Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 84 peyam
kurdî li bakur tenê bûye zimanê stranan - tirşik
kurdî li bakur tenê bûye zimanê stranan

Navê mijarê ya ewil ev bû:li bakûr kurdî tenê bûye zimanê stranan
(19) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Gotineke hevalê minê qamişloyî bû. mixabin rast e. Tu li YouTubeê stranên Kurdî vedikî hemû şîrove tirkî ne. Bin parvekirinên Kurdî de dîsa şîroveyên xwe bi tirkî dinivîsin. Êdî Stranbêj jî Kurdî nanivîsin, belkî Kurdî nizanin jî, diqehirim. Em çawa ketin vê rewşa xirab?



29.11.2019 20:56 ~2019.12.07 14:11 | kajav

2. gotinek gelek di cî de ye ev demek dirêj e. min tespîtek evqas rast û orjînal nebihîstibû.
parçeyên din ewqas jî baş nizanim lê texmîn dikim mûzîka kurdên bakur ji parçeyên din gelekî firehtir e û zêdetir berhem derdikevin holê. lê belê mixabin hê hinek van stranbêjan bixwe jî bi kurdî nizanin. tenê distirin.
guhdar?
piranîya guhdaran li coverên stranên gelerî an jî yên kevin guhdar dikin. an jî li stranên arabesk û yên dîlanê ku her yek ji heman 100 peyvan pêk tên.
piranîya guhdaran guh nadin gotinên stranan. rîtm bi wan xweş be, xelas! dema wisa be, mûzîk xizmeta zimên nake.
dema ez biçûk bûm, min li stranên bi kurdî guhdar dikirin û hingî ji destê min bê min ew deşîfre dikirin peyvên ku nizanim, ji ferhengan kontrol dikir. dibistana min ya ewil ev stranên kurdî bû jixwe.

welhasil. mûzîka kurdî ya bakur, bi ya min têra xwe baş e û her roj stran û stranbêjên nû yên serkeftî derdikevin. ez gelek hêvîdar im. problem ew e ku li gel vê ked û ev stranbêjan, xelk diçin li potporîyan guhdar dikin û bi tirkî welatparêzîya kurdî dikin di şîroveyên xwe de.

"Biji zimane kurdi
arkadaşlar up'layın, en beğenilen yorum yapalım.
bir kalp alırım"



29.11.2019 23:24 ~23:38 | simurg56

3. tespîteke rast e lê kêm e...
di zimanê kurdî de aniha sê sektor hene.
edebiyat, rojnamegerî û mûzik.
di edebiyatê de berhemên kurdî her diçe zêdetir dibe lê çend kes dixwîne? edebiyateke lokal e, xwendevan nivîskar e nivîskar jî xwendevan e. îroj li hemî bajarên kurdistana bakur bigere û ji xelkê bipirse; ca ji me re sê heb nivîskarên nûjen bijmêre. ger ji hezar kesan yek jî bersiv de ez jî ne ferhenga şikestî me.
rojnamegerî heta çend salên beriya aniha jî li ser wergerên zimanên dî bû, aniha hinekî çêtir bûye lê ji derûdora xwe dizanim kes nûçe û agahiyên rojane li ser medyaya kurdî naşopîne.
û mûzik. mixabin zimanê kurdî bi tenê di hêla mûzîka kurdî de xurt e çimkî tradîsyonel e ango pişta xwe daye dengbêjî û çîrokbêjî. nizanim bi çi qasî bala we kişandiye, di nava zazayan de dengbêjî tune ye loma mûzîka zazakî gelek qels e. ez dikarim hemî hunermendên zazakî bi derbekê de bijmêrim çi ku hejmara wan bi qasî tilîyên destên min in.
min gelek stranbêj dîtin di jiyana xwe de bi tirkî diştexilin. belkî hûnê bawer nekin lê rojda bixwe her tirkî diaxife.
rojdaya ku hunermendeke zêdetirî bîst salan... rojekî em li derekê rûnîştîbûn. di masaya rex me de jî şanogerên amedê hebûn, rojda jî hat û bi qasî nîv saetan rûniştin belkî hûnê bawer nekin lê peyvek jî bi kurdî neaxifîn. giş jî li ser zimanê kurdî nanê xwe dixwarin. yanê mîna me mecbûrî zimanê tirkî jî nebûn.

tu li youtubê dinêrî giş bi tirkî dinivîsin û ji şîroveyên wan jî diyar e Iq'ya wan ji 20î kêmtir e.
ez bala xwe didim hevalên min carinan stranan dibêjin lê hemî gotinan û peyvan li hev dixin. mesela gotineke meşhûr e 'ciwan haco xweş dibêje lê ez ji kurdiya wî fêm nakim' pekî ji kî fêm dikin? xecê herdem, şahê bedo, koma sê bira, niza kîja stranbêjên dawet û dîlanan.



30.11.2019 00:58 ~01:20 | ferhenga şikestî

4. şaşe, ji rastîyê dûre. evên wiha dibêjin diyare xwe wek navenda bakûr dibînin. ez çûme tevahiya bajarên kurdan. ji we re yek bi yek behs bikim. ez niha li herêma botan im. li seranserê botan û hekarî zimanê tê axiftin kurdî ye. nisêbîn, qoser, dêrik, wêranşar, bismîl, farqîn jî wisa kurdîaxêve. li sêrt, batman, bidlîs û tetwan piranî kurdî tê axiftin. xelkê navenda wanê û navçeyên wê jî herwiha pitir kurdî diaxivin. bazîd û agirî jî herwisa. mirov vê çawan tespît dike? ne ji malbata xwe, ne ji nas û dostên xwe, dema kolanê re derbas dibe ji dengên hawîrdor dizane li wî bajarî bi kîjan zimanî çi tê axiftin. erê herkû diçe çawanîya kurdî nav gel de xirab dibe, gelek peyvên tirkî dikevin nav kurdî lê dîsa jî li van bajarên min gotî bi piranî kurdî tê axiftin.

bajarên kurdî lê pir kêm tê axiftin: amed, riha, çewlik, mûş, dêrsim. yanî ger bixwazî wek zebeşek dikarî bikî du beş.



30.04.2020 13:26 | hespêsor

5. kurdî li bakur tenê bûye zimanê feqîr û hejaran an tenê ji wan re maye an tenê bi wan maye. heçiyê ji aliyê sosyoekonomîk derînceyekî derdikeve beriya ku jina xwe berde an modêla erebeya xwe bilind bike pêşiyê zimanê xwe berdide. siyasetmedarên Kurd nimûneyeke baş û berbiçav in ji bo vê rastiyê.



01.05.2020 02:06 | endazer

6. Mixabin rast e. Carekê Evdila Keskin gotibû "kurdî zimanê feqir û entelektuel an e." kesên ku di çina ortê de roj bi roj dûrî Kurdî dikevin. Ji ber ku axaftina Tirkî wek nîşana bilindkirina çine tê dîtin.



02.05.2020 00:12 | bêdestmêj

7. Gotineke kêm e lê rast e. Heta nikare bibe zimanê stranan jî. Çimkî stranbêjên(!) nuh yên li bakûr piraniya wan Kurdî nizanin û bi bilêvkirinek şaş , bi kurdiyekî ne rast wek keran dizirin.



02.05.2020 00:21 | biaqila malê

8. mixabin, kengê hun kulam û strana kurdî mêzegin hunê bibînin kû şîroveyên kurda tirkîne.
mînak: tiştekî wê xeraptir heye ew jî bavê min kengî stranan kurdî dibêje kurdîya wî pir xweşe, hema kengî kurdî diaxife dibînim kû kurdî ya wî ne kurdî ye tirkmancîye. mixabin again



02.05.2020 00:26 | doesntmatter

9. Tespîtek raste lê kêm e. Bi min sedem polîtîk e. Di bin navê (bnr: biratiya gelan) ev tişt dibe. Yanî kurd êdî wek gelek siyasî nayê dîtin. Wek Lazan an jî Elawiyan bûye mijarek folklorîk. Ji ber vê yekî jî stranen kurdî tên gotin û guhdar kirin lê nayên fam kirin û şîrove kirin. Belkî ji bo kesên dixwazin li bajarên tirkiyeyê bijîn ev yek were xwestin jî. Lê kesên ku dixwazin xwedî li ziman û çanda xwe derkevin lazime vê yekî qebûl nekin.



02.05.2020 02:52 | kalo

10. ez ê îro di derheqê rewşa zimanê kurdî qala bûyereke(an jî bîranîn an jî navê wê her çi be) ku hatiye serê min bikim.Nêzîkê 2 heftî felan di ser de derbas bû ye, min encex bi xwe re dît ku binivîsim, welhasil ez serê we neêşênim:

ji bo qeydiya ehliyetê, ji min rapora tendûristiyê xwestibûn. ez jî ji bo vê raporê divê ez biçûba dextorê malbatê (aile hekimi) ew jî li gundekî nêzîkî gundê min bû. nêsê ez ji malê derketim, hatim ser rêya îpekê,li benda dolmîşekê bûm, ku lê siwar bibim û herim gundê ku dextorê malbatê lê ye. min nêrî camêrekî ku şifêrê tirê li min sekinî, ez siwarim. hê min silav nedayê, bi tirkî axivî fln. min jî bi tirkî dewam kir. nêse min got tu ji ku yî, got ez ji qoserê me. digote min ez kurd im ne kurmanc im, yanî ez neteweperwer im, ti xerabî di vir de nîn e lê tu dibêjê ez neteweperwer im, lê li cihekî wek nisêbînê ku herkes kurd e, bi min re tirkî diaxivê, heya ku min ne gote te ma tu kurdî nizanê? tu bi min re kurdî ne axivî. nêse mala wî ava ez giham cihê xwe.

ez li ser rêya îpekê peya bûm, heya gund meşiyam, ez li binkeya tenduristiyê(saglik ocagi) digerim, min ji xortekî pirsî bi kurdî, lawik ji min fêhm dike lê bersiva min bi tirkî dide. nêse di vir de wê de ez serê we neêşênim, min cih dît û karê xwe hal kir, min li sekretera kursa ehliyetê geriya, ez pê re kurdî diaxivim, jinik bi min re tirkî diaxive. were û dîn nebe *

bi kurtasî çîroka min wilo bû, êdî kê çi fêhm dike bila fêhm bike *

tişta ku ez şaş dibim, cihekî wek nisêbînê ku gelheyê wê bi piranî kurd û neteweperwer çawa li cihên wek gunda ku axaftina kurdî zêdetir tu bi tirkî diaxivê.
erê niha ez bêjim ez şev û bi roj bi kurdî diaxivim, ez ê derewa bikim, ez jî bi tirkî diaxivim, lê bi kesên ku kurdî nizanin re. her diçê hêviyên min yê ji bo zimanê kurdî bêhtir qut dibin, em tenê çend hebek li twittirê, li tirşikê li ber xwe didin, lê yên mayî?



17.11.2020 00:49 ~22:08 | merwano


12. Ger rewşa siyasî veguhere mirov dikare 5 salan de zimên vejîn bike.



17.11.2020 21:28 | lawkegoyi

13. (bnr: kurdî li bakur tenê bûye zimanê çêra)



17.11.2020 21:30 | yûsiv

14. berî hewl bidim ku bi kurdî binivîsim, min li strana guhdar dikir lê zêde bala xwe nedida peyvên ku min nedizanîbû, çawa min dest bi nivîsandinê kir, hin bi hin peyvê nû hîn dibûm, min dît ku li gotinên strana yên min nedizanî min meraq dikir û li ferhengê li wateya wê dimeyzand.

vêce rewşa bakuriyan jî dibe ku wek min be, tenê guhdar dikin lê qet nafikirin ku ka ev camêr û canîk çi dibêjê...
sedem jî cûr bi cûr in, ya herî mezin jî kurdî nakevê jiyana me ya rojanî, em nanivîsin, em naaxivin....



16.05.2021 10:34 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîya trt kurdiyê
» bakur
» tenêbûna di tirşikê de
» bûyerên li fransayê diqewimin
» zimanên îranî yên bakûrê rojava

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî