Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
keremê anqosî - tirşik
keremê anqosî
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. Keremê Anqosî (z. 10 çiriya pêşîn 1937, li Tilbîsê - m. 1 çiriya pêşîn 2019, li Tilbîsê, Gurcistan), siyasetmedar, nivîskar û weşangekekî kurd e.

Anqosî 10ê çiriya pêşîn a 1937an li bajarê Tbîlîsiyê, ku kurd jê re dibêjin Tilbîs, di maleke mihacirên ji Împeratoriya Osmanî ji diya xwe bûye. Dê û bavê wî, ku wek hemû kurdên Gurcistanê bi dînê xwe va êzdî bûn

Welatparêzê kurd Keremê Anqosî sala 1956an dibistana Gurcistanê ya orte bi mêdala zêr kuta dike û hema wê salê dikeve ûnîvêrsîtêta dewletê, fakûltêya fîzîkayê. Piştî salekê, bona ziman, dîrok û kûltûra gelê xwe bi kûrayî fêr bibe, derbazî fakûltêya Rohilatzaniyê dibe, ku sala 1961ê bi serketî xilaz dike. Sala 1963an ew li Înstîtûta Rohilatzaniyê ya Akadêmiya Zanyarî ya Gurcistanê derbazî ser kar dibe, pêşî dibe laborant, lê paşê karmendê zanyarî. Sala 1979an gazî wî dikin bona li Komîtêya Navbendî ya Partîa Komûnîstiyê ya Gurcistanê da derbazî ser kar bibe û ew heta sala 1991ê li wir dixebite. Bi kar ra tevayî Dibistana Bilind ya Partiyê jî xilaz dike. Bi xebata zanyarî û partiyê ra tevayî ewî karê civakê jî bi serketî dikir bona bilindkirina dereca bineciyên kurd yên ronahîdarîyê-perwerdeyê, amadekirina kadroyên ronakbîr di nav gelê xwe da, bona hînbûna ziman, dîrok û edebîyeta kurdî, parastina erf-edetên milet, naskirina mafên gelê xwe yên sîyasî û sosîalî.

Keremê Anqosî hela dema xwendkar bû, Şêwra aliyê xebata bi gencên kurd ra saz kir û heta sala 1975an serokatî lê kir. Bi serokatiya wî komên kurdî yên folklorê hatine sazkirinê û navên hinekan ji wan ev in: „Koma kurdî ya kilam û reqasên gelêrî“, „Govenda kurdî“, „Oy, Narê“, koma zaran ya sitiran û reqasan “Dîlan“, Şêwra mamostayên kurd, Şêwra parlamêntarên kurd yên Tilbîsê, Komeleya wênekêşên kurd, Ûnîvêrsîtêta Gelêrî bona bineciyên kurd li rex Hevaltiya “Zanyarî“, gelek konsêrt û êvariyên şahiyê, sêmînarên derheqa dîrok, çand, ziman, edebîyet û dînê kurdan, rasthatinên bi karmendên ulmî û hunermendiyê yên bi nav û deng, bi kurdên ji welatên dereke, cejinên ruhaniyê yên kurdan dihatine derbazkirin. Komên kilam û reqasê, ku ew serokatî lê dikir, gelek caran li bajar û komarên Sovyeta berê û welatên dereke konsêrt dane, alî pêşketina têatroya kurdî ya li Tilbîsê kirîye.

Sala 1978an Keremê Anqosî bingehê beşa kurdî ya radyoya Gurcistanê ya dewletê danî û heta girtina wê – 1ê çileya pêşin sala 2004an berpirsyarê wê yê sereke bû; ewî fonda sazbendiyê ya gelekî dewlemend saz kir, gelek sitiranên kurdên Gurcistanê qeyd kir û kir milkê gelê kurd. Ewî herwiha bi zimanên cuda-cuda gelek gotarên zanyarî û pirtûkên cuda çap kirine derheqa ziman, edebîyet, dîrok, êtnografiya, folklor, dînê êzdiyan da, ewî elfebaya pêşin ya du zimanî ya kurdî-gurcikî saz kir, çend pirtûkên derheqa dua û dirozgeyên êzdiyan da dane çapkirinê, rêdaktorî li çend pirtûkên bi zimanê kurdî kirîye. Helbest û serpêhatiyên wî bi zimanên kurdî û gurcikî hatine weşandinê, ewî xeber û sazbendiya çend sitiranên kurdî yên bi nav û deng nivîsîne, wek sitiranên "Lêxin, birano", "Hola Êzîdê Sor e", "Ax, kuştim Şirînê", ku li ser bingehê gotinên Cegerxwîn hatiye sêwirandin, ango sazbendiya wê hatiye sazkirin.

Keremê Anqosî sala 1999an bi kîsî xwe li Tilbîsê dest bi weşana rojnameya "Gêlavêj" kir, ku rojnameya kurdî ya pêşin bû li wê komarê û bi xwe jî berpirsyarî lê dikir. Ew herwiha tevî çend kongre û konfêransên navnetewî yên zanyarî bûye, ku derheqa problêmên rohilatzaniyê, kurdzaniyê û dînê êzdiyan da bûne. Sala 1992an bingehê rêxistina bi navê “Civaka hemwelatiyên kurd yên Gurcistanê“ danî. Sala 1995an 5 rêxistinên kurdan yên civakî ketine nava wê rêxistinê. Paşê, sala 1998an bi înîsîatîva wî ew hate binavkirinê wek “Yekîtiya êzdiyên Gurcistanê“. Demekê ewî serokatî li wê rêxistinê kir, lê paşê yek ji wan kesan bû, ku bû bingehdarê rêxistina “Fonda navnetewî ya parastina maf û mîrata dînî ya gelê kurd“, “Navbenda dînê Êzdîyan“, “Yekîtiya ronakbîrên kurdên Gurcistanê“, “Fonda sêksyona kurdî ya YÛNÊSKOyê li Gurcistanê“ saz kir.

Keremê Anqosî gelek caran di komîtê û komîsyonên Gurcistanê yên cuda-cuda da hatiye hilbijartin, bûye nûnerê gel li Dadmendiya Gurcistanê ya tewrebilind da, bûye endamê sedirtiya Şêwra kalemêrên gelên Kavkazê û her wakî din. Ew xelat û mêdalyayên dewletê va hatiye pêşkêşkirin, di nav wan da bi “Ordêna şerefê ya Gurcistanê“ va. Ew endamê Yekîtiya Rojnamevanên Gurcistanê ye. Lê xelata here mezin ji bo wî ew bûye, ku gelê kurd yê Gurcistanê keda wî bilind qîmet kirîye û navê “Rêvebirê kurdan“ lê kirine. Û ne tenê kurd, lê gurc, ermenî, azirî û miletên din jî.

Keremê Anqosî, ku îdî 70 saliya xwe temam kirîye, niha jî serokatiyê li radyoya kurdî li Tilbîsê dike û eva du sal e, ku bê maeş dersên zimanê kurdî dide xort û keçên kurdan. Ew zewicîye û xwedî du keçan e: Medîna û Gulçîna.
Keremê Anqosî di 1ê çiriya pêşîn a 2019an de li Tilbîsê, paytexta Gurcistanê, çû ber dilovaniya Xwedê

jêder: wîkîpedîa

ji bo belgefîlma keremê anqosî:




20.01.2020 04:43 | lehî baranyan

2. Şaîreke hêja bû, gelek helbest, pirtûk nivîsîne. radyoya gûrcistanê rêve birîye, yekem rojnameya kurdî li gûrcistanê ava kirîye, aktîvîst, rojhilatnas û stranbêj e. gelek ked daye zimanê kurdî, wekî bav û hîmeke kurd ên gûrcistanê tê naskirin.

du helbestên wî yên ku herî zêde jê hez dikim (bnr: sîpan sîpanê) û (bnr: lêxin birano lêxin) e.
ji alîyê gelek hunermend û koman ve bûne stran, şîroveya herî xweş ya sîpan sîpanê ji alîyê (bnr: hozan serhad) ve hatîye gotin.




şîroveya lêxin birano lêxinê jî ji alîyê (bnr: koma berxwedan) ve hatîye gotin.




ji dengê keremê anqosî straneke xweş.




20.01.2020 04:48 ~04:53 | lehî baranyan

3. (bnr: Çetoyê zêdo) li ser nivîsek nivîsîye û heypeyvîn pê re kirîye.
Here lînkê

(bnr: salihê kevirbirî) jî piştî mirina wî nivîseke bi kurmancî û tirkî li ser nivîsîye.
kurmancî Here lînkê
tirkî Here lînkê



20.01.2020 04:58 | lehî baranyan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» keremê qolaxasî

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzik huner niviskar cand muzikstrnbj muzik huner niviskar cand muzikstrnbj muzik huner niviskar cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî