Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
o ses turkiye - tirşik
o ses turkiye
(0) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. ez ê bêjim pêşbirka mûzîkê ye lê na, ji wê zêdetir pêşbirka dengê ye.
bajar bajar digerin û di nav namzetan de bijartinan dikin paşê ew ê bijartî yeko yeko derdikevin ser ekranan û distirin. di vê navberê de piştên jûrîyan lê ne, yanî pêşbazan nabînin. eger hejê bikin berê xwe lê dizivirînin. ger ji yekê zêdetir jûrîyek lê vegere, wê demê pêşbaz ji nav wan yekê hildibijêre.
piştî herkesî strana xwe got û hinek ji wan ji alîyê jûrîyan ve hatin hilbijartin vêca pêşbirka di navbera strnabêjan de destpê dike. derdikevin pêşberî hev û kîjan bi ser bikeve dimîne, yên din ji pêşbirkê derdikevin. bi vî awayî di dawîyê de kesek dibe şampîyon.

bi ya min şûna formatek wisa, pêşbaz bi stranên xwe yên xweser tevlî pêşbirkê bibin çêtir e. çimkî ya girîng ne deng e. erê deng jî girîng e lê ji ya wê girîngtir, afirandina strana e. jixwe bi ya min ji ber vê yekê ye ku tu şampîyonên vê bernameyê nebûne "hunermend". ango tiştek li mûzîka tirkan zêde nekirine. encax bi vî awayî hatîne nasîn û niha di kafe û baran de lê didin.
lê weke mînak bi pêşbirka ziryabê ku weke xwestina min bû, me gelek stranbêjên nûjen nas kirin û wê her yek ji wan teqez di pêşeroja mûzîka kurdî de cî bigirin.

carinan stranbêjên kurd jî tevlî vê pêşbirkên dibin lê tabî bi stranên tirkî. bi zimanên din jî stran tê gotin (bi taybetî îngîlîzî) lê bi kurdî nabe. îhtîmalek mezin, heta teqez, hatîye qedexekirin. heta dema stranbêjên kurd tevlî dibin, behsa paşeroja xwe ya stranbêjîya kurdî jî nakin.

heta niha kurdên wek emre sertkaya, dodan û omer ayhan tevlî vê pêşbirkê bûne. belkî zêdetir jî hebin lê haya min jê tune. emre sertkaya û dodan bûn şampîyon. dema dodan tevlî bûbû, gelek rexne jî jê re hatibûn.



15.12.2019 14:54 | simurg56

2. Dih yekî Elazizi stranek digot ji dil digot



15.12.2019 18:40 | heci adar

3. Du salên ewilîn min temaşe kirin lê şûnde min dev jê berda. Bernameyên wî rengî bi pirranî bi tenê bi kêrê stranbêjên ku di cafe û baran de stranan dibêjin re têt. Lê belkî di dîroka Tirkîyê de belkî du sê kes ancax piştî pêşbirkê jî bi ser ketine û stran û albûman derxistine. Yên dî jixwe bi ser nakevin. Wek li jor jî hatiye gotin mesele ne ew e ku tu di pêşbirkê de bibî yekemîn eger tu afirînêr nebî û klamên baş neafirinî.
Ev pêşbirk ne şaş bim ji 8 salan zêdetir e heye lê piştî 8 salan tu yekemînek mayînde nebûye. Armanca vê bernameyê jî bi tenê show û pere ye. Armanc ne derxistina dengên baş û hunermendên baş e



15.12.2019 22:05 | ferhenga şikestî

4. bernameya ku tê de kurdî gotin qedexe lê her sal kurd dibin yekemîn *



15.12.2019 22:53 | brusk56

5. bernameya ku tê da kurdî gotin qedexe ye lê her sal di nav jurîyande ên kurd(!) hene



16.12.2019 01:56 ~01:57 | mêrxasê serhedê

6. Bernameya ku ewqas xwendekarên zaningeha tînin kom dikin wan salonan tije dikin. Şûna ku herin bixwînin binîvîsîn tên wan salonan şovperestan dewlemend dikin.



16.12.2019 20:29 | azad30

7. Li ser qedexebûna zimanê Kurdî bo rexneyek min Vê mijarê de vîdeoyek amade kiribû. Bi gelekî zimanan stran vê bernameyê de hatibû gotin tenê Kurdî tune bû. Ji îngilîzî bigrin, spanî, îtalî heta farsî stran dihat gotin. Min hemî mînakên stranên van zimanan li vîdeoyê de mînak dabû. Li ser YouTubeê Vïdeo demekî kurt de gihişte mîlyonan. Piştre min jê kir. Tirsîyam min got wê tiştek bê serê min ;)



16.12.2019 23:00 ~23:16 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» seslisozluk.net

Kategoriyên mijarê:: muzik tvradyobername muzik tvradyobername muzik tvradyobername
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî