Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
şeva yelda - tirşik
şeva yelda
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. şeva herî dirêj a salê ye, şeva 21ê kanûnê ye. li cem kurdan taybetî li cem zerdeştîyan şeveka pîroz e, li rojhilat û li başûr bi merasîman tê pîrozkirin.

di pîrozbahîyan de hinar gelekî xuya dike. wateya wê girîngîya wê çi ye nizanim, hêvî dikum hevalên dizanun ji me re jî bêjin.

bakur: Îsal bi pêşkêşîya weşanxaneya sîtavê li Wanê jî şahîyek bo şeva yelda hate çêkirin. Here lînkê

başûr: li başûr her sal bi merasîma fermî tê pîrozkirin, îsal li hewlêrê merasîm çêbûye Here lînkê

li helebce jî hatîye pîrozkirin: Here lînkê



22.12.2019 19:43 | xendekî

2. navê helbesteka şairê kurd ê soran nalî şarezûrî ye, ji bo şeva yeldayê nivîsîye.

Nalî Şarezûrî - Şewî Yelda
Şewî yeldaye ya deycûre emşew
Ke dîdem dûr le to bênûre emşew?

Dilim wek hakimî me`zûle qurban!
Xelatî weslî toy menzûre emşew

Dilîş mayil be dîdey toye, boye
Le min wehşî û remîde û dûre emşew

Ke toy şay keçkulahî dîde mestan,
Çi bakim qeyser û fexfûre emşew?!

Le xew helsawe ya aloze çawit?
Hemîşe waye ya mexmûre emşew?

Suruşkim neqşî çawî to dekêşê
Cêgem serdarekey (mensûr e emşew

Dilim wek hakimî me`zûle qurban!
Xelatî weslî toy menzûre emşew

Musulmanan depirsin halî « Nalî »
Le kuncî bêkesî mehcûre emşew



22.12.2019 19:46 | xendekî

3. Şeva ku piştî belavbûna medyaya civakî di nava Kurdan de, navdar bûye ye. Ji beriya Facebook û twitterê min tu caran navê vê şevê nebihîstibû.
Her wekê kevneşopiya (bnr: sêva mêxekrêj). Min ev kevneşopî jî bi saya înternetê bihist.



22.12.2019 21:01 ~21:02 | nan û av

4. Şeva ku di nav kurdên me ên bakur de nasîna wê ne berbelav e. Bi saya tora civakî û şopandina ji nêz ve ya kurdên me ên din hinekî bûye navgîn ku em jê hayedar bibin. Başûrî mîna cejnekê pîroz dikin. Şahîyan felan li dar dixin.



22.12.2019 21:05 | darînê daryo

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» şeva qedrê
» yelda

Kategoriyên mijarê:: cand cand cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî