Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
nexweşiya mirovê vî wextî - tirşik
nexweşiya mirovê vî wextî
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Jibîrkirin. Kî çi bêje bila bêje. Lê ez dibêjim jibîrkirin.
Sermaye, rûmet, qedr û qîmet, nîşe, têkiliyên mirov... Tevde girêdayî mêjî û hafizayê ne. Hafizayek zeîf, mirov zehf kêm dike, alzheimer jî, mirov bin-ax dike.
Hetta ev jibîrkirin, belkî alameta qiyametê bê jî...



01.01.2020 01:09 | gumgumok

2. Bêpeywendî û zimanê hişk û tiralî. Bi taybetî ji bo Kurdan dixwazim zimanê wan li hemberî yaran nerm û xweş, li hemberî neyaran hişk û ziwa be.



01.01.2020 13:41 | dijberîst

3. Xwe xapandin, nexweşiyekê pir mezin e. Ji ber ku pişt re mirov bi xwe jî ji van derewan bawer dike rastiya mirov diguhere û nikare li hember alozîyên jiyanê biryarên baş bistîne. Hin caran derûniya mirov jî xirab dibe ji ber vê.
Ev sirûştiya mirov xirab dike û mirov ji xwe dûr dikeve. Êdî ew derew dibe binyada biryarên çewt. Her wiha êdî mirov van biryarên çewt wek rast dihesibîne.



01.01.2020 15:08 ~2020.01.16 13:29 | rojvanbêrî

4. Menfeat:
Nexweşîya mirovên vî wextî ye, li gorî min. Bila tenê karê wan werê xelaskirin û piştrekî saxê kî mirî ye, ne xema kesî ye. Tenê xwe difikirin, ji wan pê de derdê kesî din tune ye.
Tu carî jî li te na pirsin, heya ku karê wan bi te çebû. Êdî vî wextî wê bi dest derûyan bikin. Wê ji te re bêjin; tu li me nagere,ez vala nabim, hwd.



01.01.2020 17:47 ~17:49 | merwano

5. Lome kirin, nebuna empatîyê.



02.01.2020 11:29 | azad30

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» nexweşiya çolyakê
» mirovê ku di hemû malperan de heman şîfreyê bi kar tîne
» vî welatî çi dît û çi nedît

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket jiyan anket jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî