Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 21 peyam
dersên fransî - tirşik
dersên fransî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kanala ku min îro keşf kiriye,

lawikekî delal bi Kurdî Fransî hîn dike, wexta min dît gelek kêfa min hat û min li ser twitterê jî reklama wî kir.
Di mijara kanalên youtubeê da, abone û şîrove mirov gelekî motîve dikin.

HÛN JÎ BİBİN ABONE *
Here lînkê



12.12.2019 18:22 ~18:33 | gulêê

2. min beşa yekê temaşe kir. bi quran min xwe wer his kir ku wekî ez çûme fransayê û di vê fêrgeha piçûk ya nîvtarî da mecbûr im vê zimanî fêr bibim. Wekî din karek ji min ra nîn e. ew tê çi wateyê, tu dizanî heval? ez amade me bo çûna cihekî xerîb bo jiyaneka nû û destpêkeka nû.



12.12.2019 23:44 ~2019.12.13 21:44 | mirovekirind

3. Kurdekî Mûşî. camêr kurê camêra ye.



13.12.2019 21:04 | yusiv hemed

4. Kanaleke YouTubê ye ku dersên Frensî bi zimanê kurdî dide.
Mamoste bi zimanekî zelal diaxive. Û ders zehf herikbar xuya dikin.
Her çiqa ez xwe hînî Frensî nakim jî, yên ku bixwazin dikarin bihesanî ji vî camêrî hîn bibin.



14.03.2020 21:07 | gumgumok

5. Comment tu t’appelles? = Navê te çî ye?
Je m’appelle kajav = Navê min Kajav e.

Fransî çi qas zimanek nazik e. Hûn bi Kurdî têra xwe dikarin fêrî fransî bibin.



13.04.2020 02:44 ~02:49 | kajav

6. fransî zimanek gelek kubar û xweş e lê dema yekî fransî bi sivik diaxive tû dibêjî qey av ma ye di qirika wî de :/



13.04.2020 20:51 | lîfikê firaxê

7. dema ku ewropî tîpên q x w bi kar tînin , pirr kubar , nazik dibin.
lê em kurd bi kar tînin dibe zimanê hişk : /



13.04.2020 21:48 | brzn

8. Yekî wek min kurdî baş nizanî be, ne munkun e ku fransî hîn bibe, a duduyan jî Fransî gelek dijwar e.
Bi îngilîzî hînî fransî bibe, pir hêsan û rehet e. Ji ber ku peyvên îngilîzî %70 bi fransî tê.
Bo kurdî mirov dikare bêje zimanê hêsan, rusî, farisî, ermenî, hata zimanê hindî karîn hêsanî hîn bibin jî ber ku ew zimanan eynî malbatên e.



14.04.2020 15:58 ~16:05 | dilreş

9. ger ewan a1 bin, nayên bi fransî hînkirin



25.09.2021 17:14 | heval.js

10. Waneyên ku di van deman de bala min dikişîne. Zaningeha ku ez nihaka dixwînim ji bo dersên bijartî çend zimanên biyanî yên berbiçav pêşnîyar dike. Yek ji wan jî Fransî ya delal e. Piçek çavên min jê tirsiyaye ji ber ku heta niha li ser vî zimanî min serê xwe neêşandîye û saloxa bilêvkirina wê û nivîsandina wê pir zehmet e. A bi xêr îcar! Min dît ku çênebû ez ê şensê xwe bi Elmanî biceribînim. Lê ji qala (bnr: deutsche sprache schwere sprache)...



25.09.2021 17:23 | pîroz

11. Dersên ku me li dibistana lîseyê di bin navê "zimanê biyanî yê duyemîn" de stend e. Bi qasî 2 salan em ketin vê waneyê lê belê me zêde guh nedayê. Ya rast mamosteyê me jî guh lê nedikir.

Bi qasî ku tê bîra min nivîsandina wê hinek zehmet bû. Gelekî dişibe îngîlîsî û gelek peyvên hevbeş jî hene. Axaftina wê ne weke îngîlîsî ye ji ber ku dengên ji qirkê derdikevin hene. Gelek peyvên tirkî jî ji fransî hatine wergirtin. Bi min hînbûna vî zimanî ji almanî rehettir e.



25.09.2021 20:29 | tîrêj zana 21

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
hişê çêkirî [1]
karîna maşîn û kombersên ku dikarin bi rêya algoritmayan teqlîda hîş, ...
pevçûna di navbera îsraîl û îran de [1]
Îşev(14/04/2024) Komara Îslamî ya Îranê bi drone'ên kamîkaze(navê wan ...
hişê çêkirî [3]
Bawer im dê barê mirovan gelek gelek siviktir bike, dê dema karan kurt...
operasyona t4 [3]
an jî action t4. Zarokên ku li gorî fermanê dimeşin bêyî ku zanibin...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hanî Mojtahedy-Gulbarîn
...
belki ev jî bala te bikişînin
» dersên kirmanckî

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî