Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
xalê şanoger yê di vîdyoya deno de - tirşik
xalê şanoger yê di vîdyoya deno de
(12) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mêrikî orjînal e.
di vîdyoyê de deno ji mirovan gotinên pêşîyan dipirse. ji wan re destpêka gotinan dibêje, divê ew jî berdewama wê bînin.
rastî vî xaloyî tê. xalê ji xwedê re hemda xwe tîne ziman. mirov dibêje qey nû ji nimêja înîyê derketîye.
di sanîyeya 0:50ê de xalo tîk li kamerayê dinêre û çend çirkeyan dimîne ku mirov şaşwaz dibe.

paşê tam deno nîyet e xatir jê bixwaze, xalo ji deno dipirse bê ka shakespeare nas dike an na. deno şaşwaz dibe, fêhm nake. dû re xalo molière û şanogerek din yê navdar dike. deno qene wan nebihîstîye jî. paşê xalo dîsa wê hereketa xwe dike û 2 sanîyeyan li deno tîk dinêre. dîsa behsa voltaire, meodramê, îspanyayê û nizam çi dike.

paşê derdikeve holê ku xalo bayaxçî ye. li kuçeyan şekalan boyax dike.

pê gelekî ecêbmayî bûm. ew xalo kî bû, van tiştan ji kû dizanî?




21.01.2020 21:59 | simurg56

2. Xalo bi rastî tijî û orjînal e.
Xwezî deno wî carek din bike mêwanê qanala xwe.



21.01.2020 23:56 | cinorek

3. Kalemêrekî bi zanîna xwe hêjayê qedr û qîmetê ye lê kambaxê, li rastê kesekî bêhurmet hatiye. Mixabin Yên wekî deno di nav kurdan de jî peyda bûne êdî ku devbelaşî û tolazî, bêrêzî ji xwe re kirine mîzah û li ser tora medyaya civakî ji xwe re didin lotikan. Di dewama vîdeoyê de deno, qaşo bi henekî ji du lawikan pereyan dixwaze. Herdû lawik jî ji ehmaqiya xwe û ji tesîra kamerayê pereyê xwe didin wî. Ev jî bêşermane û bi qurnazî wî pereyî dike bêrîka xwe. Vîdeo jixwe ji serî heta binî ji mîzaheke erzan û pûç pêk tê. Heyfa min tê ku kurdên me qedir didin kesên wiha popûlîst, yên ku dil dibijînin youtûberên beredayî.



22.01.2020 01:08 ~01:09 | xeyda

4. Xalê ku helal bê jê re.
Deno ji vî xalî pirsî, xalo bersiv da. Peyre xalo xwest bişitexilê, lê Deno weke ergenekî şimarik sebr nekir û bersivên xalo nedan. Peyre xalo jî li ser rêya xwe çû.



22.01.2020 23:35 | gumgumok

5. Xalê ku ketiye destê feleka xayîn. Yê din gelekî meraq dikim ku ev xalê hêja kî ye ji ku derê ye. Çawa fêrî fransî bûye. Kengî şanogerî kiriye..
Ez dibêm deno rastî zêrekî hat Lê qîmeta wî nedizanî.



30.07.2020 23:47 | kajav

6. xalo zanyar e lê deno pê tolaziya ye .
serê videoyê wek heyata me tev kurmanca ye .
kar û barê me ji agahî û zanyariyê dûr e lê ji tolaziya xwe jî ne kêm e...
sed heyf , dibêje tu tiştekî nizanî deno.
wek qeşmera dikene û wî digre qamera .



31.07.2020 01:10 | shwinsherm

7. ev vîdyoya hanê, rastiyên me nîşanî me dide.
civaka me qedr nade miletê zane.
dewama vîdeoyê da keçik û kurikek hene, deno ji wan ra jî xever dide lê qîzik bona ku caba deno bi kurdî nede zêde zêde hewl dide.
(bnr: îmana min jê diçe) ez qehir dibim merivên aha dibînim dîn dibim. Qey tê bêjî ku kurmancî xeber de qara wê yê bişkê !



31.07.2020 21:06 | bûtîmar

8. Xalê ku bi qasî vegotina simurg56 bala min nekişandiye. Awayê vegotin û şîrovekirina simurg ya vîdeoyê ji mêrik bêhtir bala min kişand. Min pêşî li vîdeoyê temaşe kir paşê min peyama yekem xwend. Min bawer nekir ku me heman vîdeoyê temaşe kiribe. Loma jî ez çûm min dîsa temaşe kir. Axaftin û dîmenên çend çirka bi awayekî helbestane vegotiye. Min go gelo simurg bi çi çavî li vîdeoyan temaşe dike¿



31.07.2020 22:10 | tîrêj zana 21

9. jixwe xweyna min li batmaniyan dikele îro keys jiminre ketiyê * Xalê ku deno bi tiştek xwe ne hesibanda dema çû ne ziviriya an dema zivirî wan şimika bikira devê deno devê wî wekî gaz kî jihev vekira wê wekî heft kera ji denore bikira yek lê ax xalo.. ez di xwede zanim; henek bi hevre meriv henek bike bikene xweşe lê yê hember meriv jidil be giran be meriv jibû wî bikenîne nakoşe lê ev qeşmerê deno li ser qûna wî dikene û heneka xwe dike xalo bersiva wî dide destê wî xwe jê dur dike xwe jê digre xalo jî yekî jidile zanaye yekî nezan bûya wê bigota deno bira sed mêr ji kîrê te û bavê te bin .. û bigota yê wê qamerayê da destê we û wî kîrê min jitere kire mîqrefon û negot bibêje alê yek do sê.. werhasil bes me lêxist dibe miribe. Ger saxbe rojek berê wî bi tirşikê bikebe dipirsim, ev çiye? tu ji viyare jî dibêjî komedî û xwe komedyen dihesibînî? Na an e ne pêkenin an piçek pêkenin komedyenî ne hêsane ez dizanim lê tu dikarî komedyenî bikî dîsa lê ne di vê astêde. Qasê min berê di şopand henek û pêkenên te başbûn, serketîbûn te kirin deno72, denozer herwiha herdiçî dikebî aqilek pir sivik yê pûç stewr liserteye dewama wî tu bîne, barê tejî ji dampera dorseya zirîndeyek girantire * asta pêkeniya xwe bilinbike.. bi hêviya pêkenên ne şeytanî serkeftin jitere komediya xwe pêş bixîne jibû pêkeniyê meriv hestên hinek kesan bin pê nake wekî ku ez dikim lê tu guh nede min yê min jiminre caîze bi min dikebe



Temam hertişt temame lê ev xaloyê ku ez dibêjêm zana çewa nizane doma aqlê sivik barê girane çewa nimûneyê li hemberî xwe nabîne hişê min jî nagre gelo ev kesên di vîdyoyêde berê hatine amadekirin? hun bibêjin ev ji kur derket ez dema du kesên li ber atmê dipirsin dibêjin deno qert li te dikebe, pos cîhaza te saxleme,bi silametî günsonu dike? Ew jî baş atmê nabîne carek dinihêre dibêje em loma liber atmêne ez divirda ketim gumana gelo nabe ev kesan ji berêde hatibin amadekirin, çêkirî(yapmacik) tê jimerivre



01.08.2020 00:23 | shorbevan

10. ez pir meraqdar im xalo kî ye, ji ku ye, şanogerî manogerî kirîye an xwedî hunereka ji xwedê ye? salek ser da çû, hîna jî deno vî xaloyî nedîtîye, vîdyoyek, hevpeyvînek pê ra çênekirîye. xêra xwe yekî rabe xaloyê stand-up comedian bibîne!

bes te rêzefîlma xwe jî çêkir, êdî dora xaloyî ye. me bikenîne! şopînerên xwe li erdê nehêle! yes you can. tu ev yekê bike, gava te hat îzmîrê, ez ê te bigerînim!



31.12.2020 23:50 | mirovekirind

11. ez û du hevalê xwe dimeşiyan. karê me hebû û divîyabû em zû bigihîjin derekî. zilamek hat bal min û silavek da û got:
-birazîyê delal, ez çawa dikarim biçim vir.
ez wisa ecêbmayî mam. ji derekî nas dihat. çend sanîyeyê din di hişê min de çirûsî ev zilam ew zilamê ku vîdeoya deno de ye.

zilam zilamê şanoger bû. lê çi şanoger...
dema min ew dît dilê min êşiya. di wê germa Batmanê de, xwêdandayî ,destê wî de dîsa poşetê paqijkirina pêlavan û wisa westiyayî. ha wê demê min lanetan lê dinyayê kir. min rê şanî dayê û min ew şand. divîyabû ez zû bigihîjim karê xwe min jê xatir xwest û çûm.
hin jî nizanim çima poşmanîya wî di dilê min de heye ku xwezî min ev birina qehweyekî û ez pê re biaxivîyama lê nebû.

min got belkî her car di eynî derê de derbas dibe, ji ber wê çend caran çûm cihê ku me hev dît. lê min ew ti car nedît. Hêvî dikim ji vê feqîriyê xilas bibe û rojên geş û xwe li pey wî bin.



30.10.2021 17:30 | yûsiv

12. îro ber asirkî, ji dersxaneyê derketim û min got hinekî bimeşim. hinekî meşiyam û li ser bankekî min dît ev zilamê şîrîn rûniştiye. li rexa wî poşetê şiqalan hebû û gelekî westiyayî bû. ji ser de nav toza de mabû. nêse bi kelecanî ez çûm balê û min got merheba abê tu çawa yî felan. li min zivirî û bersiv da got baş im felan bêvan. min jê re got min tu di vîdeoyekê de dîtiye û kengê ve dixwazim te nas bikim. pêşî go kîjan vîdeo û ez rabûm min vîdeoyê şanî wî zilamê şîrîn da. min got gelo ev kesê han ne tu yî? got belê ez im û min pirsa lê pirsî.

di serî de gelek kêfxweş bibû, kenek xweş li ser rûyê wî diyar bibû. lê xemgînîyek jî diyar bibû li ser rûyê wî. diyar bû beriya wan rojên xwe yên berê dikir. nêse ez zêde dirêj nekim. min jê re negot ez ê li ser malpereke behsa te bikim bi hêvî me tiştê dikim ne çewt be.

ev zilamê xwînşirîn ji rojavayê ji bajarê Qamişloyê ye. wextê şer dest pê kiriye bi malbata xwe re hatiye Batmanê. ango 12 sal berê. li Qamişloyê şanoger bû û ne şaş bim got min dersên şanoyê dida lê dibe ku min xelet fêm kiribe. piştî van tiştan got dest fransî kir bi zimanekî zelal bi fransî axivî û got tu fransî dizanî. ez rebenê xwedê nizanim îngilîzî ji ku bizanim fransî ^_^ piştî ku min got ji kuu behsa voltaire, jj Rousseau, gogol, şekspir û çend nivîskarên din ên min nedizanî kir û got tu şekspir dizanî û çend rêzên wî xwend. welleh ewqas xweş bû ku nikarim bibêjim, min fêm kir ez bi mirovekî orijînal û zana re diaxivim û min got bila dawiya vê axaftinê neyê.

Hinek behsa jiyana xwe ya taybet felan kir û min jê re got li Batmanê çend şano hene tu çima li wir naxebitî? got naxwazim. çend kesên din jî gotine lê min qebûl nekiriye ji min derbas bûye felan. lê min di çavê wî de xemginiyek dît :( dîyar bû ku dixwest lê tiştek destê wî digirt. ji ser de min jî wî teşwîq kir lê nizanim. her çi ez jî gelekî westiyayîbûm û pişta min diket ber min. min jê re got piştî rojiyê ez dixwazim em bi hev re xwarinek bixwin lê qebûl nekir got na û rûyê xwe vegerand. xwezî min negotibûya bawer dikim şaş fêm kir. min şerm mi hejmara telefona wî jî bixwazim. baş e ku got ez li van dera me her car. ji bo pê re biaxivim ez ê gelek caran di wê rêyê de derbas bibim.^^

tabiî tiştê dihat xuya jiyanek zehmet dikişîne. min jê re got hin heval hene dixwazin alîkariya te bikin got bila sax bin lê ne hewceye naxwazim û silavan li we kirr^^ û di dawiyê de min got gelo dikarim wêneyekî bikşînim got helbet. ev jî wêneyê me ye:

Here lînkê



30.03.2023 18:26 ~18:44 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» xalê evdê guzelê
» yên ku telefona xwe di destê xwe de digerînin
» vîdyoya 2160p-4k a rojê
» denozer72

Kategoriyên mijarê:: komikvidyo jiyan komikvidyo jiyan komikvidyo jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî