Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 53 peyam
şampaz - tirşik
şampaz | 2019
Nivîskar: sadiq ûskan | kurmancî | roman | 170 rûpel

romana sadiq ûskan e di sala 2019ê de ji weşanxaneya wardozê der çûye. roman li ser şampazekê ku xelkê dixapîne û dişelîne, zilamekê dikeve pey e....
şampaz
(5) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. romana sadiq ûskan e di sala 2019ê de ji weşanên wardozê der çûye.

şampaz ji kesê hîloker û xelkê dişelîne re tê gotin. di romanê de zilamekê yextîyar tevî malbata xwe ji gundê xwe mecburî berê xwe didin qezê, li qezê şampazek tê kalo dişelîne, lê kalo bela xwe jê venake.

zimanê sadiq têra xwe zengîn e, sadiq ûskan li pey gotinên entîqe yên di nav xelkê de çûye û ev gotin û kalib di romana xwe de reşandine, ji ber wê zimanê wî zengîn û tamxweş e.

weşanxaneya wardozê piştî berhemên folklorîk berhemên wêjeyî jî li wêjeya me zêde kir, seeta wan xweş.



09.01.2020 23:24 ~23:25 | xendekî

3. Navê Romana Sadiq Ûskanî. ji ber ku roman li Qezê/Qoserê derbas dibe bala min kişand û min destpêkir bi rastî kêfa min hîn di serî de ji gotinên nivîskêr re hat ji ber ku bi toz û herîyê destpêkir. Ên ku dizanin jixwe dizanin wexta mirov qala qezê kir divê weke bismilayê mirov bi toz û heriyê destpê bike *

Di romanê de qala devereke Kurdistanê û zikakên wê tê kirin ev tişt jî bêtir dibe sedem ku balê bikişîne. Welatê mirovî çiqasî nexweş û bi pirsgirêk be jî a dawî welat e û şêrîn e li ber dilê mirovî. Ji aliyê naverokê roman li dora fen û fûtê Şampazî dizîvirin.

Apoyê ku fen lê hatiye kirin û digihêje kê û ew jî qala xwe û fenên Adil Berdayîyî dikin a rast ev tişt di romanê de mirov hinekî aciz dike weke dikeve nava dubareyekê. Lê hevokên Sadiq têra xwe herikbar e û bi henekan hatiye xemilandin gotinên kevn ên li nav miletî de xweş û di cih de bi kar aniye. mînak: rêya Qubikê, a Girmelêva, a Dirbêsiyê û weke Dikana Balîfo, Camiya Xerabe navên li Qezê hîn tê bikaranîn tê de derbas dibin. Û weke gotinên herêmî mînak li Qezê ên ku diherin mêvandariyê û zû bi zû ranabin heta nîvê şevê dimînin ji wan re dibêjin ma bû "Şevbihêrkiya Cilîniyan" biwêjên bi vî rengî hatinin bi kar anîn. Jixwe roman li dora salên 2010an de derbas dibe, lê di navêrokê de carna di bîranînên Apoyî de xwe digihîne zemanên berê heta qala navê Tilermen û Dunaysirê jî tê kirin.

Sadiq, pirsgirêkên civakî bi zimanekî edebî aniye zimên. derdên toz û heriya bajarekî ku tu caran tu kes lê xwedî derneketiye, derdên ceyrana qaçax, derdên bê zimanbûnê, derdên gundiyên ji axa xwe hatinin veqetandin û li bajaran ketinin nava devê guran, derdên bê dewletbûnê. Û derdên civakî ku ji ber mêrên wan tiştên hatine sêre jinan, kul û derdên feqîriyê. Û di civaka Kurdan de şerê xurt û qelsan.

Min xwest çend tiştan li ser romana Sadiq bibêjim ji ber ku ez bi hêvî me dibe ku di wextên pêş de navê xwe bi esasî li edebiyata kurdî binivîsîne.

Mefer Kurdil

Here lînkê



18.01.2021 15:35 ~19:58 | mefer

4. romana ku bi saya dîyarîkirina ferhega şikestî haya min pê çêbû. min îro dest bi xwendinê kir. hê di serî de, bala min kişand.



25.08.2022 22:19 | simurg56

5. romanek xweş e. gelek biwêj û gotinên pêşîyan dihewîne ku li tu ferhengan peyda nabin. min pêşîn xwest wan qeyd bikim. yek, du, sê min dît zêde zêde ye. min dev jê berda û biryar da ku carekî din tenê ji bo vî karî bixwînim û van biwêj û gotinên stranan jê derxim û li tirşik û ferhengê zêde bikim.
wek roman jî serkeftî ye. mirov him dûmahîka bûyeran meraq dike û him jî bi edet, fikr û sosyolojîya gelê xwe ji nû ve kifş dike û dikene, şaşwaz dibe.
ev demek bû ku min hêvîya xwe ji romanên kurdî birrîbû, lê vê pirtûkê keyfa min anî.



11.12.2022 09:16 | simurg56

6. Romana ku bi zimanê xwe yê folklorîk derketiye pêş. Hêj derfeta min çênebûye bixwînim. Heval behs dikin, dipesînin. Xwedê heske em ê bixwînin.



12.12.2022 01:42 | hêvî

7. romana ku eger li bakur saziyên kurdî têr hebûna wê xelatek ji nivîskarê wê re veqetandana. bi baweriya min hemû nivîskar, helbestvan û kurdînûs ên di tora kurmanciyê de bi vê romanê hesiyane, bi dest xistine û bi carekî de daqûrtandine. û heta dibêm hinek kesan hene ku wê danîne ber xwe û li ser hevoksazî an jî biwêjên wê û hwd xebitîne.



01.09.2023 23:50 | mirovekirind

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» şampaz

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje pirtukweje pirtukweje kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî