Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
jiyan kara - tirşik
jiyan kara
(14) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ji bo xwe dibêje YouTuberê Kurd. Li stenbolê bi kurdan roportajan dike û li ser YouTubeê parve dike. Kurdîya wî baş nîne lê xirab jî nîne. Bi ya min karekî pîroz dike. Carekî faşîstan êrîşê ekîba wî jî kiriye. Di vîdeoya pêşî de mijara roportaja wî li ser zilamên kurdan bû û ji keçikên kurdan re zilamên kurdan pirsîbû. keçikek mêrdînî kela dilê xwe rihet kiribû û çi peyvên nebaş hebin ji bo me rêz kiribû. Lê ez bawer im bi devokekî henek wisa digot Ev jî dizane hemû zilamên kurd wek gotinên wê nîne ;)

Lînka kanala wî: Here lînkê



29.11.2019 17:05 ~17:16 | kajav


3. Yoûtûbirekî kurd e û vîdeoyên xwe bi kurdî çêdike.Birastî mirov şaş dimîne mirov bibêje ez kurdî roportajan bikim û li stenbolê vî karê bimeşîne.Daqekî bisekin ew mafdar e! farqa Kurdên Amedê û Stenbolê tune ne ! mixabin ew mafdar e !



29.11.2019 17:58 | mêrxasê serhedê

4. Youtubetekî kurd yê ku berê min bi çavekî neyînî lê dinihêrî ye lê piştî min çend vîdeoyên wî temaşe kirin, kêfa min jê re hat û ez bûm endamê qenala wî * nîşe: divê kurdiya xwe pêş bixe.



29.11.2019 22:08 | xabûrî

5. youtuberê ku ev çend meh in dişopînim lê mixabin karên wî naecibînim. kurdîya sernivîsên vîdyoyên wî tev xelet kin. di ser de jî, li kêleka kurdîya wê tirkiya wê jî dinivîse. malnemîrat, jixwe vîdyo bi kurdî ye, çi karê te bi tirkî heye.
ev belkî ewqas girîng neyên dîtin lê belê naveroka vîdyoyan jî ne serkeftî ne. hebe tune be jinên kurdan çawa ne, mêrên kurdan çawa ne, jin bibin mêr, mêr bibin jin, qelend, jina sêyemîn û hwd.
heçko kesên ku bi wan re reportajê dike jî, ne tesadûfî ne.
welhasil min îro dev ji şopandinê berda. çimkî bala min nakişîne.



21.06.2020 13:16 | simurg56

6. çima xwe nazenîn dike û dibêje kara ?
ésl û feslê wê qara ye ..
ka bi vê gotinê tu diçe ser heyvê jiyan ?

jixwe vidyoyên te jî ti fêdê nadi mirov .
pirsên li hewa bersivên li hewa..



21.06.2020 14:15 | shwinsherm

7. Camêrekî videoçêker e. Ji bo go karê xwe bi kurmancî çê dike hej wî dikim. Lê belê gerek dev ji karên go mijara videoyê " jinê kurdan çawa ye, mêrên kurda çawa ye" berde. keç û xortê kurd ne pêlistokê ber destê wî ye go bi xelkê bide rexnekirin.



06.12.2020 14:40 | hueyn

8. Naveroka vîdeoyên wî pûç û vala ne. Ne hêjayî temaşe kirinê ne jî. Jixwe temaşevanan wî gelemperî şopînerên mevzu kürtlere û nocontextkurd in. Dema wî temaşe dikim tenê cringe dibim. Ji ber wê bûye kengê ve min ew temaşe nekiriye. Bi kurtasî çi fêdeya wî heye çi jî xirabiya wî.



06.12.2020 18:17 | yûsiv

9. Youtuberekî kurd e. Ji xinûsa erziromê ye. Li cade-î kebîr ango "istiklal caddesi" ( kolana serxwebûnê) ya stenbolê vîdeoyan bi kurdî çê dike. Dema ez ne li amedê bûm min gelekî lê temaşe dikir. Lê piştî ku vegeriyam welat zêde bala min nekişand. Ya rast êdî pirs û naveroka bernameyên wî xwe dubare dike. " jinê kurda çawa ne?", " mêrê kurda çawa ne?", " ger tu jin bûna tenê çi bikira?", " ger tu mêr bûna tenê çi bikira?" Û hwd.

Niza ewê vê pêyamê an vê sermijara di derheqê wî de vebûye bixwîne an nexwîne, lê ger van peyaman bibîne bila bizane ku ev rexne an tespît bo pêşxistina mirovî ye. Ne jibo ku wî rezîl bikin an wî ji vî karî dûr bixînin. Berî her tiştî divê ji xwe re pirsên nû bibîne. Navê vîdeoyên xwe û şîroveyên xwe bi kurdî binivîse. Dema bi kesekî re axivî weke trolên tirka wan sabote neke û piştî ji cem wî çûn wan rexne neke. Heya li dûv wan qet xeber nede. Heya ji dest wî hat divê pirsên kurdewarî bike. Ne ku jin û mêra bere hev bide.
Carek di berdêla pirsan de pera bela dikir. Bi min ew kiryara wî xweş bû. Zûgotinoka dipirsî û wêneyê pêşewê kurda nîşan dida.

Ji aliyê şexsî ve camêrek pir bi enerjîk e. Nikare di cihê xwe de bisekine. Tu dibê qey hevrîşk xwariye. Bejna wî gelek kin e. Heya di her firsatê de ew jî henekê xwe bi xwe dike. Ev jî diyar dike ku ji xwe hez dike.

Karê ku ev camêr dike pîroz e. Bi rastî min nizanibû li stenbol ewqas kurdîzan hene. Bi vî awayî min mat hişte. Serkeftinê jê re dixwazim.



06.12.2020 19:35 | tîrêj zana 21

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» jiyan û heşwest
» karagöz u hacivat

Kategoriyên mijarê:: sinema tv komputerprogram sinema tv komputerprogram sinema tv komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî