Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 41 peyam
bilal korkut - tirşik
bilal korkut
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Derhênerê Kurtefîlman Bîlal Korkut kî ye?
Sala 1987an li Nîsêbînê çêbûye. Di sala 2009an de ji Zankoya Dicleyê ya Diyarbekirê ji beşa mamostetîya zimanê tirkî derçûye. Di sala 2015an de li Zankoya Artukluya Mêrdînê di Enstîtûya Kurdolojîyê de lîsansa bilind qedandîye.
Di Sala 2016an de di Zankoya Mîmar Sînan a li Stenbolê beşa Sînema û Televîzyonê de bi cih bûye.Heta niha derhênerîya şanoyên “Komşuyuz(Em cîran in) û “Nene İle Tilkî”(Pîrê û Rovî) kiriye.Ew hêjî weke mamoste û xwendekar jiyana xwe didomîne.

çavkani:https://krd.riataza.com/2020/01/08/ji-bilal-korkut-kurtefilmeki-nu/

JI BÎLAL KORKUT KURTEFÎLMEKÎ NÛ
Bi projeyên pêk tîne Bîlal Korkut dihêle ku mirov qala wî bikin û herwiha fîlmê xwe yê dawî “ÇI BIKIM” (Nasıl Yapmalı/What is to be done) tekûz kir û gihand ber destên sînemahezan.
Kurtefîlm li Nîsêbînê hatîye girtin û 5 xulekan didome û ew di fîlm de behsa çîroka Hiseynê di navbera moderbûn û çanda xwe ya berê de mayîye dike. Çi Bikim fîlmê Korkut ê çaran e û ew bi vî fîlmî binê modernîzma derengmayî dikole û balê dikişîne ser mirovên ku wê êşê di nava dilê xwe de bi hemû şaneyan xwe hîs dikin. Zimanê fîlm bi kurdî ye û jêrnivîsa tirkî û îngîlîzî jî lê hatiye zêdekirin
Di“Çi Bikim” de Aydin Rengîn, Sîdar Özmen, Rengin Derya Engin û Gulbin Bozan dilîze û fîlm li ser youtubeyê hat belavkirin.
Derhêner Korkut dibêje: "Xelata herî mezin ew e ku kurd bikarin li fîlmên min temaşe bikin. Ji loma min fîlmê xwe ye dawî berî ez bişînim ji festivalan re min xwest li ser youtubeyê belav bikim. Cihê şanazîyê ye ku fîlmê me “Çi Bikim” di demeke kurt de ji aliyê gelek mirovan ve hat temaşekirin. Ez ji bo vê gelekî xweşhal û spasdarê temaşevanan im.”
Fîlmê derhêner Korkut yê yekemîn “Ez Tusubasa Me” di gelek festîlavên navnetewî yên weke Manchester, Brighton Short Film Festival, Roots of Europa International Film Festival, Nürnberg de hatibû xelatkirin..

Çend xebatên Bilal Korkut ji lînkên jêr dikarin bên temaşekirin

“Çi Bikim” :



“Ez Tsubasa Me”:



“Li Pey Nanê Xwe”:



“Ji Akademîyê re Du Raport”:



10.01.2020 04:23 | oceancr

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» bilalîsk

Kategoriyên mijarê:: sinemadrhnr sinemadrhnr sinemadrhnr kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî