Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 29 peyam
nexweşîya buerger - tirşik
nexweşîya buerger
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bi navê xwe yê din thromboangiitis obliterans.
Nexweşîya demarên dest, çeng, ling û pîyan e. Tu nexweşê Buerger tune ye ku cîgare venexwe. Gelek caran ji ber vê nexweşiyê dest û lingên nexweşan her ku diçe hinekî an jî yekcar bi temamî tên jêkirin. Em bêjin demarên tiliyekê xetimî û tilî pûç bû. Divê ew tilî were jêkirin. Eger paşê vê carê demar ji astek jortir bixetime, divê vê carê dest were jêbirin.
Tekane rêya sekinandina nexweşîyê devjêberdana cîgarê ye. Lê mixabin gelek ji wan dev jê bernadin.
Lingê bavê hevalekî min ji ranê wî hate jêkirin. Lê dev jê berneda. Berî du hefteyan jî ya din. Lê hê jî dev jê bernade.

Tê bîra min dema em xwendekar bûn, xoce em birin cem nexweşekî ya buergerê, her di ling ji hîzaya ranê wî hatibû jêkirin. Destek jî ji çengê wî hatibû jêkirin. Di ser de jî li gewrîya wî qulek hatibû vekirin da ku bikare nefes bistîne.(bnr: trakeostomî).
Lê belê mêrik hê jî dev ji cîgareyê bernedabû û ji wê qula li gewrîya xwe, cîgare vedixwar.

Dawîya dawî, nexweşiyek kambax e. Yek ji encamên herî xedar ya kişandina cîgarê ye.



03.12.2019 22:11 ~22:16 | simurg56

2. nexweşiya ku sedema sereke cixare ye. di nav salên 30-50'ê de xûya dike bi piranî.

nexweşekî me hebÛ. me her dû ekstremîte ji bin çogê birî bû. dev ji cixarê berneda. her Û her şerê me bû ji ber ku dev ji cixarê bernedida û li nexweşxanê li odê vedixwar. her dû ekstremÎte dû re ji ser çogê hat birîn. dîsa nesekinî ji bin kemaxê me birî.
hevalê me henekê xwe dikir, digot di nêz de wê êdî di tepsiyê de binÎn nexweşxanê hingî biçûk mabû.



03.12.2019 22:35 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
[1]
bi zimanê korevî tê me'naya district.
minak; yongsan-gu, dondae...
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
belki ev jî bala te bikişînin
» nexweşîya xwedênenasî

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî