Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
karapetê xaço gotinê filîtê qûto - tirşik
karapetê xaço gotinê filîtê qûto
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. FILÎTÊ QÛTO


Heylo heylo heylo heylo heylo heylo
Heylo heylo heylo heylo Şemê rebenê
Şemê digo Filîto lawo
Li me hatî karwanê xwê yo
Daniye li Kaniya Badereşê
Lawo ser avêyo Şemê rebenê
Dibê Filîtê Quto gelo digere
Dîsa li xirabiyê Şemê rebenê
Şemê digo Filîto lawo dilê minê
Wê dil dibêyo
Ne min go lawo neçe pêşiya vî terş û tarişan
De terş û talişî gune ne
Çavê jin û zarê wana qerimî ne
Wa li rêyo Şemê rebenê
Heylo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo
Şemê digo Filîto min go
Lawo karwan hato ji Bilêderê
Mamê Elî Etmankî bi sê denga dikir gazî
Li xulam û xizmetkara digo bavê kî no
Hûnê bara biqelêbin bikevine berê
Minê rojekê dua dikir
Serê min û Filîtê Quto kurê Şemê
Li Panava Qîre dîsa di hev de derê
Şemê rebenê
Şemê digo Filîto lawo min go ji Pozê Qîre
Heta Delana Paşo çend neqeb e
Dibê mertala bavê Hesen lawo
Gelo sorî gulkî bi keb e
Herçî şerê Bavê Hesen tê de ye
Daîm Qetilxwîn e bi xezeb e lê Şemê rebenê
Filîtê Quto bi sê denga
Dikir gazî li Mamê Elî Etmankî
Digo lawo hêstira pêşî
Hêstira paşî deyne baca rêyo
Xulam û xizmetkara digot
Gelo gelî xulaman hûnê hêstira pêşî
Hêstira paşî bidine Filîtê Quto
Bila bibe qelenê diya xwe ye Şemikê lo
Lê Şemê rebenê
Şemê digo Filîto lawo roja me derketî
Wî ji Anedolê
Şewq û şemala xwe da pozê Seydim Qasim
Tapiya Biro mertala Bavê Hesen gulkê dorê
Ji xêra mala Xwedê re
Gavê li bavê Hesenî Talekî û pêşîrtengî
Bira tê derketa çend peyayê Mala Hesen
Korê Şemê rebenê.
Şemê digo Filîto lawo
Karwan temam dibên em karwanî ne
Bila ji Mamê Elî Etmankî pêştir
Ji karwan û bazirgana
Li welat û şaristana negerîne
Îro derbekê dayê
Li bejin û bala Filîtê Quto
Li bavê Hesenî tal e
Û koka mêra ji mala wana ditefîne
Lê Şemê rebenê............

Hezar hezar rehm li gora apê gerebêt be!



31.12.2019 11:55 ~2020.01.11 15:29 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» karapetê xaço gotinê lawikê metînî
» xaçort
» gotinên li ser bûkan
» filîtê quto

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrnbj muzikstrn muzikstrnbj muzikstrn muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî