Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
ajokarên amedê - tirşik
ajokarên amedê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bi rastî jî embesîl, ehmeq, korfêm û tirrek in.
Min bi tenê li Amedê erebe ajotiye loma nizanim rewşa ajokarên bajarên dî çawa ne lê yên Amedê tam bê namûs in.
-dema tu dibînî sed metre maye ji lambeyan re û ya sor pêketî ye loma leza xwe dadixînî. Çimkî tu bilezînî jî hêdîka jî biçî tu yê her bisekinî lê ehmeqê ajokarê li pişt te pêl li qornayê dike. Yaw mal tu bi 200 km biçî çi dibe? Tu hem zêde benzîn xerç dikî, hem balatayên frêna xwe kevn dikî hem jî emrê motora te kurt dibe.
-tu di navbera erebeya li pêş de mesafeyekê dihêlî. Çi ku ger ew ji nişka ve pêl li frênê bike dê qezayek çêbe. Lê aqilmendek tê dikeve navbera we. Lan xiyar ma ez nizanim mesafeyê kurttir bikim? Ji ber pîvaneke trafîkê mesafe dihêlim. Dema erebeyek dikeve navberê ijar tu dîsa mesafe vedikî ijar erebeyeke dî tê La helwela.
-lembaya trafîkê hê zer pêneketiye hemî pêl li qornayê dixin wek orkestraya senfonî ya Silêmaniyê. La bisekinin hê kesk pê neketiye law hê zer jî pê neketiye.
-tu dixwazî erebeya xwe parq bikî cih tune ye çimkî xêrnexwazek li dewsa du erebeyan ortê her du xetan de erebeya xwe parq kiriye
-tu di şerîta ortê de diçî erebeya li pişt te selektoran vedike ji bo ku rê bidî. Lan sînora lezbûnê 82 ye ez jî bi 82 diçim û di ortê şeritê de me rêya çi bidim ji te re hey kundir?



30.11.2019 02:24 ~02:26 | ferhenga şikestî

2. hiş in hişk! *
hinekî agresîf in. mirov hinekî jî li ber wan dêne, wê xwe bavêjin pêş we. li sêwregê jî ajoker gelek xerab in, lê sedema wê ew e ku nizanin. cahîl in, gundî ne, ji trafîka bajêr fêhm nakin û loma wisa ne. lê yên amedê xwe pispor dihesibînin, ji ber vê wek di forumulayê de bin tev digerin.



30.11.2019 10:22 | simurg56

3. ÊN ku ji derên din ên tirkiyê zêde ne cûda ne. min berê digot gelek ker in felan bêvan lê na di trafîka bajarên din de jî têra xwe ker hene.
lê trafîka ewropayê de tam mirovatî heye.
weke mînak tu di nav rê de yî hewl didî vegera u'yê bikî, tên disekinin heta te karê xwe qedant teqez xwe nakin ber re û hewl nadin derbas bibin. peyayek li ber bihura peyayan hebe bi 200'an jî bên wê li wir bisekinin.
dema rê ji 2 şerîdan bikeve şerîdekî, weke ku zincîra montê mirov bê girtin, yek ji wî alî yek ji wî alî dibin yek rêz. di navbera tu kesî de kişkişîna wê kî beriya kê derbas bibe dernakeve.
weke din yekî quralek binpê bike gelek kes hişyar dike. li van deran mirov ditirse bi yekî re biaxive.



30.11.2019 10:39 | brusk56

4. Dema ez li ser kar bûm min erebaya xwe danî bû ber avahiyê. ajokarê kamyona çopê yê şaredariyê dema xwestî ye werê çopa avahiyê bidê hevdû xwe li çamurluk a piştê ya aliyê ajokar dabû. Ji beriya naha 3 salan 700 tl mesrefa erebeyê derket. Ji ber ku seda sed ew sucdar bû hemî mesrefên tamîra erebeyê me ji sîgorteya wî çêkir. Piştî wê jî min doz li fîrmaya sîgorteya wî vekir. Min got ji ber temîr û xusarê erebeya min qîmet wenda kiriye. Ji bo wê jî 560 lîre dane min.



30.11.2019 19:38 ~19:44 | nan û av

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» ajokarên amedê

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî