Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
tora ziman û çandan - tirşik
tora ziman û çandan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Tora Ziman û Çandan, li Amedê ji alîyê gelek sazîyên çandî, sîvîl, sîyasî û zimanzan, nivîskar, rojnamevan, stranbêj kurt û kurmancî entellektûelên û xemxwûrên Kurdî ve yekem komxebat îro pêkhat û dê sibê yanî roja yekşemê (12.01.2020) berdewam bike.
Armanca vê torê, ziman û çanda Kurdî ya ku li ber sikratê ango ya li ber talûkeya mirînê ji nû ve vejîn e.
Komcivîneke berfireh a bi beşdarîya zêdetirî 200 kesî hatîye pêkanîn. Di vê civînê de mijarên mafên zimanî, ziman û nasnameya neteweyî, rê û rêzikên xebatên sîvîl da gotar werin pêşkêşkirin.
her wiha piştî van gotaran 14 komxebatên tematîk dê pêk werin. di van komxebatan de dê li gel rewş û kêşeyên ziman û çanda kurdî, rênexşe
rêzikên xebatê torê diyar bibin. di çarçoveya berfirehkirina tora ziman û çandan de dê gotûbêj werin kirin û biryar li ser statû û rêziknameya torê were girtin.

Komcivîn li Amedê, Demi Oteliyê ya Derîyê Çîyê pêk tê. sibê roja dawî ya komcivînê ye.
Hêvî dikim vê carê biryar û encamên kêrhatî jê derkevin. Bi taybetî jî divê ev tor bikaribe tesîreke li ser rayedarên kurd, partîyên sîyasî yên kurd û parlementer û şaredarên kurd bike. ji ber ku encax bi guhertina sîyaseta partîyên kurd, kurdî dikare bibe xwedî sîyaset e. ev hêz pêşîyê di destê gel de ye, gel divê bi vê hêzê tadeyê bide sîyasetmedarên kurd.
divê yek kurd qebûl neke ku parlementer, şaredar, serok hwd. bi Kurdî nezanibe, neaxive û kurdan temsîl bike.

destpêkirina zimanê kurdî divê ji sîyasetmedaran be, ew dikarin bername û planeke bidin pêşîya xwe, vê gavê sazîyên sîvîl li kurdistanê xurt nîne, lewma jî ev hêz niha di destê partîyên kurd de ye.

Hevalên ku ji tirşikê beşdarî vê komcivînê bibe ji kerema xwe bila vê derê update bike. ji niha ve spasî.



12.01.2020 03:53 | lehî baranyan

2. di van çend salên dawîyê xebatên bi vî rengî li bakurê Kurdistanê zêde bûne, ev jî cihê keyfxweşîyê ye. komxebata hiqûqê, komxebata rastnivîsînê, komxebata tibê, yekîtîya zimên û ev komxebat. şikir êdî em dikarin bên cem heb xebatên profesyonel bikin.



12.01.2020 12:24 | xendekî

3. Navê torê wekî (bnr: tora ziman û çanda kurdî) hatîye guherandin. Îro encama civîna du rojan ji alîyê Bawer Berşewî ve hatîye xwendin. Divê bêrîya çandan û zimanan em berê xwe bidin zimanê Kurdî, ji ber ku li ber sekratê ye, pêşîyê mirov agirê xanîyê xwe û taxa xwe ditemirîne û paşê diçe yê cîranên xwe. Çawa Ehmedê Xanî berîya sê sed salan gotîye ku "Vî zemanî her kes mîmarê dîwarê xwe ye." divê wisa be. Kesê nekare ji xwe re dîwarekê çêke dê çawa biçe dîwarên xelkê çêke.

Here lînkê



13.01.2020 22:38 | lehî baranyan

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» tora derfetên kar
» zimanê kurdî

Kategoriyên mijarê:: ziman jiyan cand ziman jiyan cand ziman jiyan cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî