1. mêrikî orjînal e. |
|
21.01.2020 21:59 |
simurg56
![]() |
2. Xalo bi rastî tijî û orjînal e. |
|
21.01.2020 23:56 |
cinorek
![]() |
3. Kalemêrekî bi zanîna xwe hêjayê qedr û qîmetê ye lê kambaxê, li rastê kesekî bêhurmet hatiye. Mixabin Yên wekî deno di nav kurdan de jî peyda bûne êdî ku devbelaşî û tolazî, bêrêzî ji xwe re kirine mîzah û li ser tora medyaya civakî ji xwe re didin lotikan. Di dewama vîdeoyê de deno, qaşo bi henekî ji du lawikan pereyan dixwaze. Herdû lawik jî ji ehmaqiya xwe û ji tesîra kamerayê pereyê xwe didin wî. Ev jî bêşermane û bi qurnazî wî pereyî dike bêrîka xwe. Vîdeo jixwe ji serî heta binî ji mîzaheke erzan û pûç pêk tê. Heyfa min tê ku kurdên me qedir didin kesên wiha popûlîst, yên ku dil dibijînin youtûberên beredayî. |
|
22.01.2020 01:08 ~01:09 |
xeyda
![]() |
4. Xalê ku helal bê jê re. |
|
22.01.2020 23:35 |
gumgumok
![]() |
5. Xalê ku ketiye destê feleka xayîn. Yê din gelekî meraq dikim ku ev xalê hêja kî ye ji ku derê ye. Çawa fêrî fransî bûye. Kengî şanogerî kiriye.. |
|
30.07.2020 23:47 |
kajav
![]() |
6. xalo zanyar e lê deno pê tolaziya ye . |
|
31.07.2020 01:10 |
shwinsherm
![]() |
7. ev vîdyoya hanê, rastiyên me nîşanî me dide. |
|
31.07.2020 21:06 |
bûtîmar
![]() |
8. Xalê ku bi qasî vegotina simurg56 bala min nekişandiye. Awayê vegotin û şîrovekirina simurg ya vîdeoyê ji mêrik bêhtir bala min kişand. Min pêşî li vîdeoyê temaşe kir paşê min peyama yekem xwend. Min bawer nekir ku me heman vîdeoyê temaşe kiribe. Loma jî ez çûm min dîsa temaşe kir. Axaftin û dîmenên çend çirka bi awayekî helbestane vegotiye. Min go gelo simurg bi çi çavî li vîdeoyan temaşe dike¿ |
|
31.07.2020 22:10 |
tîrêj zana 21
![]() |
9. jixwe xweyna min li batmaniyan dikele îro keys jiminre ketiyê * Xalê ku deno bi tiştek xwe ne hesibanda dema çû ne ziviriya an dema zivirî wan şimika bikira devê deno devê wî wekî gaz kî jihev vekira wê wekî heft kera ji denore bikira yek lê ax xalo.. ez di xwede zanim; henek bi hevre meriv henek bike bikene xweşe lê yê hember meriv jidil be giran be meriv jibû wî bikenîne nakoşe lê ev qeşmerê deno li ser qûna wî dikene û heneka xwe dike xalo bersiva wî dide destê wî xwe jê dur dike xwe jê digre xalo jî yekî jidile zanaye yekî nezan bûya wê bigota deno bira sed mêr ji kîrê te û bavê te bin .. û bigota yê wê qamerayê da destê we û wî kîrê min jitere kire mîqrefon û negot bibêje alê yek do sê.. werhasil bes me lêxist dibe miribe. Ger saxbe rojek berê wî bi tirşikê bikebe dipirsim, ev çiye? tu ji viyare jî dibêjî komedî û xwe komedyen dihesibînî? Na an e ne pêkenin an piçek pêkenin komedyenî ne hêsane ez dizanim lê tu dikarî komedyenî bikî dîsa lê ne di vê astêde. Qasê min berê di şopand henek û pêkenên te başbûn, serketîbûn te kirin deno72, denozer herwiha herdiçî dikebî aqilek pir sivik yê pûç stewr liserteye dewama wî tu bîne, barê tejî ji dampera dorseya zirîndeyek girantire * asta pêkeniya xwe bilinbike.. bi hêviya pêkenên ne şeytanî serkeftin jitere komediya xwe pêş bixîne jibû pêkeniyê meriv hestên hinek kesan bin pê nake wekî ku ez dikim lê tu guh nede min yê min jiminre caîze bi min dikebe |
|
01.08.2020 00:23 |
shorbevan
![]() |
10. ez pir meraqdar im xalo kî ye, ji ku ye, şanogerî manogerî kirîye an xwedî hunereka ji xwedê ye? salek ser da çû, hîna jî deno vî xaloyî nedîtîye, vîdyoyek, hevpeyvînek pê ra çênekirîye. xêra xwe yekî rabe xaloyê stand-up comedian bibîne! |
|
31.12.2020 23:50 |
mirovekirind
![]() |
11. ez û du hevalê xwe dimeşiyan. karê me hebû û divîyabû em zû bigihîjin derekî. zilamek hat bal min û silavek da û got: |
|
30.10.2021 17:30 |
yûsiv
![]() |
12. îro ber asirkî, ji dersxaneyê derketim û min got hinekî bimeşim. hinekî meşiyam û li ser bankekî min dît ev zilamê şîrîn rûniştiye. li rexa wî poşetê şiqalan hebû û gelekî westiyayî bû. ji ser de nav toza de mabû. nêse bi kelecanî ez çûm balê û min got merheba abê tu çawa yî felan. li min zivirî û bersiv da got baş im felan bêvan. min jê re got min tu di vîdeoyekê de dîtiye û kengê ve dixwazim te nas bikim. pêşî go kîjan vîdeo û ez rabûm min vîdeoyê şanî wî zilamê şîrîn da. min got gelo ev kesê han ne tu yî? got belê ez im û min pirsa lê pirsî. |
|
30.03.2023 18:26 ~18:44 |
yûsiv
![]() |
![]() |
hak-par [1] |
![]() |
şeyh bedrettin [1] |
![]() |
dengê ajalan [5] |
![]() |
kurdgpt [1] |
![]() |
kesrewan [2] |