Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
08.01.2020 êrîşa îranê li dijî binkeyên amerîkî li iraq'ê - tirşik
08.01.2020 êrîşa îranê li dijî binkeyên amerîkî li iraq'ê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Êran bi dehan moşekan êrîşî binkeya Amerîkayê kir.

Îran'ê bi daxuyaniyekê destpêkirina tolhildana dijwar a li dijî Amerîkayê ragihand û diyar kir, binkeya Eyn el Esed a hêzên Amerîkî li Iraq'ê bi dehan mûşekan hatiye hedefgirtin.

Îran'ê dibêje, di êrîşa îşev de a bo ser bi dehan mûşek wek tolhildana kuştina Qasim Sulêymanî binkeyên hêzên Amerîka'yê li Iraq'ê kirin armanc

Wekî dî Êranê hişyarî da welatên hevpeymanê Amerîkayê û welatên ku binkeyên leşkerî yên Amerîkayê lê hene, ku eger ji erdê wan ve êrîşî Îranê bê kirin, dê bibin armanca êrîşan.
Here lînkê



08.01.2020 03:20 ~03:21 | gumgumok

2. Qasim Sûleymanî ji alîyê heronên Amerîkî ve li Balafirgeha Bexda ya Iraqê di 03.01.2020an de hate kuştin. Sûleymanî serokê Hêzên Qudûsê ya Îranê bû, ev arteşa leşkerî ji bo ku Qudûsê (Jerusalam) ji destê Îsraîlê azad bike hatibû avakirin. Navê xwe jî ji wir werdigire.
Îro merasîma Qasim Sûleymanî li bajêrê ku ji dayîk bûyî Kirmanê hat binaxkirin, zêdetirî 50 kes ji ber îzdîhama cinazeyê wî mirin. Îranê ji roja ku suîkast li ser serokê wan ê herî girîng çêbûyî soza tolhildaneke mezin û tûj xwaribû, di Meclîsa Îranê de jî hemû parlementeran dirûşma "Întîqam, întîqam, întîqam!" ji bo Amerîkayê xwest.

Îşev jî Îranê hê xwîna Sûleymanî ziwa nebûyî soza tolhildanê bicihanî û du qerargeh û navendên Amerîkayê yên li Iraqê û Kurdistana Başûr bûn hedef. Ya yekem Ain Al Asad bû ku Donald Trump û firstlady Melaine Trump ji bo cejna Noelê -25ê Berfanbara 2019'an- li vê qerargehê bi leşkerên Amerîkayê şîva Noelê xwarin. Lewma Îranê ev qerergaha sembolîk bi zanîn hilbijartî ye û erîş kirîye. Erîşa din jî li ser qerargaha Amerîkayê ya li Hewlêrê kir. Heta niha rewşa mirî, birîndar û zerarê ji her du alîyan ve nehatîye eşkerekirin. Heta sibê dê dîyar bibe.

Niha li ser medyaya civakî û ajansên cîhanê şerê di navbera Amerîka-Îranê tê axaftin, gelek kes wekî Şerê Cîhanê ya Sêyemîn nêzîkî vê rewşê dibin. Her du şerên cîhanê yên salên 1900an di navbera welatên Ewropî de bûn, lewma jî zehmet e ku em bêjin Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, lê dibe ku rewş vegerî li ser şerê cîhanê.
Ji ber ku Îranê daxuyanî da û got; erîşên me dê li ser hemû qerargahên leşkerî û bûrokratîk ên Amerîkayê dê berdewam bike. Ji ber vê jî dibe ku Îran erîşên xwe li ser qerargehên Amerîkayê yên li Tirkiye, welatên Rojhilata Navîn, Îsraîl û gelek welatên din berdewam bike. Bersiva Amerîkayê heta sibê an jî rojên pêşîya me dê dîyar bibe. Li gorî bersiva Amerîkayê her du alîyên şer dê zelaltir bibin. Amerîka dikare ji du navendên xwe yên Tirkiyê (Încîrlîk û Kûrecîk) bersiva Îranê bide.
Li gorî rewşê Kurd, Tirk, Fars û Ereb dê bikevin di nav vê rewşê de, ji niha ve Kurdên li Başûrê bivê nevê di nav vê şerî de ne, li gorî encama şer dibe ku Kurd hin tiştan bides bixin an jî ji destê wan biçe. Lê ya rast destketîyên me Kurdan hindik in û em dikarin bêjin niha di destê me de nîvê Başûr û Rojavayê heye, her du jî di bin erîş û gefên Tirkiyê û Îranê de ne. Kengê kaosek an jî şerek derkeve Kurdan statû bi dest xistîye ((bnr: Şerê korfezê - gulf war, kuştina saddam hûseyîn, Şerê navxweyî yê sûrî).
Hêvî dikim Kurd ji ber vê rewşê destketîyên xwe zêdetir bike, mixabin şer derkeve gelek mirov dê bimirin. Lê niha li cîhanê tu serok û sazî nîne ku pêşîya vê şerî jî bigire, jixwe niha li cîhanê atmosfereke bedbîn û otorîter heye ((bnr: trump, putîn, erdogan, essad, ruhanî, kim jung hwd.)



08.01.2020 05:59 | lehî baranyan

3. di destê îranê da 2 alternatîf hebû: yan bi artêşa xwe serî li dya'yê rakiriya an jî bi hêzên xwe yên mîlîs serê dya'yê biêşandiya. her kes hêviya tolhildana îranê bû lê pirranî digotin wê îran bi rêxistinên xwe yên kirêkar bi êrişên biçûk û bê bandor li dya'yê bixe. lê îran alternatîfa yekemîn ji xwe ra bijart û bi moşekên xwe yên navdar êrişê bingehên dya'yê yên li iraqê kir.

li gorî dîtina min qesra spî gelek bêdeng e. ev jî tê wateya ku dya gav û bertekên gelê xwe û dinyayê dixwaze bi awayek hûrgilî bipîve û paşî bersivê îranê bide.



08.01.2020 10:56 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» 08.01.2020 êrîşa îranê li dijî binkeyên amerîkî li iraq'ê
» êrîşa kullîyan
» îranê bacanê reş barî ya
» amerîkî

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî