Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
contact lens - tirşik
contact lens
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. min mehek filan bikaranî him bikêr nehat him jî bikaranîna wê pirr zehmet bû. her şeveq bixe çavê xwe her şev derxe. piştî ku mirov derdixe xirabtir dibe tu nikare bibînê. dema biçek av diket çave min dişewitî û divîyabû ez derxim.



30.11.2019 20:12 | xwelî li ser

2. Min çar sal bê Problem bi kar anî lê rojêkî min dît çavê min ziwa bûne paşê min derêxistin. Roja dî dîsa ziwa bûn dîsa min derxist ev pêvajo heftiyek temam dom kir. Paşê çavêd min bêî lens jî ziwa dibûn paşê ez çûm doktor dermanek dilopîn ji min re pêşniyaz kir û got piştî wê tu êdî dikarî dîsa lens bi kar bînî lê piştî dermanî jî ziwabûna çavê min derbas nebû.
Ev lens di nava çar salan de korneaya çavê min tenik kirin aniha dema lens dikim çavê xwe du deqe paşê çavê min ziwa dibin loma ev tê sê sal in êdî lensê bi kar nayênim.



30.11.2019 20:49 | ferhenga şikestî

3. Kontakt lens, tiştekî j'ber dîtinê ye. Di şeklê kornea de ye û mirov dideynê ser korneayê.
Ji plastîkê tê çêkirin.
Çêkirina lensan wisa ye:





Zehf cûre hene. (bnr: lensên rojane), (bnr: lensên heftane), (bnr: lensên mehane) (bnr: lensên nerm), (bnr: lensên hişk).

Gelen avantajên lensan hene. Mirov ji derd û belayên berçavkan xelas dibe. Lê bikaranîn hinekî bi zehmet e.

Ev çend sal in ez bikar tênim. Lensên min mehane ne. Yanî mirov dikare heta mehakê jî ji çavên xwe dernexê. Lê helbet kornea zehf tenik dibe û xira dibe. Bikaranîna rojane baştir e.

Heftiyê 2 an jî 3 rojan lensan ji çavên xwe derdixim. Wekî dî şevan jî diçavên min de ne. Dema çavên min zuwa dibin çend rojan berçavk bikar tînim.

(bnr: lens çawan tên bikaranîn)













30.11.2019 22:08 | gumgumok

4. (bnr: skleral contact lens)



21.09.2021 15:43 | xwelî li ser

5. Ji ber ku bikaranîna berçavkan bi maskê re, dike ku qizêza berçavkê bibe hilm û dinya dike jehr ji bo min êdî ez jî divêm lensên kontakt bikar bînim lê a bi xêr.

tiştên ku cîhê wan naêşin



21.09.2021 19:13 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» contact
» lensên mehane

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî