Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


42 mijar û 76 peyam
rapa kurdî - tirşik
rapa kurdî
(10) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. 15 meha berfanbarê sala 2019an da konserta rap a kurdî hebû, hîn canik û camêr derketin li ser dikê û gotin em dê pêşkêşîyên bi tirkî bikin ji ber ku yên bi kurdî nizanin di nava me da hene, û kirin xêncî stranên xwe gotinek bi kurdî nekirin, ez poşman bûm ku ez heta li wir çûm, lê Reqso û Xem hema hema qet bi tirkî qise nekirin, divê rapa kurdî îja çi tirkî, îja hirç û govend. Kurtasî ev bûyer gelekî dilê min êşand.



17.12.2019 02:19 | xwebixwe

2. Kêfa min zêde ji rapê re nayê lê eger mesele rapa kurdî be divê di vî warî de ji sherîf omerî pê ve kesek methê xwe nede * gotinên stranên vî lawikê netebitî, ji gotin û manîfestoyên gellek siyasetmedar û rêberên kurd maqûltir e, zanatir e. Klîbên wî yên têra xwe sûrreal, mîzaheke xwemalî û mûzîka wî ya bi xeml û coş jî pê re. Bi ya min divê li qada şerr û cengê mûzîka şerîfo deng vede *

Tirşika hîphopa kurdî:




Azadî:




Lêxin:




Kurdo:




17.12.2019 23:03 ~23:06 | xeyda

3. li aliyê serhedê ji bo "rep" gotinekî din tê gotin.Ji bo wî dema ku ez RAP dibînim, ez nizam bêjim çi hişê min da rep e , rap e , rep an rap e wisa wisa derbas dibe.Piştre error dide û disekine.Çima em navek din lê bikin nabe:(



23.02.2020 02:15 | brzn

4. li benda repbêjek zîrege. serhado ne xirab bû lê ne afirîner bû. hirmetek gotye sherif omeri. Heger sherif omeri repbêj be smaîl tivorî rockstar e.



23.02.2020 02:24 | hespêsor

5.


Berê her tiştî ji bo kul û derdê rapa kurdî, danasîn û dengbelavkirina wê belgefîlmek bikêr e.



24.02.2020 22:04 | rizgarm

6. şerîfek hebû ewî jî çawa gava xwe avêt Almanyayê kariyera xwe herimand. Dema li rojava û başûr çi qas kesên çûne Ewropa rexne dikir, digot ji welat baz dane, niha bi xwe heman tiştî dike. Û pê re jî stranên çop çêdike, ku mirov ji şerma nikare di nav xelkê de guhdar bike.



24.02.2020 23:04 | endazer

7. a ku li gor rapperan ber bi başiyê ve diçe.
deutsche welle'yê vîdyoyek pir xweş amade kiriye. çendekî berê li stenbolê şeva rapa kurdî hatibû lidarxistin, dîmen bi piranî ji wir in. ya ecêb di dîmenan de 72deno û harun elkî jî heye
cara yekem e navê ronî artîn dibihîzim.



24.02.2020 23:49 | brusk56

8. Ez sala çûn bêhemdî li ser you tube ê li du rapperên ji rojavayê Kurdistanê rast hatim min berî vê qet navê wan nebihîstibû lê kêfa min ji muzîka wan re hat. Ezê li jêr çend lînkê klîbê wan deynim. her du jî hêjane guhdar kirinê.

Avako-normal;




Avako-lo lo




Orhano-cihê vala




Orhano-zemano




08.04.2020 13:04 ~13:42 | f

9. ronî artîn ji mêrdîn e , cotkar e
heqê rapa kurdî ew tenê dide .

peyvê stranê min nivîsî ye di şirova de heye (kurdgelname)





08.04.2020 13:23 | shwinsherm

10. rapa ku hew li başûr û rojhilat berhemên serkeftî dide ye. rapbêjên bakurî bi kêrî ti tiştî nayên, rapên wan jirêzê ne. jixwe sedema evê diyar e ev ji ber perwerdeya bi zimanê zikmakî ye. li rojhilat perwerde tune ye lê ew pir bi hêsanî dikarin jî soranên başûrî sûd wergirin, lê ê me em nikarin ji kurmancên duhokê tiştekî fêr bibin ji ber ku alfabeya me cûda ye. ji bo evê ez fêrî alfabeya wan jî bûm lê xwendina min hêdî ye û min hîç jê hez nekir. li ser mijara ku ez rapbêjên bakurî serkeftî nabînim, berê min digot belkî ev yek ji cûdahiya zaravayan be, lê li başûr rapbêjên kurmanc ên pir serkeftî jî hene (bnr: amad baz).



12.11.2020 13:58 | keyomerd

11. Hin ji wan kesê rapperên kurd:




28.12.2020 13:34 | merwano

13. navê belgefîlma ku çêkirina "kurtce rap yapmak" e. yanî ewqa tiştekî ecêb e li gorî wan. xwezika rapbêjên me tevlî belgêfîlmê nebûban. ti fêda vê îşê ji rapbejiya kurdî re nîn e. weke tiştekî ecêb pêşkêşî tirkan kirine û hew.



28.12.2020 19:38 | hueyn

14. ji xwe qet fehm nakim çima rap ber çavên hin kesan tiştekî zehf serkeftî tê kifşê, yanî mirov her zane kesên rapper wek zanyar û profesôranin. nabêm tiştekî hêsane hema tiştekî zehf zor jî nîne yav.
alî din bo min (bnr: serhado) wek eminemê kurdaye.

Li pişta min nifirin
Çav li min yê li pêşe
Çiqas bilind bifirim
Ewqas jî ketin diêşe



28.12.2020 19:49 | doesntmatter

15. ez bi vê rapa kurdî/114880 nehisîbûm. di dokumentara ku çêkirine de jî xuya dike ku peyvekê kurdî neaxivîne *. navê konsertê şêva rapa kurdî ye lê belê ji serî heta dawî tirkî axivîne. * bi xwedê mirov ecêbmayî dimîne ji ber ehmeqtiya van.



29.12.2020 17:46 ~21:15 | hueyn

16. terza bakurî ya van salên dawiyê ji ber ku li stenbolê asê maye nikare pêş ve here. di nav tirkî de dixeniqe. Nizanim mirov ji bo çareseriyê dikare çi bike. li welat meriv nikare xebatên çandî bike hem ji ber dewletê hem ji ber dînozorên mkmê. Ciwanên xwende û sekuler ên kurd jî li metropolên tirkiyê dijîn û ev terz bi piranî bala wan dikişîne. Heger xebatek di nav ciwanên li welêt dewsa xwe çêke dibe serkeftî yan na tenê li teqsîm û qizilayê şevên marjînal çêdibin û hew.

reqso/128129



29.12.2020 20:18 ~23:35 | ezcan

17. mixabin ber bi başbûnê ve naçe.

xwe bidin alî, pisporê kevin yê rapa kurdî hat.

di xortaniyê de min gelek rap guhdar dikir. tabî bi tirkî. bêguman sagopa kajmer û ceza. stranên wan yên gelek serkeftî hene. tabî paşê sagopa pîr bû û ceza jî bû rûyê reklamên popkekan fîlan.
wan deman min pir dixwest rapa kurdî jî hebe û ketim dû rapa kurdî. li gorî dîtin û zanîna min, yekemîn stranbêjê rapa kurdî kî ne em e.



ê wan piranî mûzîka bo keyfê bû. alkol û tiryak, serxweşî û sergêjî bû mijara wan. lê xweş bû.

paşê serhado derket û navê xwe li dîroka rapa kurdî, bi tîpên zêrîn neqişand. karê wî him profesyonel bû him jî serkeftî bû û him jî li ser welatparêzîyê bû. ji bo rocka kurdî kerem gerdenzerî çi be, ji bo rapa kurdî jî serhado ew e.

piştî serhado, rezan heye. (bnr: rêzan jamal). mûzîka wî hinekî cûda be jî, li gorî yên mayî, bêtir nêzikî serhado ye.







yek ji rapbêjên serkeftî jî bêguman şerîf omerî ye. klîbên wî ji hev ecêbtir in. kurdîya wî gelek xweş e û pir afirîner e. lê belê wek li jor jî hatiye gotin, piştî çû ewropayê dibêm qey rihê xwe firot şeytên. li her derî rexneya wî dikim. di binê vîdyoyên wî de, li civatan û li her derî. heyf..

ji nifşa nû roni artin hêvî dide. reqso beredayî xuya dike. xem, heçko çavê wî li popê ye.

di vê navberê de min ji vîdyoya şeva rapa kurdî û belgefîlma li ser wan jî hîç hez nekir. dîroka rapa kurdî diçe 15 salan. tê bêjî qey cara ewil e rapa kurdî tê çêkirin û wek ajalên afrîkî, belgefîlma wan tê kişandin.



21.01.2021 22:52 ~22:52 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
keloş [1]
Spas ji bo pêşwaziyê cinorek ^.^ Rast e çawa ku hatim keti...
keloş [2]
Nivîskareke nû ye lê bawer im di jiyana xwe ya pêşîn da jî tirşikvan b...
belki ev jî bala te bikişînin
» rapa kurdî
» kurdîzade ehmed ramîz

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrnbj muzik muzikstrn muzikstrnbj muzik muzikstrn muzikstrnbj muzik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî