Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kanal istanbul - tirşik
kanal istanbul
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê projeya kevin/nû ya akpê ye. qaşo wê di navbera behra reş û marmarayê de tengavek nû were çêkirin. ji bo çêkirina wê behsa mesrefek wek 75 mîlyar tlyê tê kirin. ji îsrafê wêditir ne tiştek din e jixwe, lê ji xeynî wê ev heye: berî 8 salan dema erdogan cara ewil behsa vê projeyê kir, rewşa wî ya sîyasî û aborî ji ya niha zêde zêde baştir bû lê nekir. îcar di nîvê nava vê krîza aborîyê de, tu wê çawa çêkî?

dîyar e ku tenê ji bo guhertina rojevê ye. lê chp wek her demî dîsa xwe dixe wê pozîsyonê ku heçko tekane astengîya li hemberî projeyê, muxalefet e. çima evqas ehmeq in ev kemalîst, fêhm nakim. hîç behsa projeyê nekin û bêjin de yallah hadê çêkin, jixwe wê her tişt derkeve meydanê. her çi be jî dema mirovek ji rêzê, li tabloyê dinêre vê dibîne: akp dixwaze îcraatek bike lê chp nahêle.



25.12.2019 23:39 | simurg56

2. projeya ku heke biçe serî peymana kendavan a montroyê jî bi xwe re pûç dike. kendav xweyîstatûyeka taybet in, prensîba sereke her çiqas kendavek di nava xaka welatekî de be jî serbestîya derbasbûnê ya navnetewî heye; yanî xwedîyê welatî nikare bêje ev kendav di nav xaka min de ye û xelk nikarin tê de derbas bibin, bi peymanên navnetewî kendav hatine serbestkirin lê kendavên tirkî yên wek marmara û çanakkale xwedîyê statûyeka taybet in bi peymana montroyê; li gor peymanê kîjan dewlet bixwaze di van kendavan re derbas bibe berî 15 rojan divê haya dewleta garantor jê çêke, noqavên şerî dema tê re derbas bibin divê serav bin û roj derbas bibin û çend sînorên din; ev hemû kirine destê tirkî de. lê heke ev qenal çêbibe statûya montro dide tirkîyê serobino dibe.

bi her awayî ev qenal li gor min jî bi armanca tevlîhevkirina rojevê ji alîyê akpê ve tê rojevê, wekî din îmkan û derfetên tirkî nîn in û ji feydeyê bêhtir xisar e.



26.12.2019 22:11 | xendekî

3. kanala ku nikare bê çêkirin. heke dewletek xurt bûya minê bigota dixwazin bajarekî xwedî statuyeke taybet di wê doravê çê bikin lêji bo tirkî ji xeynî deriyê rankê pê ve netiştek e.

ji bo peymana montroyê jî nabe ji ber ku divê tengaveke din li çanakkale jî çê bikin.



27.12.2019 00:50 | berxweda

4. yek ji projeyên dînik û beredayî û bi mesref ên akpê ye. her çiqas tê gotin ku "yaw hinde jî nakin qurban, nikarin vê projeyê bidin destpêkirin" jî li gorî min ew bixwe jixwe dînik û bê mantiq in û heta vê rojê hemû tiştên ku gel û mixalefet gotine nakin kirine. lewma ku tiştek mezin ji bo guhertina rojevê nebînin wê ev proje jî derkeve ixaleyê û were destpêkirin.



27.12.2019 08:10 | xelîl

5. Heke li gor berjewendîyên tirkîyê be naxwazim çê bibe. Heke feydeya wê tê da nebe dixwazim çê bibe. Axa wan ne xema min e.



27.12.2019 16:07 | dijberîst

6. Projeya ku dibê bibê sedema tiştine mezin.
J'xeynî buhaya wê û krîza ekonomîyl, rewşa peymana montroyê tevlîhev dibe.
-J'xwe Tirkiye nikare tengava stenbolê li ber keştiyan asê bikî.
- tirkiye nikare bi darê zorê keştiyan di qenalê re derbas bike.
- li gorî peymana montroyê, dewletên ku sînorê wan li behra reş nînin, nikarin keştiyên mezin û zêde derbasî behra reş bikin, û li wir zêde bimînin.
Heke ev qenal çêbibe, dewletên weke Amerîka wê xwazin keştiyên leşkerî yên mezin derbasî behra reş bikin. Ê tabî ki Rûsya jî wê îtîraz bike.
Yanî evdêr wê tevlîhev bibê camêrno.



28.12.2019 12:00 | gumgumok

7. Projeya ku nîşan dide erdoxan çendî çavsor e. Yanî hema ji bo têrkirina zikê dostên xwe jî bibe mirov keritîyek wiha nake. Mirov ewqas mesrefa bike tîcaret bike genima biçîne kartir e.



28.12.2019 13:26 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kanalên kurdî yên ser youtubê 24 saetan weşanên wan hene
» istanbul

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî