Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 3 peyam
    keçên ku ji bo zewacê şertên giran datînin ber lawikan - tirşik
    keçên ku ji bo zewacê şertên giran datînin ber lawikan
    (4) (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. Keça ku a li jêr yek ji wan e. Gelo vî zemanî kesek heye ku van şertan bi cih bîne.
    Şertên xanimê tenê (!) ev in;
    Krîterên min:
    Mêr bila dirêj, diranê spî, sportîf û xwendî be
    Maaş : 10.000
    Erebe: audi
    Xanî li nav bajer
    Hêrî kêm 2 kîlo zêr
    Her meh gerek tiştek diyarî min bike
    2 roj carê min bive loqantê


    Meaş 10.000 lê kîjan cinsê pere ne gotiye. Euro, Dolar, TL, Dînar, Riyal?
    Erebeya herî erzan a audî 300.000 lîre ye.
    Xaniyê nav bajêr li gor bajaran ji 200.000 lîreyî dest pê dikê heta 400-500.000 lîreya diçê.
    2 kîlo zêr dikê nêzikî 450.000 lîre.
    Ji xwe mesrefa xelat û her 2 rojan carekî çûyîna xwaringehê li ber mesrefên jor ne tiştek e.
    Here lînkê



    2019.11.30-00:37 ~01:11]| nan û av

    2. Keçên zalim û bêqalîte ne.divê meriv ji kesên wisa dûr bikevin.ew keça jor jî hesab nizane û weke nickname'ê xwe kafirbav e.



    2019.11.30-00:44 ~01:07]| bayesar

    3. fehş in. fehş bûne. haya wan ji dinyayê tuneye. divê lawik di cih de dev ji wan keçan berdin. dawa wan pere ye an na, dê bi demekî nêz de derkeve holê.

    û gere lawik/mêr jî bizanin ku keç û jin, ne tişteka firotinê ne. û herwiha divê keç û jin jî bi wê awayî li xwe binêrin.



    2019.11.30-01:00 | mirovekirind

    4. (bnr: krîter tê nivîsin wek bûha tê xwendin)
    jinên ehmeq in û divê mirov bi çargavî ji wan bireve. jina/mirovê ku di têkiliya evînî de bikeve hesabên wisa, jixwe nahêjin wan tiştinan. loma divê lawik jî ji xwe re nekin derd.



    2019.11.30-01:01 | simurg56

    5. Wele keçik xweşik e. Ez ketim. Û pêbihesînin hemû şert û mertê wê qebûl dikim. Û dawiya gotina min ji bo keçika delal ev e
    Here lînkê



    2019.11.30-01:30 ~01:33]| kajav

    6. Ew keçîkîn ku pir qure ne û jixwerazîne. Xwedê nede serê neyara.



    2019.12.01-00:17 | azad30

    7. J'xwe bêaqilî ye. Û wekî dî jî Sedema berdêlîyê ne.
    Miroven feqîr, xwe mecbûr dibînim û jiyana çar ciwanan pevre girêdidin.



    2019.12.01-00:29 | gumgumok

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    guhkunkere [1]
    an jî guhsim Li gor wîkîferhengê navek “kêzikek” lê danîne lê bi min ...
    gotinên pêşiyan [1]
    Sê exmeq hatîne dinê. Yê ku di evrazan de dikişîne titûnê, yê ku şev d...
    berûya ji qalikê xwe der e [1]
    Ji bo wan kesên ku eslê xwe winda dikin de tê gotin.....
    kovara kubar [1]
    sînerjiya ku ev kovar da min ez gelek hêvîdar kirim. ji wan ricayek mi...
    keçên ermenî [11]
    min heta nuha sê heb ji wan nas kirîye, yek ji tirkîye, yek ji ermenîs...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » keçên ermenî
    » giraniya xemgîniyê ya li ser laş
    » beriya hilbijartinê kampanyaya reşkirina hdpê

    Kategoriyên mijarê:: jiyan cand jiyan cand jiyan cand kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî