Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 7 peyam
    li tirkîyeyê buhabûna zêran - tirşik
    li tirkîyeyê buhabûna zêran

    Navê mijarê ya ewil ev bû:bihabûna zêr an li tirkîyê
    (0) (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. ev çend roje tirkîye zêr her diçe bihadibe. ji çend roj berê çaryekek gihîşt nezîkî 500 lîre ên tirka. gramek zêr jî herwiha 300 lîreyan derbas bu lê piştî axaftina serok trump şûnve ket xwarê. le kesên ku devûdorên min tim bahsa kirîna zêran dikin.tişta ku min fêhm nekir cîhe ku dolar ranabe zêr çima radibe?



    2020.01.09-22:56 ~2020.08.09 19:06]| golikvan

    2. Peywendiya buhabûna zêran a van rojan û rewşa Tirkîyê tune ye. Zêr ne girêdayî dolarê ye.
    Qîmeta zêrê girêdayî ons'ê ye. Em dikarin bêjin li Tirkiyeyê gava dolar buha bibe zêr jî buha dibe lê ew nayê wê wateyê ku dema zêr buha bû divê dolar jî buha bibe. Îroj onsa zêr 1548 dolar e. Dema dolar zêde bibe zêr jî buha dibe lê dema zêr buha bibe li hemberî hemû pereyan buha dibe.



    2020.01.09-23:12 | ferhenga şikestî

    3. zêr û dolar bi rêya ons girêdayê hev in. Ji bo yê nizanin formûla ons :

    1 ons= 31.10 gram e
    fiyeta 1 ons qasî " x" dolar be
    1 dolar = Y lîre be

    Bûhaya 1 gram zêr bi lîre

    ( x/31.1) * Y, dibe



    2020.01.10-00:22 | umed

    4. Zêr du bask e. Hem bi dolarê hem bi ons ê tê pîvanê. Dolar jixwe rabe bandora wî zêr ê jî dibe lê ons bi gerdûnê krîzên dînyayê, buyerên polîtîk ve girêdayî ye. Loma zêr re dibêjin "bendera ewle." Dînyayê rîsk hebe aborî xirab dibe loma xelk zêr dîstîne û zêr buha dibe lê rîsk kêm be xelk perê xwe ve avahî çêdike bi tiştên dîn bi kar tîne û zêr nakire hingê zêr jî erzan dibe.



    2020.01.10-11:25 | azad30

    5. ev mijar dema ku hatîye vekirin grama zêr nêzîk 300 tl yî bû ku heft mehan berîya vê rojê vebûye.lê aniha grama zêr nêzîkî 500 lîre yî bûye.pispor dibejin bûhayê zêran herdem wê zêde be vê şûnve qet nakeve xwarê.
    alîkî din ve dolar jî hedî hedî hemberî tl yê radibe.
    kesên ku aborîye fêhm dikin dibên pereyên xwe tl yê de nehelin an pê zêran bistînin an jî têkin dolar.
    nexwe gelo tirşikvan ve mijarê de çi difikîrin?



    2020.08.09-19:21 | golikvan

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    bincil [1]
    cilÊn binde.. qeta zemÎnÊ ya kincÊn li ser me mirovan.. bi qewlÊ ÎngÎl...
    mît [1]
    (paldayi: di karantînaya biharê de înterneta min pir qels bû ku nedibû...
    di kilamên dengbêjan de teswîrên balkêş [1]
    Teswîrên pirranî li ser bedena jinê ne. Di bedena jinê de jî bi taybet...
    di kilamên dengbêjan de teswîrên balkêş [1]
    gelek in.. bi taybetî jî di yên dengbêj huseynê farê û (vbnr: ...
    di kilamên dengbêjan de teswîrên balkêş [1]
    de lê lê lê canê minê serî cotê memikê cana xwe dîtîne sere sore bin...
    belki ev jî bala te bikişînin

    Kategoriyên mijarê:: ekonomi ekonomi ekonomi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî