Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
lawikên kurd yê guhar dixin guhê xwe - tirşik
lawikên kurd yê guhar dixin guhê xwe

Navê mijarê ya ewil ev bû:lawikên kurd yê gûhar dixin gûhê xwe
(11) (5) (1)
di mijarê de bigere

1. Lawikên li bajarê amed û mêrdînê bi nêremoçktî tên binavkirin.



01.02.2020 19:47 ~2022.03.05 02:06 | tîrêj zana 21

2. Xortên ku Li gorî pîr û kalên me, eware ne.



01.02.2020 20:04 | gumgumok

3. Ez jî carna dixim gohê xwe ku li nava kurdistanê û tew bi ser de li bajarê ku tiştê wer bi tundî li hember derdikevin. Sedem ne mîna ku hevalê me anîye ziman e. Mînak Ez ne tatêlekî çepgirê tirkame. Belkî nav de yê wiha hebin jî lê dîsa nihertinên xweş jî li ser vê rewşe heye.

Û çanda me de jî cih digire. Min gelek zarê lawîn yê piçûk û di goh de guhar dîtine. Gelempêrî ji bo zarok çavînokî nebin wa dikin.

Lê ya rast ez li ba malbatê nikarim wa bikim. Ji ber ku jimara yê xweş nanêre zêde ye. Lê guhar dîsa jî ne şerm e ne eyb e.



01.02.2020 20:36 | rizgarm

4. Tîrêj Zana 21 te ev lêkolîna xwe li kû kiriye yan te ji kê pirsiye ku tu tespîtên wilo ehmeqane dikî?



01.02.2020 22:00 | yusiv hemed

5. (bnr: peyamên tirşikvanên xama)



01.02.2020 23:15 | tîrêj zana 21

6. Ez bixwe nakarbînim lê kurdên dikarbînin pirr in , Ji wan hin kes ji bo ku bişibin tirkan hin kes jî ji bo ku hez dikin bikartînin.

Bi rastî kesekî ku bixweza ji bo armanca şibandina tirkan bike guhê xwe , pirr eletewş dibin.



02.02.2020 13:40 | brzn

7. min di dema zanîngehê de dixist guhên xwe. wê demê li min dihat, kêfa min pê dihat. ji xwe por jî dirêj bûn. mêrên pordirêj/113482 şukir ne li bajarek kurdan bûm an na dê navên min derketaya nêremo. haho, mêrek mîna min û .... xwedê neke * Her wiha qûnçavkaniyek gotiye bo şibandina çepgirên tirkan û çi... kesên cepheyî j'min re gotibû, tu çima guhar dixî guhên xwe, eyb e, ne edetê gelê me ye. min jî gotibû, pardon me baby, who are you?



02.02.2020 13:53 ~13:55 | biruya hayao miyazaki

9. ên ku gelo çi ferqa wan ji ên tirk hene gelo meraq dikim.
yanê gûhara mêran, ne bawer im di çanda tu miletî de hebe. herkesî nû elîmî ye. bixwaze dikare dawê jî li xwe ke. bela xwe ji xelkê berdin yaw.



02.02.2020 23:57 | brusk56

10. Minê guhar bixistiba guhê xwe û bi vî awayî biçûma li hemberê bavê xwe gelek meraq dikim wê bavê min çawa bi min binêre? Wê awirên wî tenê şûna sed dijûn û nifîran bin *



03.02.2020 07:25 | kajav

11. min dil heye ku ez jî guharê bixim guhê xwe. min du du-sê caran yên meqletîz ceribandin û yên derdora min jî gelek ecibandin lê nizanim bi dilê min nebû. ez ê demekî guharên meqletîz bi kar bînim û ku kêfa min jê re were ez ê guhê xwe qul bikim.



03.02.2020 10:50 | xelîl

12. bi min pir balkêş in .
û ku porê wan jî dirêj be vuhuu temam e .



30.06.2020 18:59 | rojhhh

13. Heke li min bê ez jî dikarim bixim guhê xwe. Lêbelê ne li mala Bavo *
û kî çi dixwaze dikare bixe guhê xwe heyra. Çi ketiye kî?



16.08.2020 00:04 ~00:05 | xwelî li ser

14. Guhar gelek rind disekîne ji mêra da, tarz û qarîzmatîk dibin lê bi porê kin wekî din nizanim êdî kêfa wan *



22.06.2021 17:00 | edd

15. Rewşa ku berê min jê hez nedikir, ji ber ku piçekî bavsalarî difikirîm. Neka ne xema min e kî çi dixe ku derê xwe.
Guharek be baştir e li gorî min. Dema mêrek du guharan dixe her du guhên xwe li wan nayê li gorî min.



23.06.2021 12:16 | xabûrî

16. Guhar, li nav civaka Kurdan de nîşanîya mêbûnê dide. Wek giştîya cîhanê di nav gelên bavsalar Rewşa jinbûnê an jî nêzîkbûna wê, ji bo mêrekî hêvîjixwekir şermezarîyek gelekî mezin tê naskirin.Ji ber vê li cem Kurda, gava mezinên malê, xortek biguhar dibînin cîh de henekên xwe li wan dikin, navê nebaş ên zayendperestî bikar tînin. Ger ew xort ji nav malê bi, pê dixeyidin ji ber ko stûya wan xwar kirîye.(!)
Li ber dilê min tiştekî wek pantor e. Lê ji bo pejirandina wê demek û pêvajoyek dirêjtir divê. Ji ber vê yekê gelî xortên Kurd ên guharhez, ew berxwedana we yî bêencam namîne, bêhna xwe fireh bikin!
Nîşe:
Tê bîra min di piçûkanîya min de ji ber ko pantor wek çekên zilama pênase dibû, kalkê min nedihişt ko qîzên wî pantoran li xwe bikin. Axir, îro ew tişt hatîye guhertin.
Nîşe 2:
Tiştekî balkêştir hat bîra min, di xêzefîlman an jî fîlman de de lehengên xirabe, ên psîqopat û hepkî dînik guharan dixin guhên xwe. Îca çiqas qarîzmatîk xuya dikin!
Wek: Ryuk ji death note
https://www.google.com/search?q=ryuk&client=ms-android-samsung-gj-rev1&prmd=isvn&sxsrf=ALeKk01hC2BC7J3ugPGC3ZZm4kfcsyWt2w:1624527903461&source=lnms&tbm=isch&sa=X&ved=2ahUKEwja3fOE_q_xAhUWh_0HHWwwBg0Q_AUoAXoECAIQAQ&biw=412&bih=756&dpr=2.63#imgrc=9OglaLpCn__1PM



24.06.2021 12:44 ~12:45 | pîroz

17. . guhar, li nav civaka kurdan de nîşanîya mêbûnê dide. wek giştîya cîhanê di nav gelên bavsalar rewşa jinbûnê an jî nêzîkbûna wê, ji bo mêrekî hêvîjixwekir şermezarîyek gelekî mezin tê naskirin.ji ber vê li cem kurda, gava mezinên malê, xortek biguhar dibînin cîh de henekên xwe li wan dikin, navê nebaş ên zayendperestî bikar tînin. ger ew xort ji nav malê bi, pê dixeyidin ji ber ko stûya wan xwar kirîye.(!)
li ber dilê min tiştekî wek pantor e. lê ji bo pejirandina wê demek û pêvajoyek dirêjtir divê. ji ber vê yekê gelî xortên kurd ên guharhez, ew berxwedana we yî bêencam namîne, bêhna xwe fireh bikin!
nîşe:
tê bîra min di piçûkanîya min de ji ber ko pantor wek çekên zilama pênase dibû, kalkê min nedihişt ko qîzên wî pantoran li xwe bikin. axir, îro ew tişt hatîye guhertin.
nîşe 2:
tiştekî balkêştir hat bîra min, di xêzefîlman an jî fîlman de de lehengên xirabe, ên psîqopat û hepkî dînik guharan dixin guhên xwe. îca çiqas qarîzmatîk xuya dikin!
wek: ryuk ji death note



24.06.2021 12:54 | pîroz

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» lawikên kurd yê guhar dixin guhê xwe
» kurdistan li ku ye?
» yê ku dixwaze rû kî rûreş e yê ku nade jî deh rûya rûreş e
» guhar
» guhêrbar
» xwefiroş

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî