Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
kurd zazayan asîmîle dikin - tirşik
kurd zazayan asîmîle dikin

Navê mijarê ya ewil ev bû:kürtler zazaları asimile ediyor
(14) (1) (13)
di mijarê de bigere

1. di bin stranên Kirdkî-zazakî de zêde ber wan şîroveyan têm. Xuya ye aliyê zazakîaxifan(!) tê nivîsîn. Çi gotinekî qirêj, genî û kîret e. ew ê ku wan fikrê de ne û fikra xwe jî bi awayekî mafdar dinivîsin, di aliyê din durûyê xwe didin berçavan. Di rastî de çi gû nin em pê fam dikin.

1. tu eleqa wan bi zazakî tune ye.
2. derd û kulê wan ne zazakî ye.
3. bi ser navê zazakî xulamtî dikin
4. heta îro hevokek zazakî nexwendine dibe ku bi tirkî li ser cûdatiya kurd û zaza çend makaleyên propaganda xwendibin.

Temam hadê tu ne Kurd î! Di vê rewşê de tu çawa tê asîmilekirin û dibî Kurd?? Yan qasî serê derzîyê aqil û hişê wan tune ye. Yan jî ker in keretî dikin.



2019.11.28-13:33 | kajav

2. bi qasî ez zanim berî li dêrsimê dimilî zimanê serdest bûye û ji bo kurmancî gotine zimanê avaman. îja were van keran ji vê deriyê derbas ke.

tu dikarî zazayan wekî mileteke din bibînî. tu dikarî bêjî zaza ne kurd in. ev tercîha te ye. lê piraniya kesên ku dibêjin zaza ji hêla kurdan ve têne pişaftin, hema bêje her tim nivîs û gotarên akademîsyenên biyan ku ne bi kurmancî ne jî bi zazakî zanin wekî çavkaniyekî qebûl dikin. ev yek dişibe inyata tirkên ku dibêjin kurdî û farisî heman tişt in. ew jî ne bi tirkî ne bi farisî dizanin lê ji xwe ra xeber didin.



2019.11.28-14:54 | kurê xelkê

3. not: navê mijarê hat kurdîkirin.

îdîayek bêbingeh û xêrnexwaz e. belê zaza di nav kurdan de hinekî asîmîle dibin lê gelek gelek biçûk. zazayê ku zazakî ji bîr kiribe lê bi kurmancî bizane gelek hindik in. lê yên ku zazakî ji bîr kirine û niha tenê bi tirkî dizanin, gelek zêde ne.
jixwe polîtîka û armancek ya kurdan bi vîr rengî tune. berevajî vê yekê hemû kar û xebatên ji bo zazakî, bi hevkarî û alîkarîya saziyên kurdan (em bêjin kurmancan) pêk tê.

ji aliyê din ve hemû kirinên tirkan, tunekirina her cûre zimanan e li tirkiyê. ma tenê kurmancî û zazakî? li tirkîyê tenê ev her du zarava (an jî ziman) mane li ser pîyan, ji xeynî tirkî.



2019.11.28-18:37 | simurg56

4. Ez zaza me lê bi kurdî dizanim yanî kurdan ez asîmîle kirime :(
Yaw heqîqeten biwêja de were vî kerî ji vê buhurî re derbas bike li gorî wan zazayên ku vê Angaşta zikreş bi lêv dikin hatiye gotin.
Kurd zazayan asîmîle nekirine, çimkî dewletekê wek Kurdistan tune ye ava nebûye. Yanî nebirêz ehmeqno ger dewleteke unîter a Kurdistan hebûya û zimanê fermî yê Kurdistanê bi tenê kurmancî bûya û zazakî qedexe bûya me yê bigota belê Kurd zazayan asîmîle dikin. Asîmîlasyon polîtîkayeke sîstematîk a rejîmeke dewletekê ye. Yanî çi nebirêz ehmeq? Yanî ji bo ku li derekê meriv karibe bêje asîmîlasyon heye divê em bibêjin dewletek heye û ew dewlet sîstema asîmîlekirinê wek paradîgmaya xwe pejirandiye û asîmîlasyonê pêk tîne . Ka Kurdistan? Ka zimanê fermî yê kurdî? Ka avaniya kurdî ya unîter?
Neyse hevalno hûn guh nedin wan kesan.



2019.11.28-19:01 ~19:03]| ferhenga şikestî

5. Xeletîya yêkemîn: Kurd û Zaza ji hev cûda nayê nivîsîn. Zazakî zaraveyek ya Kurdî
Xeletîya duyem: Ez bawerim we xwestîye hûn binivîsin "Kurmanc Zazayan asîmîle dikin" Lê ev jî xelet e. Kurmancek wê çawa Zazayekê asîmîle bike? Tişta ku Zazayan asîmîle bike dagirkerî ye. Weke din Zaza bi xwe di nav xwe de bi zimanê xwe xeber nade. Tu eleqeya Kurmanca û asîmîle kirina Zazayan tune ye. Dev ji gotinên beredayî berdin û berê xwe bidin rastîyê. Dagirkerî ne bi tenê Zazayan, hemû Kurdan asîmîle dike



2019.11.28-19:42 | lîfikê firaxê

6. kurd na lê belkî beşeke zazayan di nav kurmancan de asîmîle bûbin. lê ev awayê asîmîleyê jixweber e. dema grubek biçûk di nava grubeke jixwe gelekî mezintir de bimîne bi awayekî xwezayî di nav wan de dihile. çand û zimanê wan digre ku berevajiya vê yekê jî dibe hebe. ango dibe beşeke biçuk ya kurmancan di nav beşeke mezin ya zazayan de asîmîle bibin û bibin zaza, bi zazakî biaxivin û hez ji pîvaza pêşiyan ya ku aniha bi tenê li ser zazayan maye bikin. bo çi nebe ?



2019.11.29-02:07 ~02:22]| hêvî

7. (bnr: zaza kurdê esîl in)



2019.11.29-17:25 | xendekî

8. Ev gotina a Zazayên xwe Tirk dihesibînin e.Jixwe Zaza Kurd in.Di dîrokê de navê Zazaya tune ne çûnkî ji wan re gotine Kurd.Eslê xwe belkî ne kurd bin lê Zaza hezaran sala di nav kurdan de cih girtine.Asîmîlasyona Zazayan 3 hezar sal ewil çê bûye.Lê ev asîmîlasyon tenê navê wan guhirandîye.Zimanê wan winda nekirîye.Îro kesên wiha dibêjin dijminê yekbûna Kurda nin.Ango îro Zazayek rabe bibêje ez Kurd nîn im bêwate ye.Zaza hezaran sal ewil bûne Kurd !! Em yek in em Kurd in !!



2019.11.29-17:51 ~17:52]| mêrxasê serhedê

9. Divê di serî de ji wan kesên werê difikire bê gotin ku kurd ne kurmanc bi tenê ye! Kurd kurmanc e, zaza ye, soran e, goran e! Hey bêaqil tu bi aqilê kê diaxifî û vî tiştê pûç û vala dibêjî?



2019.11.30-08:58 | xabûrî

10. jixwe zaza jî kurdin. lê em bêjin kurmanc zazayan asîmîle dikin! ka xêra kurmancan ji xwe re tune îja yê zazayan asîmîle bikin. ne meseleyeke hêjayî niqaşên dirêj e. yek ji meseleyeke tiştên ku dilê mirov ji jiyanê sar dikin e.



2019.11.30-12:55 ~12:56]| nazim tolhildan

11. (bnr: tu ji kumê min ra bibêje)



2019.11.30-16:22 | mirovekirind

12. Îro fêr bûm Dimilî tê wateya zaza lê piraniya dimiliyan bi kurmancî dipeyivin. heke wisa be gelek kurmanc hene ku eslê wan zaza ye. mînak eslê me ji hêla çiyayê mazî ne û ji gundên wan dibêjin gundê dimilî. Gor rivayet di salên 1700yan de ji gencê( çewlik) ji ber şer hatine çiyayê mazî lê dîsa jî rehet nesekinîne û bi eşîretên derdor şer kirine. yanî îro yên jixwe dibêjin dimilî piranî kurmancî dipeyivin û jixwe dibêjin kurmanc. Belkî yên li çewlikê manin hîn bi Zazakî dipeyivin lê yên li amed, mêrdîn, mûş, erzirim hwd.. giş kurmanc bûnin



2019.11.30-19:58 | umed

13. Dive ew mijar beguhertin.
Û dive kurdên hişyar ji muneqeşeyên wisa xwe jê dûr bidin.
Çimkî ger tû di axaftinek wisa de bejî erê jî na jî tû çewtiyekê qebûl dikî.

mijarên wê meseleyê bi wê şeklê bên çêkirin dibe:
(bnr: kurmanc zazayan asîmîle dikin)
(bnr: kurmancî û zazakî yek ziman in ya na)

Ez jî zazakî û kurmancî weke zimanên cûda qebûl dikim.
Lê herdû jî zimanên kurdî ne.



2019.11.30-20:36 ~20:37]| cinorek

dengdanên dawîn (Yên Din..)
heft gûlan gûlek neqetandin [1]
gelo ne gul be jixwe ez tiştek bi navê gûl nizanim ?...
rêvebirên tirk yên pkk ê [1]
Yên ku pkk damezirandine û nav pkk de navdar û xwediyê cîhekî ne. Dura...
selim temo [1]
her carê bilind difire. vê carê jî bi îddiayeke qerase bûye rojeva kur...
bedel boselî [2]
Ji gundê bosela ser zaxo ye, sindî ye. Xebatên wî yên ser dîroka kurda...
tiştên mirov lê ecêbmayî dimîne [1]
ji apo hezkirine. îro min di twitterê de dît çend apocî digotin emê ji...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîaxefî

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî