Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 24 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; normalde
peyamên çepikkirî

112932. peyveke tirkî ye û tê wateya gelemperî an jî bi tevayî. lê kurdên bakur axaftina xwe de vî peyvî wek ku peyveke kurdî be bikar tînin. ez jî yek ji wan im û bi ya min ne gelemperî ne jî bi tevayî şûna normalde digirin. heger wateyeke wê a nêka hebe jî ez nizanim.

*



07.06.2013 13:56 | endazer

112936. normal peyveke fransizî ye ji koka normê tê. wek hûn jî dizanin norm bixwe tê maneya zagonên devkî yanê ji bo qalib, qaîde û pîvanên ku di nava civatê de berbelav bûye...
karanîna vê qalibê jî ji zimanê tirkî tê normal+de.
rasterast beramberî ya vê peyvê di kurmancî de tune ye



08.06.2013 14:50 | simurg56

114893. divÊ meriv ne li rasterast li wergera peyvê bigere yan peyda bike. ger mirov pê maneya peyvê bihese mirov dikare li şûnê bi kurmacî jî dagire.
em dikarin di nava hevokê de lê bigerin.
mînaka ewil
ben normalde çayı sevmem ama çayınız güzel olmuş
ya rastî ez hej ji çayê nakim lê çaya we xweş bûye
kî dikare bêje ev her du hevokên jor ne wek hev in?
mesela rengê fikirînê ye

normalde dün gelmem gerekiyordu ama işim çıktı gelemedim
divêyabû ezê doh bihatama lê karê min çêbû loma nehatim
di hevokên jor de jî hûn dikarin bêjin em di wergerê de kêmasiya peyva normaldeyê hîs dikin?

yanî pirsgrêk ew e ku ji bela zimanê tirkî em xwe carinan bo hindek peyvan mecbûr hîs dikin. em dibêjin gelo di kurdî de ev çi ye... lê yekî ku hîç bi tirkî nizanibe ez bawer im nakeve li dû kêmasiya vê peyvê. çimkî jixwe di nava hevokê de ne wek peyv be jî wek maneyê cihê ewê peyvê heye.

100 sal berê di tirkî de jî ev peyv tunebû. ev peyv ne peyveke jêneger e ku bêî wê nebe. Dîsa dixwazim bêjim wek wergera rasterast beramberî wê nîn e lê di nava hevokê de wek maneyê beramberî wê heye



08.06.2013 14:50 | simurg56