Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 50 peyam
di nexweşxaneya qoserê ya dewletê de diziya organên kurdan - tirşik
di nexweşxaneya qoserê ya dewletê de diziya organên kurdan
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. bûyera ku bi dizîna gurçikeka kurdekî ji rojava tespît bûye û li gor beyanên wî ji xeynî wî gelek kes hebûn lê tenê wî bi revê canê xwe xelas kiriye. xortekî kurdê bi navê basîl ku ji dirbêsiya rojava ye bi sedema çend nerihetiyên xwe diçe nexweşxwaneyê û pê dihese ku gurçikeke wî hatiye dizîn. peyre tê fehmkirin ku wexta ji bo şuxilê derbasî tirkiyê dibe ji hêla eskerên tirk ve tê revandin û wî dibin "nexweşxaneya qoserê ya dewletê" û li wir gurçikeke wî dizîne. ji xeynî vana gelek êşkence jî lêkirine û bi wî re gelekên din jî hebûne. piştê vê bûyerê êdî meriv çi jî bi tirkan bike dilê meriv rehet nabe. çimkî tîcareta organên însan di xerabiyê de asta herî mezin e bi ya min. kesên ku vî karî dikin bi saxîtî bişewitînin jî dilê min rehet nabe.



05.12.2019 17:35 | ceso

2. Mirov her gûyekî ji wan segbavan texmîn dike lê buyerek hosa nayê bîra şeytên jî, şeytên sed cara bibe însan nikare bibe wek tirka.



05.12.2019 18:45 | azad30

3. Ez êdî şaş nabim.Ev dewlet li çend goristanan bombebaran kir.Hûn fehm dikin ne wisa? goristana bombebaran kirin ! Piştî sala 2016 an min fehm kir ev dewlet çi ye.Û hûn jî dema diçin nexweşxanan an jî "kızılay"ê xwîn nedin! Çûnkî xwîna hûn didin ji çeteyan re dişînin.



05.12.2019 22:00 | mêrxasê serhedê

4. îhtîmalek mezin îdîyel bêesl e. wek kesek bi bi dehan caran ketîye van emelîyatan, dikarim bêjim ku ne li qoserê kesek heye ku vê emelîyatê bike, ne derfetên nexweşxaneyê ji bo vê yekê bes e û ne jî tiştek wisa dikare bi dizî were kirin.
ku bêje wan ez beredayî emelîyat kirim an jî emelîyatek xelet li min hat sepandin dîsa neyse, lê kes nikare organa kesekî bidize.
eger organ were derxistin, divê di nava 8 saetan de bê naqîlkirin bo kesekî din û emelîyata neqîlê jî li her derî çênabe.
ez %1 jî îhtîmal nadim vê îdîayê.



05.12.2019 22:08 | simurg56

5. mixabin îdîaya ku rast e. şopên emeliyetê li ser lawik hene û jixwe li gor tehlîla ku li rojava kirine gurçikeka wî tune ye. yanî cihê wê vala ye. û wextê wî emeliyet kirine tê hişê wî lê wê çaxê narkozê danê û piştî ku şiyar bûye meselê fehm nekiriye. Here lînkê



05.12.2019 22:26 ~22:27 | ceso

6. ne pêkan e. min li vîdeoyê jî temaşe kir. tu eleqeya cihê emelîyatê ku lawik nîşan daye û gurçîkê tune ye jixwe. ew emelîyat ji wir nayê kirin. û wek min gotî, tiştek wisa li nexweşxaneyek wek ya qoserê nabe. û bibe jî kes nikare ji personel, teknîsyen û hemşîreyan xef bike.
li nexweşxaneyên wisa kesek tirek bike, haya herkesî pê çêdibe û piranîya wan jî welatparêz in.

ji alîyê din ve ev jî heye. tu nikarî hema gurçîka yekê jê birevînî û bidî kesekî din .ji bo vê yekê divê berî emelîyatê gelek test werin kirin, ger na, wê ev gurçîk ji bo kesê ku lê were neqîlkirin jî bêfeyde be heta wê bizerar be.

bûyerê nizanim. belkî polîsan ew birîndar kiribin. dibe. belkî lê dabin. dibe. lê meseleya gurçîkan dûrî aqilan e. belkî gurçîka wî qet tune bû. ma kî dizane? an jî belkî hat emelîyatkirin (ku em nizanin ji ber çi emelîyat bûye) gurçîka wî zerarê dîtibû û loma jê derxistibin. tiştên wisa her roj dibin.

ev faşîst, ji destê wan re dikare her gûyî bixwin. lê ev bûyer ne rast e.



05.12.2019 23:00 | simurg56

7. bûyera ku ihtîmalek mezin ne diziya lebatan e.
zilam birîndar bûye, di nexweşxaneyê de jî gurçikên wî hatine standin. ev nayê wê wateyê ku hatine dizîn. ji gurçikên xwe birÎndar bûbe, bijişk neçar mane bistînin.

û ne tiştek zehmet e, yekî dikare li qeydên wî ên li nexweşxaneya qoserê binêre Û rastiya bûyerê fêm bike. an niha encamên tehlîlên wî li nexweşxaneyê heye.



06.12.2019 21:25 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
threads [1]
Hevqedera tirşikê ye bawer kim. Nişkave bilind bû paşê nişkave têk çû....
kolaya zer [1]
Piştî Emerîkayê ji ber şerê cihanî yê duyemîn ambargo li ser Almanîya...
bayê xerbî [1]
Hevrikê keloş e ^^...
bayê xerbî [1]
Tirşikvanê ku sala 2020'an de bûye nivîskar lê hîn hala mîjara xwe ven...
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
belki ev jî bala te bikişînin
» nexweşxaneya emel ya kobanî
» dewletên yekbûyî yên amerîkayê
» diziya strana koma qamişlo
» organên solîd
» kurdane

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî