Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
pîr şalîyar - tirşik
pîr şalîyar
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Pîr Şalîyar (Pîr Şaliyar, Pîr Şalyar, Pir Shalyar) fîlozof, alim, dewrêşeke Kurd ê ji (bnr: hewraman text) (Huraman Takht, Uraman Takht) a Rojhilata Kurdistanê ye.
Di sedsala 11emîn de li Hewraman Textê jîyaye, mal û tûrbeya wî jî li vir e. Hewreman ji gundên cûda cûda pêk tê, navenda mintiqeyê Hewreman Textê.
Huraman ji du peyvan pêk tê: "hur" bi wateya agir (har, hur, ar, adar), "aman" jî bi wateya hilbûn, rabûn e; "text" (takht) jî bi wateya navend (paytext) e. yanî em dikarin bêjin: "navenda agir lê radibe/hildibe". Herwiha Huraman bi Goranî tê wateya "bibereket, baranî û ewrî" yê. Navenda Zerdûştîye ye, ev mintiqe hemû girêdayê Marîwanê ye. Di navbera çiyayên Zagrosê de ye.

Li gorî rîvayetê keça qralê Buharayê Şah Bihar Xatûn ku bedewîya wê bi nav û deng bûye- nikare biaxive, kerr û lal e. Hemû rêyên ji bo şêfaya keça xwe diceribîne, loqman û hekîm tên li ser keça wî lê cardin tu kes nabe dermanê vê nexweşîya wê. Qral nav û dengê alim û zanayê kurd Pîr Şalîyar dibihîse û keça xwe ji bo şîfayê dibe Hewremanê ber destê Pîr Şalîyar. Ger Pîr Şalîyar bibe dermanê Şah Bihar Xatûnê qral dê keça xwe bi wî re bizewicîne. Piştî tedawîyeke dûv û dirêj Bihar şêfayê dibîne û sax dibe. Lê ji ber ku Pîr Şalîyar hem pîr e, hem jî ji jîyaneke dûnyevî dûr e çi mal û milk nîne ku bikaribe daweta xwe û Şah Bihar Xatûnê çêke. Gundîyan Hewremanê jî gelek ji pîrê xwe hez dikin û bi hevre ji bo Pîr Şalîyar daweteke pîroz û dirêj pêktînin. Piştî vê bûyerê her sal li Hewreman Textê daweta Pîr Şalîyar tê'te pîrozkirin (bnr: daweta pîroz). Ev dawet di navbera 21ê Çilê û 20ê Sibatê çêdibe. Daweteke dûv û dirêj û ji çend qonaxan pêk tê:

Hefteya 1.- Zarokên Hewremanê teqrîben piştî sersala kurdî mal bi mal digerin û wekî ku mizgînîya daweta Pîr Şalîyarî bidin destê xwe li derîyên gundîyan didin û gundî jî gûzan (gwîz) didin zarokan. ji ber ku hewreman ciheke çiyayî û asê ye, gûz navdar û zêde ne. lewma jî gûzan didin zarokan. gûz jî semboleke girîng e, qaçilê gûzan hene (kesk), qalikê qûzan hene (hişk) û qakilê gûzan hene (xwarin). yanî heta ew gûz diçe devê mirovan de ji 3 qonaxan derbas dibe, jixwe daweta Pîr Şalîyarî jî ji 3 qonaxan pêk tê.

Hefteya 2- Daweta Pîr Şalîyar li ber mizgeftê û qada gundî bi beşdarîya hezaran kesan tê'te kirin. Gelek dewrêşên ji kurdistanê û ji gundên cûda yên hewramanê wekî palangan, bolbar, nav, selîn û gundên jêra Hewreman Textê derdikevin jorê yanî Hewremanê Textê. Her wiha ji derveyî Hewremanê û Kurdistanê gelek turîst jî ji bo ku bibin şahîdê vê merasîmê tên wê derê. Dewrêş zikrên xwe dikin û dikevin transê de.

Hefteya 3.- Li ber xanî û tûrbeya Pîr Şalîyar merasîma bibîranîna wî çêdibe, êdî diçin li ber mala wî wekî ku bêjin vê îsal jî me daweta te ya pîroz çêkir. Diayên xwe dikin, cardin bi defê dewrêşên kurd merasîma xwe ji bo wî dikin. gundîyên ku wê salê dia kirin ji bo wan diayên hatin qebûlkirin dan û zadî tînin wê derê ji wan kesên çûyîn zîyareta Pîr Şalîyarî re belav dikin, her wiha hin gundî qekî qurban heywanan jê dikin û bo mêvanan xwarinê çêdikin.

Em niha di sedsala 21emîn de ne û ew merasîm ji sedsala 11emîn û vir ve ye bi awayekî rêkûpêk her sal tê lidarxistin. yanî ev e 10 hezar sala bêrawest û navber daweta pîroz a Pîr Şalîyarî tê'te pîrozkirin.

Ji bo vîdyoyeke bi soranî, îngilîzî û tirkî:













17.01.2020 03:27 ~03:32 | lehî baranyan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pîremegrun

Kategoriyên mijarê:: jiyan cand jiyan cand jiyan cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî