Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kovara kubar - tirşik
kovara kubar
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yekemîn kovara bi kurdî ya modayê ye. tenê wek e-kovar tê weşandin. jixwe ez ne bawer im tu carî wek kaxiz were belavkirin.
Here lînkê
di nûçeyê de gotine "ji ber ku dewleta me tune, modeya me jî tune".
di mijarekî wisa de çima ji 3-4 hevokên wan yek jê ev hevoka ajîtasyonê ye, min fêhm nekir.

destên wan sax bin. lê tabî divê nêrînên xwe jî bêjim. min kovarê xwend. pir amator e. him ji alîyê mîzampajê ve him jî ji alîyê naverokê ve. ji bo dewra mehane ya jinan qaşo bi nivîsandina navê wê ya îngîlîzî ravekirinê kirine lê wê jî çewt nivîsandine * kenîyam. ne hewce bû ev artîstî.

tê de tişta din ya komîk jî cilên zarayê bû. min wan cilan di dibistana seretayî de li xwe kiriba, ez ê ji şerma derneketiban teneffûsan. lê pesa wê cilê dane *

"Em spasiya ömer faruk baranî dikin ku cesaret da me ku Kubarê biweşînin.
Em spasiya malbata POPKURDê jî dikin ji bo alîkariya wan a di rêya e-kovarê de.
Kubar dê bi edîtoriya ayşenur ozel û leyla arisoy, bi şêwirmendî û redaktoriya Înan eroglu dest bi weşana xwe bike."

kovar ji vir peyda dibe: Here lînkê



21.01.2020 21:46 | simurg56

2. gaveka nû ye, hewleka ciwan e. hejmara ewil e, min jî xwend, ez hêvî dikim hejmarên nû wê pêşdetir herê. seeta wan xweş.



21.01.2020 21:52 | xendekî

3. (bnr: kubar)



22.01.2020 05:53 | lehî baranyan

4. ser xêrê be. Kêmasîyên xwe anîne ziman û hêvî dikin, dixwazin xwe pêş bixin. Ji bo wan serkeftî dixwazim. hêvî û dia min jî di vê rê da berdewamî û herheyîya wan e.



22.01.2020 15:51 | kajav

5. Îda piştî sed kovarên îdeolojî û siyasetê, ev kovarln ku behsa jiyana rojane dikin kêfa min tênin.
J'xwe navê wê bêqisûr e. Kubar.. kubar... Navekî ji vê navî spehîtir nîne.
J'bo destpêkê naveroka wê ne xirab e. Lê divê ji gund û çiyayam dest pê bikê. J'ber ku cilên Kurdewarî li gund û çiyayan e. Kincên Jin û mêrên kurdên deştî û çiyayî yên orjînal in. Yên magazayan peyre tên.
Dise sed carî destxweş.



26.01.2020 22:12 | gumgumok

6. Hejmara duyem derketiye
Here lînkê



09.04.2020 14:31 | kajav

7. girêdank ji bo min nexebitî , ji bo daxistina alternatîf
kOVARA KUBARÊ HEJMARA 2.
Here lînkê
ji bo agahîyên dawî ji kubarê biçine https://kubarkovar.wordpress.com/
Cover'a kubarê.
Here lînkê
------------------------------------------------------------------------------------------------
Min hejmara kovara kubarê a yekem jî xwendibû lê ev baştirîn hat.Wek hejmara yekem , di vî hejmara kubarê de jî zimanek zelal bo fehmkirinê hatiye bi kar anîn.Hevpeyvîna Roza yê bi Mr.Erbîl re û danûstandinên dawîya kovarê de jî gelek balkêş in û hêjayÊ xwendinê ne.



09.04.2020 15:39 ~16:31 | brzn

8. Serkeftî ye!



09.04.2020 15:57 | saqîsiwarîyo

9. e-kovareke kurdî ye.
Dîzayn û mîzanpaja wê baş e, zimanê wê jî baş e ji aliyê redaksiyonê serketî ye. Beşa pirsyarnameyê jî beşek ne xerab e.
Ên ku amade dikin û kedê lê didin destên wan sax bin.

Lê dişibe kovareke biyanî, mirov dibêje qey werger e. Divê nezktirî giyan û çanda kurdî bibe. bi rastî jî ev agahiyên weke ji cihekî hatibe wergerandin ne kubar e.



09.04.2020 16:42 ~16:48 | giyanstêr

10. Hejmara 3'yem îro derket, dîsa bi mijarne nû li hemberî xwînerê xwe ye pîroz be *

Ji bo daxistinê:

Here lînkê



12.08.2020 16:57 | merwano

11. sînerjiya ku ev kovar da min ez gelek hêvîdar kirim. ji wan ricayek min heye piçekî jî li ser înstagramê bixebitin û parvekirinên aktûel bikin dê pirtir werin şopandin û xwendin. dibe ku rojek bibin îkon û ji nav wan jî influencer derkevin. her hebin, ji dil serkeftin!



12.08.2020 20:14 | tizbîkêş

12. Bi hejmara sêyem benda xwendevanên xwe ne. Hejmarekek di nav nîvsaetê de tê xwendin. Naveroka kovarê rengbireng xuya dike. Ji çêkirina xwarinê heta yogayê gelek mijar hene.



12.08.2020 23:19 | kajav

13. min hejmara 3'yem hema bêje di seetekî de xwend. tiştên balkêş hebûn, hin tişt hebûn min nû nas kirin (bnr: bajêrwatches), dalî desing, atûsa...



17.08.2020 08:44 | xendekî

14. kovara modeyê ye. wekî e-kovar derdikeve. dibêm qey hîna jî nahê çapkirin.

min hejmara 1'em xwendibû. derbarê hejmara yekem da, di hişê min da ecemîtî û kêmasîyên wê maye. dîsa jî pê ra kêfxweş bibûm ji ber ku li bakurê kovara 1'em ya modeyê bû.

hejmara wê ya 2'yem min îşev xwend. ez pê kêfxweş bûm. li alîyekî qehwe bi qeymaxa şîr yê malê, li alîyekî çiqolatên almanan (bnr: ritter sport). bi kurt û kurmancî min kêf kir. mirov dikare qîma xwe pê bîne. êdî ez meraqdara hejmarên wê yên nû me. ez dê naverokên wê yên pêşerojê bişopînim.

çend peyv min çav lê ket, tîpên wan kêm hatibû nivîsandin. wekî mînak, nivîsîna navê kovarê wekî "Kbar" hatiye nivîsandin (hejmar 2, r 34).



16.11.2020 23:39 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kovara hawarê
» kubar

Kategoriyên mijarê:: kovar jiyan kovar jiyan kovar jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî