1. ez dibêm ne hewce ye. na na ji bo çand kultirê jî hema bila nebê. |
|
01.12.2019 15:27 |
xwelî li ser
|
2. Di roja me de êdî ne lazim e. Ji ber ku ji aliyê qanûnî ve tu giringî û pêdagiriya (bağlayıcılık) wê nîne. Ev cûreya nîkahê êdî bûye wek lehîstokê û kesên bixwazin dilê xwe li hev xweş bikin dibêjin me li hev kir û diçin mehra dînî dikin. Dema kerb û agirê dilê wan divemirê hevdû berdidin. Ji aliyê qanûnî ve ji ber ku ne jin û mêrê hevdû ne kesek nikarê doza tiştekî li yê dî bikê. |
|
01.12.2019 16:11 |
nan û av
|
3. di nav şafiyan de, bavên bûk û zava dikarin li ber melê zewaca zarên xwe bi xwe bikin. çi edetek genî. bûk û zava nebin û zewaca wan bên kirin. bawer im di nav civata me de ev qeyde pir caran bi dilxirabî hatiye îstismarkirin. |
|
01.12.2019 18:27 |
biruya hayao miyazaki
|
4. zewaca ku weke hatî gotin bêwate ye. |
|
02.12.2019 01:01 |
brusk56
|
5. Ev mehr bi temamî ne neyînî ye. Li wir mela mehra jinê li ser xişrê (ziynet) wê dibire. Ev bê berdan zêr jê re dimînin. |
|
02.12.2019 02:20 |
dûvêmasî
|
6. Hevalno di Îslamê de tiştek wekî ku zewaca dînî tune ye. |
|
02.12.2019 02:38 |
seryasêdilşûşe
|
7. Eva kevneşopîyeke kevne, Nava Kûrdan da zêde heye. ( girîngî Kurdên oldar) Cihan derketîye fazeyê Kurdno edî şîyar bin. |
|
02.12.2019 03:54 |
serhedî
|
gû [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
xwarina herî xweş [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [2] |