1. Malpereke pirtûkfirotinê ye. Nû vebûye. Pîroz be. * |
|
28.12.2019 13:18 |
xwelî li ser
![]() |
2. Ser xêrê be xwedê xêr û bereketê bike nesîb. |
|
28.12.2019 13:23 |
azad30
![]() |
3. Malpera Pirtûkfiroşekî nû û nûjen e. |
|
28.12.2019 14:40 |
gumgumok
![]() |
4. Ser xêrê. Reqabet ji bo pêşveçûnê lazim e. Piştî vê malperê Bawer im wê pirtukakurdi.com zêdetir haya naverok û sîstema xwe hebe. |
|
28.12.2019 19:06 |
xelîl
![]() |
5. malpera tirşikvanekî ye lê ne ez im * |
|
28.12.2019 21:54 ~21:54 |
simurg56
![]() |
6. Malpera li ser xêrê be. Înşele pirsgirêka mezin a buhayê kargoyê safî bikin. Wê çaxê wê rêya wan xweş vekirî be * |
|
28.12.2019 23:01 |
berxweda
![]() |
7. malpera hevalekê me yê tirşikvan e. ji ber wê em dikarin alîkarîya wan bikin û qet nebe reklamê bo hevalê xwe bikin. sparîşa xwe ya ewil me da, bi xêr dane kargoyê; heta niha em jê memnûn in, xizmeta wan xweş e * |
|
29.12.2019 12:52 |
xendekî
![]() |
8. mixabin ji ber ku hemû pirtûkan nahewîne mixabin nekarî sîparîşên min yên îro bistîne. min jî dîsa ji pirtukakurdi kirî. (hejmara 3. ya kovar zrîng, pirtûkên bilici û rêbera rastnivîsînê) |
|
29.12.2019 13:12 |
simurg56
![]() |
9. çend têbinî bo malperê |
|
05.01.2020 19:37 |
berxweda
![]() |
10. Malpera firotina pirtûkan e. |
|
28.04.2020 14:53 ~14:55 |
ferhenga şikestî
![]() |
11. malpera ku ji min re jî 2 pirtûkên rêzimanê, wek dîyarî şandîye. qey darînê daryo ji kurdîya min ne qayîl e * |
|
28.04.2020 15:03 |
simurg56
![]() |
12. hêvî dikim gelek pirtûk, kovar û hwd. bifiroşin û bigihîjin armanca xwe. ezê jî êdî pêdiviyên xwe ji vê malperê temîn bikim. wek pêşniyaz bi taybetî serokên beşên ziman û wêjeya kurdî re têkevin pêwendiyê dê bêhtir bikarin dora xwe fireh bikin. serkeftina wan serkeftina bazara kurdî ye, pîroz e. |
|
28.04.2020 22:03 |
ezcan
|
13. Malpera firotina pirtûkan e. |
|
21.08.2020 22:12 |
kajav
![]() |
14. malpeřa ku min xwast jê peřtûkekê bikeřim lê ez kezebřeşî kirim. min ji wan ře ji WhatsAppê peyam şand got niha malpeř řojane dibe loma sparîşa min xweberê betal bûye. min got baş e ez ji WhatsAppê sparîşê bidim îja bersiva min bi turkî da û dû wê bi turkî peyivî. got hevalek ê dûře ji te ře ibanê bişîne va çend řoj in hîn ew jî neşandîye. talîya talî min ji cîyekî din sparîş da. berê jî min ji wir peřtûk standibûn û gelek dereng hatibûn. |
|
28.09.2022 22:09 |
keyomerd
![]() |
15. heçiyê dixwaze bi penceşêrê bikeve, ava reş birije ser çavê wan, xwudê jê bistîne, xêrê bike û qet nebîne dikare xwe lê biceribîne, min pêşiya niha çend rojan ji bo cara yekem xwe lê ceriband ne bi dilekî bi heft dilan jê poşman bûm, min kir niçniç, pişta stûyê xwe xurand û rûniştim ser dûvê xwe. |
|
24.11.2022 14:20 ~14:26 |
endazer
![]() |
16. li nav online sîteya ku pirtûka kurdî difroşe (ne şaş bibim) duyemîn e. |
|
24.11.2022 20:04 ~20:04 |
bakur.nekure1
![]() |
![]() |
kurdgpt [1] |
![]() |
kesrewan [2] |
![]() |
bismil [2] |
![]() |
tiştên ku bêhemdî kenê mirovî tînin [1] |
![]() |
epictetus [1] |