Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    21 mijar û 31 peyam
    avesta - tirşik
    avesta
    (7) (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. Koma muzîkê ye. Ji mêrdînê ne, strana we herî navdar were dilê min şa bike ye. Ji xeynî nivîsandina xeletîyên hevokên kurdî komeke pir serkeftî ye ji bo min. Îro jî straneke bi navê "derewin" derxistine.












    2019.12.12-22:36 | kurêtirîdeus

    2. navê pirtûka dînê zerdeştîyê, Avesta ye. heta niha zanayên avestanas û pisporên wê li ser wateya vê peyvê li hev nekirine. avestanasên navdar profesor gildiner û Andreas dibêjin ku bingeh û koka Avestayê, ji pehlewî ji upesta hatiye wergirtin ku wateya wê bingeh û destpêk e.

    derbarê zimanê ku Avesta pê hatiye nivîsandin û pê hatiye gotin de, tu cihê gumanê nemaye ku Zerdeşt bi zimanê madî/medî axivîye û Avesta jî heman bi wî zimanê hatiye nivîsîn. Lê belê bi dirêjahîya dewranê re ev ziman ji holê rabûye û wek zimanekî axaftinê nemaye.

    Di derheqê vê mijarê de dixwazim çend şîroveyên pisporan bidim li ber çav;
    rasmus rask: li gorî filologê danîmarkî, zimanê avestayî zimanê Medan bûye û Zerdeşt bixwe jî xêla medî bûye.

    durmesteter: li gorî durmesteter, Avesta di serdema Medan de hatiye nivîsandin, zimanê Medan heman ew ziman e ku Avesta pê hatiye nivîsandin.

    avesta û Îskenderê Mezin
    Di dema Mediyan de, Medî, xwediyê pirtûkxaneyaka pir mezin bûn. Bi sedsalen nivîsarên ku hatibûn nivîsandin di wê pirtûkxaneyê de bi cih dibûn. ew pirtûkxane heta hatina Îskenderê mezin ku kurd jê re dibêjin îskenderê zûrqarneyn di nav mezintirîn pirtûkxaneyên cîhanê de bû. Lê di dema hatina wî de, Îskender hemû pirtûkan da şewitandin û Welatê Medîyan bi serûbin kir.

    beriya şewitandina Avestayê, Avesta:
    nivîskarê pirtûka "Îran derr `uhdê bastan" (di serdema kevnar de Îran) de dibêje, "pirtûka Avesta, destpêkê, beriya êrîşa îskender a li ser Îranê, pirtûkeke gelek mezin bû, pallinus dîroknasê rom ku di sedsala yekemîn a zayinê de jîyaye dibêje ku, dîroknûsê yûnanî hermippos sûd ji pirtûka Avestayê wergirtiye, ku di bîst cildan hatibû nivîsandin û ji sed hezar çekameyan pêk hatibû, wî bi xwe ew pirtûk xwendiye"


    *çavkanî:
    nivîsên Ferhad Ebdulhemîd palewan
    Pirtûka zerdeşt û Avesta
    rasmus rask
    wikipedia



    2021.05.01-17:08 | yûsiv

    3. êdî bi kurdî jî dikarê werê xwendin.
    ji aliyê weşanxaneya avesta derket.
    hinekî biha ye ಠ_ಠ
    Here lînkê



    2021.05.01-17:38 | merwano

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    fisherman
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
    Silavên te gihane min-Saleh Osê
    ...
    cixare [2]
    Xalê minî mezin gava ji Sûrî cixarên qaçax derbasî qapî dikir ji bo ce...
    elif şafak [3]
    faşîst e. yekî bi navê Mehmet Fatih Uslu Dema ku guhertoyên îngilî...
    ta [3]
    wateyên peyvê pirr in. yek jê nexweşbûn, yek jê ji bo benê ziravê derz...
    dîvan sînî [1]
    Sîniya herî mezin, fireh û giran. Berî hatina masê li gûndan li erdê ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » avestakurd.net

    Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî