1. li ser youtubeê kanalek e û ji bo fêrbûna zimanê kurdî hatiye vekirin. nêzî 12,1 hezar endamê kanalê hene û heta niha 16 video hatine parvekirin. xwediyê kanalê mamoste mizgîn e. li zanîngeha mêrdînê beş a zimanê kurdî xwendiye û li dibistanê de mamostetî jî dike. |
|
27.11.2019 15:49 ~15:59 |
kajav
![]() |
2. fikreke baş e, tişteke wisa lazim bû. |
|
27.11.2019 16:08 |
gulêê
![]() |
3. Qanaleke gellek bikêrhatiye ji bo fêrbûna kûrdî. Heke ku rewşe aborîya we başe hewce ye ku alîkarîya we qanale bikin ji bo berdewamîya wê. |
|
27.11.2019 23:23 ~23:24 |
tekoser
![]() |
4. Karekî baş e lê belê tu dibê qey keçik nû hînî kurdî bûye. Nikarê rast bilêv bikê. |
|
28.11.2019 03:55 |
bilbilê dilkul
![]() |
5. qanaleke zimanê kurdî bi tirkî vedibêje. Dibe ku ji bo xizmeta zimanê kurdî dixebite ez rêzê lê digrim lê belê jineke xwîntehl e û bêhnteng e û bêterbîye ye. Min xeletiyên wê nivîsandin ew şiroveyên min radikirin. A dawî xeber(çêr) ji min re got û ez asteng kirim. Xeberên wê jê re vedigerînim û nema wê temaşe dikim. |
|
28.11.2019 07:36 ~2020.06.14 21:42 |
xabûrî
![]() |
6. Mamosteyekî bi xebatên taybet li ser yoûtûbeyê dersên (vbnr:kurdi) dide.Navê mamoste mizgîn e û mamosteyekî fermî ye.Karekî girîng dike.Lê şopînerên wê hemû kesên necidî ne. Lê emê dîsa jî alîkarî bidinê. |
|
28.11.2019 12:28 ~12:29 |
mêrxasê serhedê
![]() |
7. Dawîya vîdeoya vê kanalê de hesabek şîrovê xwe da gotiye di tirşikê de behsa te kirine lê mamosteya delal bersiva xwe bi tirkî daye. |
|
01.12.2019 01:32 ~01:35 |
kajav
![]() |
8. qanalekî perwerdeya (bi tirkî) zimanê kurdî ye.Mamoste mizgîn ji bo gelek sedeman dest bi perwerdeyê kiriye.Wan sedeman li vir aniye zimên; |
|
19.04.2020 00:58 ~01:02 |
brzn
![]() |
9. qet kêfa min jê re nehat. de ka dersên kurdî tu çima bi tirkî dide? û wek li jor jî gotine bilêvanîna wê nebaş e. "silaw" çiye law! di dest pêkê dibêje silav merheba bi kurdî û paşî tirkî. çawa li artûklû yê mamostetî dikir an dike min wê fêm nekir? |
|
13.06.2020 23:30 ~23:30 |
xwelî li ser
![]() |
10. Hûn ji bo kurdî çi kir kû wê qanale rexne dikin. Him dibejin kurden me kurdî nizanin him jî miroven bi tirkî dersen kurdî didin rexne dikin. velle hun nizanin çi dixwazin. kurden me wîlo ne tiştek nakin lê her tim rexne dikin. |
|
14.06.2020 13:21 |
tekoser
![]() |
11. derbeke min li vîdyoya wê nerî |
|
14.06.2020 13:50 |
shwinsherm
![]() |
12. Xeletiyên her kesî hene. Rast e em dibêjin dersan çima bi Kurdî nade. Ma carekî we pê re nanek xwariye, gelo çima bi tirkî dersan dide? , çima çima? |
|
14.06.2020 23:07 |
azad517
![]() |
14. qenala ku rexneyên beradayî standîye ye. dersên kurdî çawa bi kurdî be? ma mîrov dersên ingilîzî bi îngîlîzî distîne? |
|
24.09.2021 18:09 ~2021.09.25 15:22 |
heval.js
![]() |
15. Bersiva vê peyamê kurdi online/136900 : erê min dîtiye û bihîstiye mamosteyên zimanê îngilîzî dersê bi îngilîzî dane. |
|
25.09.2021 14:40 ~14:40 |
xabûrî
![]() |
16. Waneyên Kurdî ji bo Kurmancan yan ji bo Kurdaxevan divê Kurdî be û xebera @xabûrî ye min jî dîtîye gelek mamoste ger Ingilîzaxev be bi vî zimanî xwendekarên xwe fêr dike. |
|
25.09.2021 17:09 |
pîroz
![]() |
17. kanaleka youtube ye ku nêzîkî 50 hezar aboneyên wê hene û dersên zimanê kurdî dide. |
|
25.10.2021 07:35 ~07:38 |
cinorek
![]() |
![]() |
her kurd bûn û her kurd ebîn [2] |
![]() |
bikaranîna kî û kê [9] |
![]() |
modern talking [1] |
![]() |
delav [1] |
![]() |
çaya li ber kompûterê [1] |