Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 44 peyam
bîranînên zanîngehê - tirşik
bîranînên zanîngehê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bîranên ku hê zêde dibin e. *

rojekî dereng mabûm ji bo ezmûnê. hevalê min gote here nexweşxanê, bêje ez nexweşim bila raporek bidin te. min go ne nexweşim ez ê çawa bistênim gote tiştekî bêje haa.. ji bo ku tu bikeve ezmûna mazeretê. nêse çûm. naxwazim derewa bikim çûm cem sekreterekî min go ez dereng mam ezmûnê, ji bo raporê hatim. gote here cem filankes û bêje ez nexweşim bêje filan derê min têşê. tu wulo bêjê kes rapor nade te. min go temam. di rê de difikirim ka dereke min naêşê ez bêjim çi? min meyzand qirka min diêşîya hinekî. çûm cem textor mi go qirka min têşê.lê meyzand go hmm enfeksiyon başlangıcı var. mi go hela hela. nêse mi go ka raporek jî bide min ji kerema xwe. belê. ne bîranînek ew qa xweş bû. ka yeke din bêjim.

rojekî gotin li zanîngehê çalakîya tirkêşçîya heye. yên werin li fen-edebiyat fakultesi nihal atsız bi bîr bênin. ez jî tiştek nizanim sala min î yekem e. sal 2015 bû çaxê xendeka bû. nêse xort û keç kom bûn li fakulteyê. stran filan, rûniştin. pişt re polês hatin. ew li hêlekî em li hêlekî. xorten çepgir û yen me nav hevdû de bû. ji me re jî hevalke çepgir gotibû. di pola me de bû. qaşo me örgütlemiş dikin. nêse xort di gotin polîsa belav bin an em ê mudehale bikin polîs di gotin belav bin filan bêvan. min dî yekî şûşeyek sodayê avête polîsa pişt re kevir filan û polîs gulêyen plastîk reşandin ser me. min bi xwe tiştek nekir ne kevir avêt ne tiştek. mat mam di nav wa da. min xwe sparte qolonekî û xwe da alî. xort paş ve çûn û çûn. qaşo barîqat jî çekiriûn li wir bi maseyen pola. welhasil çûn hettta nav daristanê. pişt re min çend hevala dît. ji polîsa xilas bûbûn. ew ê çepgir jî nav de. kero kevir tavêt rûyê wî vekirî bû. pişt re em ber bi derîyê zanîgehê ve diçûn. paşî ev ê çepgir û hevala wî gote divê em vegerin eylem alani heval. min go law hûn ker in hûn xilas bûne ji wan çima dîsa vedigerin. gotin na. vegerîyan. hê ne gihane fakulteyê polîs wan girt. ji xwe diyar kiribûn kî bibin kî nebin. belê ev jî ew qas ne xweş bû ka yeke din bêjim. *

dîsa rojekî ji mêrsînê diçin edenê. di trênê de bi diya xwe re dipeyivim. diya min go li kû yî min go di trênê de me diçim edenê. go tamam kurêm bi kurdî nepeyive. ditirsê jinik. min go tiştek nabe lê. go oxlim turce qoluş turce qoluş benim gibi qoluş. *



24.12.2019 00:09 | xwelî li ser

2. Vê serdemê de heşt heb dersên min hebû û ez jî ber pirsgirêkek neketibûm ezmûnên fînalan. Di navbera du rojê de heşt îkmal benda min bû. Heşt ezmûn li pey hev in kîjan dersê bixebitim? Serê min tevlîhev e. Welhasil roja îkmalan hat. Dersekî heye, ez ji mamostaya vî dersê qet hez nakim. Hama îmana min wê diçe. Neyse wext hat em ketin polê, her kes cihê xwe girt. Ezmûn dest pê kir, piştî çend deqe dinêrîyam milet telefona dinêre. Min jî got dibe ku mamoste dengê xwe ji qopyayê nake. Ez jî nizanim qopya mopya bikşînim. Hama min dil rehetî telefona xwe vekir û pirsan bersivdan. Bersiva du pirsan qedand min dît mamoste hat serê min. Got: tu çi dikî? Min jî serê xwe bi awayekî masûm bilind kir rûyê wê dinêrîyam. Min got ev çi dikin, ez jî ev tişt dikim. Hama Kaxizê ezmûnê ji destê min girt û got ev ezmûna dersa îstatîstîkê de ne mekîneya hesabê dinêrin. Piştre îmzeya xwe ser kaxizê min avêt û çû. Min çi kir nekir kaxizekî nû jî neda. Ders mabû salekî din.



24.12.2019 23:53 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» bîranînên zaroktiya nivîskarên tirşikê li gund
» zanîngehên taybet

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî