Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
rêzefîlma hz. yusuf - tirşik
rêzefîlma hz. yusuf
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Rêzefîlma ku ji aliyê Farisan hatiye çêkirin.Her sal kanal 7ê de derdikeve.taybetî dê û bavan vê rêzefîlmê temaşe dike.qet jê eciz jî nabin.



30.11.2019 20:29 | bayesar

2. Li Tirkiyeyê meha Remezanê bi vê rêzefîlmê bûye wekhev. Dê û bavê min hema bi girî û gotinen rebeno, bi ducarê temaşe dikin. Welê bandorker e û qet nabejin, me ve Beşê temaşe kiribû û hema bi çavên girî ez jî dest bi temaşeyê dikim. Erê ne tenê bi dema borî, her tim û miheqeq dê di pêşerojê de jî wiha bibe. *



30.11.2019 20:34 | biruya hayao miyazaki

3. Rêzefîlmeke favorî ya dêûbav û kalûpîrên kurdan e. Hama bêje her Meha Remezanê derdikeve piştî fîlma çağrıyê ez dibêjim qey zêdetir ev rêzefîlm malmezinên me muteessîr kiriye.



30.11.2019 20:38 | ferhenga şikestî

4. Rêzefîlma ku cîya min ne dubare, dihbare kiriye.
Hem dîrokî ye hem jî mirov aciz nake.
Kêfa min jî jê re tê.



30.11.2019 23:21 | gumgumok

5. Rêzefîlma ku ne tenê ya kal û pîr a ye li gel eshabul kehf ê her du jî rêzefîlmên serkeftî ne piranî kanal 7 ê derdikeve . Tabî belkî hezaran caran lîstîye û hêjta dilîze.



30.11.2019 23:25 | azad30

6. Rêzefîlma ku min bi dehan caran temaşe kirîye.Birastî jîyan balkêş e,niha dev ji misilmantîyê berda me û bûme agnostîk :d



01.12.2019 00:03 | mêrxasê serhedê

7. Çawa mirov zivistanê bi berfê fêm dike. Ez jî rojîyê rêzefîlma hz.yusuf fêm dikim. Dê min her wextê salê behsa rêzefîlma hz.yusuf dike. Dibêje ji min ra bînê ser e. Baş e hê youtube keşf nekiriye. Keşf bike em ê birçî bimînin.



01.12.2019 00:44 | kurêtirîdeus

8. Sînemeya îranê diecibînim. HZ. Yusuf û Ashab-i Kehf herdû rêzefîlm jî baş hatine kişandin. Muzîka Ashab-i kehf gelek xweş e. Di meha remezanê de Dê û bavê min saeta fîlmê qet ji bîr nakin



01.12.2019 00:59 ~01:15 | kajav

9. rêzefîlma ku wextê ez biçûk ji min re weke tiştekî efsûnî dihat û min meha rojiyê pê xelas dikir. îsal ji meraqa xwe min li beşeke wê nihêrî û min ferq kir ev fîlm li gor zarokên 14-15 salî hatiye çêkirin. yanî ji ji ber wan diyolgên berday û çêkirî ewqas zikê min êşiya. filan û bêvan. (emojiya rûtirş)



01.12.2019 01:02 | ceso

10. Nebe nabeya gelê me yê heyva Remezanê ye. Bi rastî kêfa min ji wê rêze-flîmê re gelek tê. Tiştek balkêş sebra mirovî lê tê



01.12.2019 06:20 | lîfikê firaxê

11. Barikem bi tenê di mala me da kes seyr nake *



01.12.2019 12:29 | bûtîmar

12. Kurê meta min her sal temaşe dike. Kêlî bi kêlî dizane dê çi biqewime.



01.12.2019 12:30 | gernasnenas

13. rêzefîlma ku kurdiya wê jî derxistine, mixabin :(
Li ser trt kurdî hem kurmancî û hem jî soranî ya wê dûblaj kirine.



13.05.2020 20:09 | merwano

14. Bo rêzefîlm çawa nayên çêkirin mînak e. û rêzefîlmê bi min daye fahmkirin go: seîd yûsiv ji hz. yûsiv qeşentir e.



13.05.2020 22:02 | paşopêş

15. Rêzefîlma ku ewilî di remezanekê de dest bi weşanê kiribû.Niha her meh li ser qenalekê ye.



13.05.2020 23:32 | jehr

16. Rêzefilma ku min bi sedan car temaşe kiriye...



24.11.2022 14:23 ~18:53 | bakur.nekure1

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêzefîlma selahattin eyyubî
» hz. adem
» yusuf roman

Kategoriyên mijarê:: sinema sinema sinema
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî