Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 20 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; pirsên pir tên kirin
peyamên çepikkirî

1. li vir wê pirsên pir tên pirsîn werin bersivandin.



2013.06.05-14:07 | simurg56

2. biqasî ku ez pê dizanim pirs nayê pirsîn,pirs tê kirin.



2013.06.05-16:36 | hogir

3. û ev pirs girê bi girê dibin pirsgirêk...



2013.06.06-02:24 | parezer

10. himm, xuya dike ku sîstem navnîşana piştî navê malperekê de tîpên gırdek werdigerîne hûrdekan. ji ber vê yekê jî lînk êsî naxebitin.

ev yek ji bo piraniya malperan nabe asteng, ji ber ku piraniya malperan di lînkên xwe de tenê tîpên hûrdek bi kar tînin. lê belê youtube yên gırdek jî bi kar tîne, pirsgirêk ji ber vê yekê ye, ji bo çareserkirinê hate notkirin.



2013.06.09-15:31 | simurg56

21. pirs û pirsgirêkek heye ku min dixe di nav fikar û mitaleyan kûr de.. gelo em ê navên biyanî li gorî alfabêta kurdî an li gorî alfabêta wî zimanî binivîsin di tirşikê de? ji bo nimûne em ê navê bi tirkî yê bajarê îdirê wek ığdır binivîsin an wek igdir?! herwiha ji bo îngîlîzî û zimanên din jî heman pirsa min lê ye û di rewacê de ye.. dîsa ji bo nimûne em ê peyva twîtterê wek twîtter an wek twitter binivîsinin di tirşikê de?! divê moderasyona tirşikê bi bayê bezê ji bo rêyên çareseriyê rist û rêzikên eşkere dane di vê mijarê de nexwe siba-susiba wê ev pirsgirêkek bibe serê sebebê gelek alozî û arîşeyên din..



2013.07.02-21:37 | endazer

43. pirsgirêkeke din dema ez peyamekî dinivîsim ez bêjim di dawiya peyamê de dixwazim ku li dereka peyamê opsiyona bnr an vbnr an *ekî bikar bînim ev opsiyonên ku ez behsê dikim ji ber xwe de li dawiya peyamê ve tên pêvekirin.. yanî divê ez opsiyona ku dixwazim bikar bînim ji nû ve kopî bikim û li cihê ku ez lê mayîm an dixwazim lê bicih bikim ve bikim an bizeliqînim.. ev jî rê li ber zorî û zehmetiyan vedike..



2013.07.12-03:40 | endazer

63. dema mirov tiştekî di tirşikê de sosyal medyayê de parve dike hê jî di bin lînka tirşikê de logoya egesözlükê dixweye mixabin.. yanî pirs û pirsgirêka min a berê çareser nebûye mixabin..



2013.08.21-14:21 | endazer

76. dema ku mijarên di rojekî de hatine vekirin zêde dibin û di rûpelekî de hilnayên yanî di çend rûpelan de tên nîşandan, ji xeynî rûpela ewil rûpelên din nayên nîşandan

yanî wek nimûne îroj heta vê gavê 41 mijar vebûne û di du rûpelan de tên nîşandan, mijarên di rûpela ewil de ji xwe ji ber xwe de tên nîşandan lê gava ku mirov dixwaze mijarên din ên di rûpela didoyê de jî veke û bixwîne beralîyê mijarên ku duh hatine vekirin dibe..

bavûkalanan gotiye pirs bêeyb in, çima?!



2013.12.30-14:57 | endazer

82. di tirşikê de, dema mirov mijarekî vedike, sîstema tirşikê karakterên kurdî yên wekê ş û ç û ê û î û wek karakterên cuda û bi serê xwe qebûl nake.. wek nimûne; eger di databesa tirşikê de mijara şîr, hatibe vekirin, tu nikarî mijara sîrê vekî.. an eger mijara şergele vebûyî be, tu nikarî mijara şêrgeleyê vekî.. yanî tu vekî jî sîstem ji çengê te re digire û te dibe cem mijara sergeleyê, ez dibêm qey berê jî min ev pirs pirsîbû, lê min kir û nekir bi ser ve nebûm û min dît ku pirsgirêk hîn dewam dike, min go ez cardî bipirsim..??



2014.02.09-19:05 | endazer