Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
îbrahîm sediyanî - tirşik
îbrahîm sediyanî
(4) (2) (2)
di mijarê de bigere

1. nivîskareke kurd e.. ji elezîzê ye.. cara pêşîn piştî ku bilindê çavgilîzok ji bo zimanê kurdî gotibû ku zimanê kurdî ne zimaneke medenî ye û pê vî zimanî perwerdehî ne mimkune camêr şecere û etîmolojiya navê bilindê arinc û peyvên di nav şitexaliya xwe de bikar anî derxistibû û pê vê nivîsa xwe di nav kurdên li ser sosyal medyayê nav di xwe dabû.. nivîskareke îslamîst e û li ser welat-dewletên afrîqî jî gelek nivîsên wî derçûne.. ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdistana mustemleke û perwerdehiya bi zimanê kurdî wek model li ser birêvebiriya çend dewletan lêkolîn kiriye.. û bi qasê ku ez dizanim di keştiya mavî marmarayê de jî bûye.. yanî nêzî ihh (bnr: insan hak ve hürriyetleri insani yardım vakfı)yê ye.. piştî mirina muhsin yazıcıoğlu nivîseke diltezîn û dilnîgeran nivîsandibû.. bi zimaneke mîzahî û îronîk hem li nêl dixe û hem li bizmêr yanî hem derheqê meseleyên kurdî û kurdistanî hem jî derheqê meseleyên îslamî dinivîse.. di konferansa kurdistanê ya li amedê hatî çêkirin de jî beşdar bibû û daxwuyaniyek dabû û ev daxwuyaniya wî ji aliyê nivîskar û sosyologê tirk ismail beşikçi ve hatibÛ pesinandin..

kêfa min ji qelema wî û fikrên wî re tê.. lê ji roja ku min nivîsa wî ya li ser muhsÎnê nevîçîçirkên dêlegura asenayê ku qesas û qatilê bi sedan kurd û elewiyên bêguneh e xwend dilê min jê sar bûye..



16.09.2013 22:36 | endazer

2. Nivîskarê heîdî ya kudî yanî (bnr: guldexwîn)ê û adini arayan coxrafya ye.



13.10.2013 03:00 | seydayê_peyvan

3. http://siirttenote.com/yedek/arsiv/sediyani.html



13.10.2013 05:17 | zero

4. carna îşê ne îş dike carna jî gotinên bêqûn dike.



13.10.2013 16:41 | zerozero

5. xwînsarbuna ji hdp dike,



lÊbelÊ , qahraxwe ji lgbt derdixe.



cîhanîyek ecêbî..



xwedÊ akil u fikir bidÊ.



02.03.2014 21:08 | kirtuj

6. îşên baş û berketî dike, bi kêfxweşî nivîsên wî dixwînim, wekê herkesê zehf diştexile û zehd dinivîse û zehf li ber çavan dixweye,carinan tiştên pûç û beredayî jî dibêje-dinivîse lê bi giştÎ dema mirov lê dinêre xebatên wî û nivîsên wî û fikr û îdealên wî hêjayî teqîbkirinê û pesndanê ne..



04.03.2014 04:44 | endazer

7. zaf nuseno, maşalah sey fabrîqaya nuşteyan o.

pir dinivîse, maşalah wek febrîqeya nivîsan e.



13.04.2014 19:28 | kurdane

8. vê taliyê li ser mirina hasan karakayayî di twîtê de rehmet xwendibû, gotibû cihê te bihûşt be..

pekî, kî ye ev hasan karakaya?

fermo: ''uludere’ye hemen her gün ve hemen her fırsatta ‘ağıt’ yakanlar, ‘pkk’nın ekmeğine yağ’ sürmektedir…açık ve net söylüyorum uludere için akıtılan ‘gözyaşı’,pkk için ‘cansuyu’dur!.. ben bunu bilir, bunu söylerim!''



ev ne'camêr jî navÊ xwe kiriye kürt aydını û li ser sosyal medyayê hespÊ xwe dibezîne...

heyf!



03.01.2016 13:38 | ferhenga şikestî

9. mîrovekî dijminê gelê Kurd e.



03.01.2016 22:36 | xelfeti63

10. ne farze ku fikrê insana hemî bi yek dengî be divê ku em binêrin ka qencîyêt wî zehf in yan jî xirabîyêt wî û li gor vî bizavê em însana binirxînin. li gora fikra min îbrahîm sedîyanî dibe ku hindek fikrên wî ve keyfa me neyê lê ji ber ku qencîyêt wî sed cara zehftirin ji xirabîyêt wî Sedîyanî, mirovek hêja ye nirxeke bi qedr û qîmete. xwedê jê razî be, û me jî wî jî ji fikrên li dijî kurdayetîyê dûr bike.



22.02.2016 14:18 ~2016.02.24 12:06 | azad30

11. Brahîm sedîyanî, lêkolînek bi qîmet li ser şêx seîd kirîye, li ser jîyan û serhildana şêx seîd ê nemir 2 cîld pirtûk amade kiriye. destê wîsax be. lê xwezî kurdî jî nivisîba.



24.02.2016 12:10 | azad30

12. dema mirov 40-50 salan têkoşiyabe(!) û 40-50 cm jî rê û rêç li dû xwe nehiştibe, ev 40-50 sal bi tenê bi kêrî dagirkran hatiye.



dema mirov piştî 40-50 salan jî, 40-50 kes nemabe lê dîsa jî ji ya xwe danekeve, êdî cî ji gotinê re namîne, xwedê jî di vê rewşê de li xwe û mirov heyirî dimîne.



dema mirov di 40-50 salan de 40-50 ne derb, lê fîtikan jî li dijmin û dagirkerên welatê xwe nedabe lê hema li dû keysa têkbirina "birayê xwe" mabe, êdî xelatek piiir pir gewre mafê mirov e. lewra ev jî serkeftinek e ku dikare bikeve pirtûka guinness.



07.08.2016 23:25 | tizbîkêş

13. Lêkolînerek Kurd e û pirranî li ser tiştê ecêb dise mînak; "Pêxemberên Jin "
Û Îbrahîm Sedîyanî Gerokek Dinyayê ye nivîsê wî pirr xweş hene



05.02.2021 22:31 | baran xan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» îbrahîm pêxember

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî