Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
ji bo kurdan tiştên herî girîng ên 10 salên dawîn (2010-2020) - tirşik
ji bo kurdan tiştên herî girîng ên 10 salên dawîn (2010-2020)

Navê mijarê ya ewil ev bû:ji bo kurdan tişta herî girîng a 10 salên dawî (2010-2020)
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Gelek gel û welat her deh salan mihasebeyekê ji bo xwe dikin. Gelo ev 10 salên dawî (2010-2020) ji bo Kurdan çi bi xwe re anî, çi bi xwe re bir, çi li me zêde kir, çi li mê kêm kir. Tiştên herî girîng ên van deh salan (decade) çi bûn?

Bi min van deh salên dawî tişta herî girîng pêvajoya di navbera PKK û dewletê de bû, yanî (bnr: pêvajoya aşitîyê) ango (bnr: barış süreci). Di vê serdemê de di warê jiyan, ziman, çand û hunerê de gelek pêşketî ji bo Kurdan çêbûn. Cara yekem ji ber vê pêvajoya aşitîyê xelk çûn cih û warên xwe yên di salên 90î de hatin valakirin, derketin merg û zozanên kurdistanê.
cara yekem pirtûkên kurdî yên ku salekê de çap dibin li ser 250 pirtûkan bû.
cara yekem gelê kurd û tirk bawerîya xwe bi jîyaneke aşitî û bi hevre anîn. newroz bi coştir hatin pîrozkirin.
kurdî di nav gel de, hetta di nav tirkan de jî popûler bû, zanîngehan de beşên li ser ziman û wêjeya kurdî (kurmancî û kirmanckî) vebûn.

Lê piştî ev qas hêvîyê dema pêvajoya aşîtîyê xilas bû, her tişt berovajî bû. tiştên ku min li jorê behskirî serûbino bûn. zext û zordarîyên li ser kurdan û kurdî zêdetir bûn. lewma li gorî min tişta herî girîng a vê 10 sala dawî ev ceribandina di navbera kurdan û tirkan de bû.

fermo, ji bo we tiştên herî girîng ên 10 salên dawî ji bo kurdan çi bû?



15.01.2020 02:55 ~03:01 | lehî baranyan

2. em vÊ mijarê dikarin di bin sÊ sernavan de binirxînin

başûr: deh sal berî niha têkilîyên navdewletî yên kurdistana başûr hêdî hêdî ber bi başiyê de diçû. hem sînorên başûrî berfirehtir dibû hem jî aboriya wan xurt dibû. bi taybetî têkîliya tirkiyê û başûr pirr pêşket. heta deh sal berî niha ji bo kurdistana xweser di medyaya tirkan de peyvên qabîle, êşîr... ji bo ku başûrî piçûk nîşan bidin bi nêta heqeratane dihat karanîn. Lê ji ber hindek sedeman têkilîyên her du dewletan xurt bû. di hindek mijaran de peyman li hev kirin. hetta ew ala kurdistanê ku qedexe bû û li tirkiyê wek paçavra dihat terîfkirin jî di rêûresmên dewleta tirkan de hat libakirin.
piştî şerê navxweyî yê sûrî nexasim piştî sala 2014an rewşa başûr di warê aboriyê de qels bû lê di warê lojîstik û sîyasîyê de xurt bû. piştî ku daîş ket iraqê destê ertêşa iraqê lawaz bû. li dewsa artêşa iraqê pêşmerge xaka kurdistanê û iraqê ji destê daîşê girtin. piştî têkçûna daîşê ya li iraqê, sînorên başûr gelek berfireh bû. lê sed mixabin piştî referandûma îlona 2017an, rewşa başûr pirr xirab bû. ynk û iraq li hev kirin pêşmerge ji cihên krîtîk vekişiya û erdê bavûkalan radestî artêşa iraqê kirin. û sed û sed mixabin sînorên başûr vekişiya salên 2004an. ji ber referandumê têkiliyên başûr û tirkiyê jî xira bû. em ji bo başûr wek dawî dikarin bêjin ku piştî têkçûna hewlên serbixwebûnê em têgêhiştin ku başûr hê ji bo serbixwebûnê ne hazir e. piştî têkçûnê, mesûd barzanî jî destê xwe ji her tiştî qerand û ji sahneya siyasetê daket.

rojava: ez bawer dikem ku ji bo kurdan aksîyon, guherîn û veguherînên deh salên vê taliyê bêtir di rojavayê de rû da. li sûrî di sala 2011an de şerê navxweyî dest pê kir. cara ewil hindek dijberên esêd serî li dijî esêd rakirin. bi bayê bihara erebî li sûrî jî talep û daxwazên demokrasiyê zêdetir bû. hetta pirr baş têt bîra min esad bixwe gotibû emê di pergala xwe de guherînan li dar bixin an pêk bînin lê hewl û xebata wî têrî xelkê nekir û xelk jî dest bi serhildanan kir. piştî serhildanan di çend mehên ewilîn de dengê kurdan bilind nebû. li sûrî piştî şerî, serîhildan rengê xwe guhert û ji 50î zêdetir rexistin û partî avabûn. kurd jî piştî çend mehan organîze bûn û rêvebirina rojavayê kurdistanê bi dest xistin. di nava kurdan de jî çend partiyên cuda hene lê bes bi tenê ypg (ku çend partiyên cuda têde cîh girtine) evçend xurt bû. li rojavayê kurdistanê kurd sînorên xwe pirr fireh kirin. li sûrî piştî sala 2014an de daîş pirr xurt bû û di sala 16 îlona 2014an de daîş êrîşî kobanîyê kir. bi navê xwe yê navdar berxwedana kobanîyê di 16 îlona 2014an de dest pê kir û heta di sala 26 çileya 2015an berdewam kir. piştî şerê kobaniyê bajarê kobanîyê wêran bû, li dinyayê şervanên kurdan (nexasim şervanên jin) bûn rojeva hemî dinyayê. piştî şerî prestîj û karîzmaya kurdan gêhîşt merhaleya xwe ya herî bilind. di rojavayê de daîş gelek qels bû. di sala 2016an de sînorên rojavayê gelek berfireh bûbû. di tebaxa 2016an de artêşa tirkan êrîş bire li ser rojavayê. mixabin piştî wê operasyonê rewşa kurdan li rojavayê jî ber bi nebaşiyê de çû. piştî operasyona ewil tirkiyê çend operasyonên dî jî kirin. bi kurtasî em dikarin bêjin li rojavayê kurdistanê deh sal berî niha navê kurdan qedexe bû, qismek ji wan bê nasname bûn. zilm û zextên esêd li serê wan kêm nedibûn. her çi qasî bi qasî çar pênç sal berî niha rewşa wan ne baş be jî li gorî deh salên berê em dikarin bêjin di hêla leşkerî û sîyasî de di payeyeke baştir de ne.

bakur: deh sal berê ez bîst salî bûm aniha sî salî me, deh sal berê di xwepeşandanekê de ez hatibûm berdestkirin. dema polêsan em berdest kirin di nava otobêsa polêsan de em çend heval bi polêsan re ketibûn nîqaşê. wan digot hûn ortalixê zêde sor dikin, bêhna xwe bidin, bêdeng bin jixwe dewlet dê problema kurdan çareser bike, dewlet jî dixwaze em jî dixwazim êdî ev problem çareser be û em bi aramî bijîn. îroj ne polês, memurekî ji rêzê jî van hevokan bi kar bîne dê serê wî ji belayê neseqire. Li tirkiyeyê di sala 2009an de bi awayekî eşkere pêvajoya aştiyê dest pê kir. Hetta di sala 2009an de 34 gerîla bi cil û bergên xwe yên leşkerî ji sînorên dewletê bi destûra dewletê hatin ketin tirkiyê. Di her bajar û navçeya ku tê re bihurîn de ji bo girseyên mezin axifîn, mîtîng li dar xistin. li amedê bi sed hezaran kes ew pêşwazî kirin, mîhrîcanan li dar xistin. Îroj dema ez wan rojan bi bîr tînim kelogirî dibin. Em dikarin ev deh salên dawiyê ji ortê ve bikin du cîh. Berîya hilbijartina 7 hêzîrana 2015an û piştî hilbijartinê. Di beriya hilbijartinê de atmosfereke aştîyane hebû. Hem li kurdistanê hem jî li tirkiyê her kes ji rewşa aştiyê razî bûn. Dengê kurdan di tarixa siyasî ya bakur de cara ewil ewqas bilind derdiket. Di hilbijartinê de hdp li tirkiyê di sedî de 13 deng girt. Kesî evqasî hêvî jê nedikir lê hdp bi ser ketibû. Ger serkeftina xwe bidomanda dê her ber bi başiyê biçûya. Ez dikarim wan rojan bi sloganekê terîf bikim ‘seni başkan yaptırmayacağız!’ belkî jî ev slogana demirtaşî, ji bo rewşa kurdan bû mîladek. Erdogan dixwast pergala seroktiyê bîne û bibe serokê dewletê lê piştî hilbijartinê akp kêm deng ji xelkê girtibû û bi tena serê xwe nikaribû bibe desthilatdar. Mhp digot em dijber in nabe em di koalîsyonê de bi cîh bigirin, chp jixwe hîç nêzî akpyê jî nebû. İşte hevalno helwesta hdpyê ya wan rojan ji bo bakur bû mîladek. Hdp jî ji ber bandora çepgirên tirk nêzî akpyê nebû û mixabin firsendeke dîrokî ji destê kurdan çem û çem çû. Ger hdp guh nedaba çepgiran û biçûya li gel akpyê mitabaqat bikira bawer dikim ku di wê salê de dê koalîsyona akp-hdpyê dê çêbûya. Lê hdp mixabin…
piştî hilbijartinê akp şerî gurtir kir dîsa. Mixabin pkk jî bi xendekan alîkariya akpyê kir. Ji ber xendekên pkkyê di tîrmeha 2015an de şerê xendekan dest pê kir. Saleke temam li amedê, nîsêbîn, gever, licê, farqîn,cizîr, şirnex… hwd şereke germ rû da. Piştî vî şerî bajarên kurdan bûn xirbe, hêz û qiweta hdpyê nema, pkk li bakur derbeyeke giran xwar û mixabin ew atmosfera aştîyane zivirrî dojehê. bi gelek caran jî ez dibêjim qey rewşa kurdan a van rojan ji ya salên notî jî xirab bû. Hama bêje Pênç sal di ser şerî re bihurî ye. Ev pênç sal di beden û mejîyê min de wek sedsalek e.

hîn gelek gotin hene lê nivîs gelek dirêj bû loma divê dawiyê lê bînim. Bi kurtasî me di deh salên vê taliyê de bi têra xwe keniyan, bi têra xwe girîyan, bi têra xwe kêfxweş bûn, bi têra xwe xemgîn bûn…



15.01.2020 11:42 | ferhenga şikestî

3. 1. Hendek
2. Referandum û xiyaneta başûr
3. Kavilbûna bajarên Bakur
4. Şoreşa Rojeva û xweparastina
5. Pêvajoya berxwedana Kobanê û geşbûna hesta neteweyî a kurd.



15.01.2020 16:30 | azad30

4. tişta balkêş, kêm be jî piştî şerê xendekan li bakurê kurdistanê gel, ji şer û polîtîkayên şaş ên siyasetmedarên kurd bêzarbûne û wekî berê guh nadin rêxistinên wekî hdpê û pkkê ku ji bilî berjewendiyên kurdan, dibin sebeba xirabmalîna wan. ji bo min guherîna herî bi xêr ev e. bi hêviya kurd jî bibin xwediyê rêvebir û siyasetmedarên aqil û aqilmend.



15.01.2020 19:26 ~21:06 | xeyda

5. ~~ji bo kurdan tişta herî girîng a salên dawî (2020-2023)~~
Ji sala 2021’an ve zarok û ciwanên Kurd dest bi parastina kurdên nasyonalîst kirine û ev parastin roj bi roj zêde dibe. Kurd nû şiyar dibin û serî hildidin. Di roja Newrozê de alayên kurdên nasyonalîst hildan. Dewleta kurdistanê ne pir dûr e, berovajî vê yekê pir nêzîk e.



20.03.2023 17:17 ~17:19 | horhorik

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdandin
» tiştên go stirhên serê yekî tênin
» herîr
» girîngîya dofollow û nofollow ji bo seo yê
» ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
» salên dilgeş
» dawîn hatîn reydan

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî