Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 13 peyam
    kurdi online - tirşik
    kurdi online
    (12) (2) (15)
    di mijarê de bigere

    1. li ser youtubeê kanalek e û ji bo fêrbûna zimanê kurdî hatiye vekirin. nêzî 12,1 hezar endamê kanalê hene û heta niha 16 video hatine parvekirin. xwediyê kanalê mamoste mizgîn e. li zanîngeha mêrdînê beş a zimanê kurdî xwendiye û li dibistanê de mamostetî jî dike.

    fikrekî baş e, vî mijarî de tiştekî wilo pêwîst bû. mamoste mizgîn heta min dît zû hêrs dibe ;) ji bilî vê tiştê dikarim bejim jinekî jîr û jêhatî ye.

    kanal ev e: Here lînkê



    2019.11.27-15:49 ~15:59]| kajav

    2. fikreke baş e, tişteke wisa lazim bû.

    Lê nizanim çima xwîna min qet natevize vê hevalê.



    2019.11.27-16:08 | gulêê

    3. Qanaleke gellek bikêrhatiye ji bo fêrbûna kûrdî. Heke ku rewşe aborîya we başe hewce ye ku alîkarîya we qanale bikin ji bo berdewamîya wê.



    2019.11.27-23:23 ~23:24]| tekoser

    4. Karekî baş e lê belê tu dibê qey keçik nû hînî kurdî bûye. Nikarê rast bilêv bikê.

    Kesên wekî min ku behna wan ji bilêvkirinên çewt yên halo re qet fireh nîn in nikarin vîdyoyên keçikê temaşe bikin lê dîsa jî kenala vê keçikê bişopînim bi mebesta piştevaniyê.

    Û hemû xebatên di çarçoveya erk û armanca xizmetkirina zimanê kurdî de dihên kirin silav dikim. Di armancan de serkeftin ji wanan re dixwazim.



    2019.11.28-03:55 | bilbilê dilkul

    5. qanaleke zimanê kurdî bi tirkî vedibêje. Dibe ku ji bo xizmeta zimanê kurdî dixebite ez rêzê lê digrim lê belê jineke xwîntehl e û bêhnteng e û bêterbîye ye. Min xeletiyên wê nivîsandin ew şiroveyên min radikirin. A dawî xeber(çêr) ji min re got û ez asteng kirim. Xeberên wê jê re vedigerînim û nema wê temaşe dikim.



    2019.11.28-07:36 ~2020.06.14 21:42]| xabûrî

    6. Mamosteyekî bi xebatên taybet li ser yoûtûbeyê dersên (vbnr:kurdi) dide.Navê mamoste mizgîn e û mamosteyekî fermî ye.Karekî girîng dike.Lê şopînerên wê hemû kesên necidî ne. Lê emê dîsa jî alîkarî bidinê.



    2019.11.28-12:28 ~12:29]| mêrxasê serhedê

    7. Dawîya vîdeoya vê kanalê de hesabek şîrovê xwe da gotiye di tirşikê de behsa te kirine lê mamosteya delal bersiva xwe bi tirkî daye.



    2019.12.01-01:32 ~01:35]| kajav

    8. qanalekî perwerdeya (bi tirkî) zimanê kurdî ye.Mamoste mizgîn ji bo gelek sedeman dest bi perwerdeyê kiriye.Wan sedeman li vir aniye zimên;
    Ev jî kurte vîdyoyek e li ser twittterê bi xwendekarên xwe re ye ; https://twitter.com/KurdiOnline/status/1184487026349035521











    2020.04.19-00:58 ~01:02]| brzn

    10. qet kêfa min jê re nehat. de ka dersên kurdî tu çima bi tirkî dide? û wek li jor jî gotine bilêvanîna wê nebaş e. "silaw" çiye law! di dest pêkê dibêje silav merheba bi kurdî û paşî tirkî. çawa li artûklû yê mamostetî dikir an dike min wê fêm nekir?



    2020.06.13-23:30 ~23:30]| xwelî li ser

    11. Hûn ji bo kurdî çi kir kû wê qanale rexne dikin. Him dibejin kurden me kurdî nizanin him jî miroven bi tirkî dersen kurdî didin rexne dikin. velle hun nizanin çi dixwazin. kurden me wîlo ne tiştek nakin lê her tim rexne dikin.



    2020.06.14-13:21 | tekoser

    12. derbeke min li vîdyoya wê nerî
    gotina cêwî ; wek cevî xwand
    yanî ka ev kes ew ê çi fêdê bidi me ?

    me ji bo kurdî çikir ?

    -me ji bo kurdî tirşikvanî kir .
    em bi kurdî axivîn ma ne bes ?
    loma mizgîn kurdî rê xelqê dide heke axiverê kurdî neba ew ê kî kurdî fêr biba ?



    2020.06.14-13:50 | shwinsherm

    14. Xeletiyên her kesî hene. Rast e em dibêjin dersan çima bi Kurdî nade. Ma carekî we pê re nanek xwariye, gelo çima bi tirkî dersan dide? , çima çima?
    Hewce nake jî ku bersivê bide hemî kesî jî.
    Ku bi min ba, bila derspn xwe bi Kurdî bidana.
    Lê dîsa jî ji bo dersan û vê cesarêtê ez wê pîroz dikim



    2020.06.14-23:07 | azad517

    16. qenala ku rexneyên beradayî standîye ye. dersên kurdî çawa bi kurdî be? ma mîrov dersên ingilîzî bi îngîlîzî distîne?

    rojenekirin: dersên a1 re dêjim.



    2021.09.24-18:09 ~2021.09.25 15:22]| heval.js

    17. Bersiva vê peyamê kurdi online/136900 : erê min dîtiye û bihîstiye mamosteyên zimanê îngilîzî dersê bi îngilîzî dane.



    2021.09.25-14:40 ~14:40]| xabûrî

    18. Waneyên Kurdî ji bo Kurmancan yan ji bo Kurdaxevan divê Kurdî be û xebera @xabûrî ye min jî dîtîye gelek mamoste ger Ingilîzaxev be bi vî zimanî xwendekarên xwe fêr dike.



    2021.09.25-17:09 | pîroz

    19. kanaleka youtube ye ku nêzîkî 50 hezar aboneyên wê hene û dersên zimanê kurdî dide.

    îsal Li Tirkiyê di Xelatên Medyaya Zêrîn a Navneteweyî de Xelata Herî Baştirîn a Youtubera Perwerdehiyê wergirtiye. Here lînkê serkeftin jê re.

    Here lînkê



    2021.10.25-07:35 ~07:38]| cinorek

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    bi kurdî fikirîn û bi tirkî gotin [1]
    bi hêviya ew fikir tu carî wenda nebe....
    îtîrafên tirşikvanan [2]
    gava tirşikvan hev re reşşik didin ez jî wan re reşşik didim. bila ten...
    heval [5]
    Ji wan henek hene bes ji bo bêjin tu qet min napirsî telefun dikin yan...
    tirşik forûm [1]
    Min li wir nepirsî ku karê min e yan nîn e xwe nezan meke....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kurdish house music
    » online kurdish lessons

    Kategoriyên mijarê:: perwerdehi perwerdehi perwerdehi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî