Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 80 peyam
nexweşiya şekirî - tirşik
nexweşiya şekirî

Navê mijarê ya ewil ev bû:nexweşiya şekir
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: diabetes mellitus)
....(wê ev peyam bidomê...)



17.01.2020 23:27 | gumgumok

2. dema ku mirov karbonhîdrat, rûn û proteîn dixwe ev xwarin ji aliye pergala helandinê tên perçekirin. Piştî karbonhîdrat dihele unîteyên bingehîn ên pergala helandinê derdikevin holê. Yek ji wan unîteyan wek glîkoz tê binavkirin. Pey ra glîkoz li rûvîyê zirav tê mijandin û derbasî xwînê dibe.

Sedema ku ev glîkoz di xwînê de cih digire çî ye?
Wexta laş fonksîyonên zindîtîyê pêk tîne enerjî hewce dibe. Ha, ji bo vê glîkoz amade ye. Kengê enerjî lazim bibe glîkoz ji xwînê dikeve hundirê şaneyê. Şane enerjîya xwe bi perçekirina glîkozê bi dest dixe.

Erê ezbenî di xwînê de asta glîkozê çawa tê eyar kirin? Çima wexta ku me xwarin xwar glîkoz nafire û wexta ku em birçî dimînin glîkoz nayê bin sînorê normal?
Ger parametreyek di xwînê de sînorê xwe îhlal bike homeostasis dîn û har dibe. Ji ber vê Dema ku mirov xwarin xwar û glîkoz di xwînê de bilind bû homeostasîs derdikeve holê û glîkozê kêm dike. Axirî Xwarinê bilind kir homeostasîsê kêm kir û glîkoz di nav sînorên normal de ma. Dema birçîbûnê xwarin glîkozê kêm dike û homeostasis wê bilind dike.

Homeostasis vê yekê çawa dike?
Ji bo bilind kirina glîkozê= glûkagon
Ji bo kêm kirina glîkozê= însûlîn
Ev hormon karê xwe bikin ê homeostasis bidome.

Ev hormon li ku derê tên çêkirin?
pankreas

Vêca têkiliya di navbera van agahîyan û dîabetes mellîtusê de çi ye?
Dema ku nexweşiya şekir peyde dibe li ser pankreasê têsîr dike. Ev jî dibe sedema kêmasîya însûlînê. Carinan jî însûlîn heye lê ev însûlîn karê xwe nikare bi temamî bike.

Yanê?
Ha, însûlîn tune be glîkoz di xwînê de bilind dibe û nikare were kêm kirin. Glîkoz tim bilind e. Glîkoz wek şekir tê qebûlkirin Lewma em dibêjin nexweşiya şekirî.

Ev meseleya tîp1 dm û tîp2 dm çi ye?
Însûlîn kêm be= tîp1
Însûlîn wezîfeya xwe bicih neyine= tîp2

Ma şekir di xwînê de zêde be çi zirara wê heye bila laş enerjîyê jê çêbike?

Wexta ku glîkoz zêde bilind bibe kapasîteya gurçikan derbas dibe. Laş ji bo glîkozê biavêje bêtir mîzê derdixe. Ev dibe sedema dehîdratasyon û kêmasîya elektrolîtan. Her wiha glîkozurî(hebûna glîkozê di mîzê de) derdikeve holê.

Semptomên dîabetes mellîtusê çi ne?
1) polîurî
2) polîdîpsî
3) nokturî
4) qelew bûn an zeîf bûn
5) hêdîbûna başbûna birînan
6) dîtina ximamî


Em bi çi awayî dikarin teşhîs bikin?
1) Tesbîtkirina glîkoza bilind(glîkoz>200) di xwînê de wekî encama pîvandinek çawalêhato+semptom
2) di pîvandina glîkoza birçîbûnê de glîkoz>125
3) hba1c>%6,5
4) du saetan piştî testa ogttê (glîkoz>200)

Ma Tedawîya wê nexweşiyê heye?
Tedawîyek ku mirov pê dikaribe bi temamî baş bibe tune ye. Lê pêşveçûna nexweşiyê û semptomên wê bi dermanan tên sekinandin.

Kîjan derman?
Bi dehan derman hene. Ya ku bêtir tê zanîn metformîn e.



05.02.2024 21:37 ~2024.02.29 15:28 | çaya germ

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» nexweşiya mirovê vî wextî

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zanistitenduristi zimanpeyv zanistitenduristi zimanpeyv zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî