Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


24 mijar û 40 peyam
pêl hêkan kirin - tirşik
pêl hêkan kirin
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. biwêjek xweşik e. di du rewşan de dikare were bikaranîn;
- ewqas hêdîka meşîn ku heçko li ser hêkan were meşîn. (pir hêdî bûn)
- ewqas bidîqat meşîn ku kes pê nehese. (pir bêdeng bûn)

di pirtûka dûvpişk bi xwe venade ya edîb polat de bi wateya duyem hatîye bikaranîn:
"Zilamê xwedîçek, ji ser dezgehê rabû, rahişt çekê û ber bi serê kuçeya aliyê başûr ve meşiya. Akif ji ber taldeya dîwêr derket, mîna ku pêl
hêkan bike
bi pozên pêlavê liviya. Kirpe kirpa berfa hişk, deng ji siya wî dianî û ew wekî mirovek bêbeden û bêgiyan bi zarî wî dikir. Hêdîka
derbasî aliyê din yê kuçeyê bû û pêl bijkoşka zengilê derî kir."

di vê vîdyoyê de jî bi wateya yekemîn tê bikaranîn:
Here lînkê



08.12.2019 22:44 ~22:45 | simurg56

2. biwêja ku carna di dewsa wê de biwêja pêl kuliyan kirin jî tê kirin tê bikaranîn.



08.12.2019 22:52 | ceso

3. ev biwêj ji bo kesên pir hêdî dimeşin tê gotin. îja dema kesek gelek gelek hêdî bimeşe me digot ma qey tu pê li hêkên dînozoran dikî *

û herwa ya rastî "pê li hêkan kirin" e, ne pêl.



06.02.2021 18:13 | keyomerd

4. Ew biwêjêke ku bavê min her wext di trafîkê de dibêje.
Ji şofêrên erebeyan hêdî diajon re dibêje. Ji xwe re dîn dibe telaq.



06.02.2021 18:47 ~18:47 | master kurd

5. dema min di dibistana navîn de dixwend ewil min ji şifirê servîsê bihîstibû, wek ku li jor jî hatiye nivîsandin bi piranî ji bo kesên di trafîkê de hêdî diçin tê gotin



07.02.2021 10:54 | merwano

6. hemwateya wekî miriyan bi rêve çûn, Jibû kesên qûna xwe didin erdê ji erdê ranakin jî dibêjin dibê qey bi qup ketiye ev jî mijarek dine *
bi qup ketin



07.02.2021 22:44 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêlêvok

Kategoriyên mijarê:: zimanbiwej zimanbiwej zimanbiwej kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî