbestê xwe diweşîne. li gel helbestan çend stranên dengbêjan jî parve kirine. kêfa min jê re tê û çend caran şev qenalê vedikim û lîste qenalê ji destpêkê vedikim û diherike. qenal ji ber ku ji alîyê dilxwazan ve tê avakirin, qeyda hin xwendina helbestan ne profesyonel e, ji ber ku amûrên wan kesan jî nîne û îhtimaleke mezin bi telefona xwe dengê xwe qeyd dikin. ger derfetên qenalê çêbe, pêşerojê de dikare îstasyoneke li diyarbekirê, wanê, mêrdînê û li stenbolê veke. an jî îstasyoneke (amûrên qeydê) yê qenalê hebe û dikare bigere û kesên bixwaze dengên wan û helbesta wan qeyd bike. helbet ev kareke ked û zeman dixwaze ye. Here lînkê 8- roza sîerra: qenaleke di derbarê folklora kurdî de berhevkarîyê dike ye. qenal navê xwe ji berhavkara xwe (bnr: roza sîerra) digere. li çend gund û navçeyên kurdistana bakur gerîya ye û çîrokên folklorîk qeyd û berhev kirine. herweha li ser hesabê xwe yê blogspotê jî ev çîrok transkrîpte kirine. kesên ku bala wan li ser folklora kurdî hebe, dikarin bişopînin. herî dawî vîdyoyeke ji kurdistana başûr bi hunermend (bnr: seîd gabarî) re qeyd kir û parve kir. ger bi awayeke rêkûpêk berdewam bike, pêşerojê de dikare bibe arşîv û çavkanîyeke xurt. Here lînkê 9- çeviri konuşmalar: qenaleke li ser wergera tirkî ya axaftina fîlozof, zanyar û nivîskarên navdar ên wekî albert camus, jean baudrillard, ayn rand, stefan zweig, tomas piketty, hwd. e. bi binnivîs û vîdyoyên kevn ên van navên tê'te naskirin mirov dikare bişopîne û jê wan û axaftinên wan ên berê haydar be. Here lînkê 10- kexp: qenaleke non-profit e, mebesteke ya qenalê ya kar û qezencê nîne. qenal di stûdyoya xwe de hunermendên ji çar alîyên cîhanê dike mêvan û bi dengê wan ê zindî qeydan dike û li ser wir belav dike. weşana xwe ji seattle dike. gelek caran dema ez firaxan dişûm bi qenalê vedikim û hema kîjan bikeve ber destê min vedikim. kesên ku ji muzîkê û ji keşfkirina navên nû yên muzîkê hez bike dikarin bi rihetî bişopînin. Here lînkê |
|
03.02.2020 21:30 |
lehî baranyan
|
3. qenela cejna sezgin ku xebroşkan bi awayekî rewan û şîrîn vedibêje. Here lînkê |
|
21.05.2021 14:39 |
ezcan
|
4. (bnr: brusk99) |
|
21.05.2021 15:09 |
hueyn
![]() |
5. (bnr: ciwanzêr)* |
|
17.08.2022 00:10 |
ciwanzêr
![]() |
6. kî neşopîne heyfa wê û ya wî: gewran tv Here lînkê |
|
21.03.2023 19:28 |
tizbîkêş
![]() |
![]() |
hak-par [1] |
![]() |
şeyh bedrettin [1] |
![]() |
dengê ajalan [5] |
![]() |
kurdgpt [1] |
![]() |
kesrewan [2] |