Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    10 mijar û 10 peyam
    casio f-91w - tirşik
    casio f-91w
    (0) (0) (0)
    di mijarê de bigere

    1. Modeleke ji saetên casioyê ye.ez bi xwe jî vê saetê bikartînim.pirr pratîk û sade ye.profîla bikarhêrên wê bala meriv dikşîne.gerîlla, leşker, usame bîn ladîn..
    (bnr: ya herî baş ew e ku wext nîşan dide)



    2019.11.26-17:38 ~18:07]| bayesar

    2. modelek qedîm e. dema biçûk bûm, xeyala min bû ev saet. min gelek li ber xwe da û ji kevnefiroşekî yekî kevin û şikestî peyda kir. jê re qayîşek dît û bi zemqê pê ve danî. min gelek jê hez dikir.
    te dît hingî kevin dibe, qayîşên wan êdî hişk dibû û hêdî hêdî ji kêlekên xwe diqelişîya. vêca ji ber wê, kengî ez diçûm hemamê, min saeta xwe diavêt nav ava germ. heta min serê xwe dişûşt, ew jî nav ava germ de nerm dibû, dibû wek hêvrîşimê. bi rastî jî bi vî awayî qayîşa wê qet neqelişîyabû.

    niha ez saet bi kar naynim lê ger bi kar bînim, ez ê dîsa wê bistînim.



    2019.11.26-18:05 | simurg56

    3. Saeta min î yekem e. Rojêkî apê min saetek anîbû. ez û kurmeta min di temenê hev de bûn. Apê min gazî me kir. Gote ez ê çend pirsên matematîkê ji we bikim, kî bizane ez ê saetê bidim wî. Saet bû ya min. * û niha matematîka min qet tune ye. Bawerke min tevî li wir bo saetê xerç kir! *



    2019.11.26-22:47 ~22:47]| xwelî li ser

    4. bawer dikim saetek welatparêz e *



    2019.11.26-23:30 | brusk56

    5. Saeta ku bona ez biçim ber golika apê min ji min re kiribû (way li min 14 sal berê)



    2019.11.26-23:46 | seryasêdilşûşe

    6. Modeleke markaya casio ye ku demjimêrçêkerek efsaneye. Ev model demjimêr dema ket piyasê gelek populer bû hê jî tê firotin. Bawerim niha yên temenê wan di navbera 20î heya bi 40î heyala wan ya zarokatiyê bû ku yek ji van demjimêran bixe destê xwe.

    Demjimêr bikaranîna wê gelek rehet bû û alternatîfên weke alarm, salname, kronometre, ronahî û ji vana hemûyan girîngtir pihêtbûna li hember avê. Yanê avê derbasî hundirê xwe nedikir. Tê zanîn wê demê demjimêrên erzan pir dandîk bûn û mirov newêribû tevî demjimêrê destê xwe bişûştana. Hama ku av derbasî bin cama wê dibû û di hûndirê wê de dibû dûxan.

    Dema ez 8 salî bûm bavê min çû hecê û di vegerê de ji min û birayê minî mezin re ji van saetan yek anîbû. De hingê ji kêfa min nizanibû ezê çi bikim. Di razanê de, di serşûştinê de tu carî min ji destê xwe dernedixist. Hama gavê saetê pêl wê bişkoka wê ya ronahiyê dikir û li demjimêrê dinihêrt. Min di jiyana xwe de ewqas ji tiştekî hez nekiribû. Bi qasî 5 salan ew demjimêr bi min re ma. Gava ku ez çûm medreseyê yekî bextikê xwe reş kir û kelecana min, hezkiriya min, canê min, rihê min ji min dizî û bir. Tu carî ez hîn nebûm bê ka kî dizî. Ji behca çavê min tije rondik dibûn û hew mabû ez ji dîn derketama. Law ma li mala xwudê û xwendekarê ilm û dîn çawa karibû destikê xwe bişkîne û xewn û xeyala min û bi serde yadîgara bavê min ya hecê ji min bidize!? Wê rojê min dinyayê nas kir ku çiqas bi êş û elem e....


    Piştî 11 salan ez li vê mijarê rast hatim û dîsa wê roja reş û zilûmat hate bîra min. Helbet demjimêra min ya şêrîn û nazenîn jî. ..



    lêzêdekirin: min wêneyê demjimêrê li capsan barkiribû ku li vê derê nîşan bidim lê ku ew demjimêra min hat bîra min, ji bîra min çû ku wêneyê biweşînim:



    2022.01.26-14:40 ~15:10]| tîrêj zana 21

    7. 17-18 sal berê, Dema ku min ji bo azmûna zanîngehê re amade dikir ev yeka li min û hemû hevalên min hebû.
    (bnr: tiştên ku nifşa z nizane)



    2022.01.27-05:41 | cinorek

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (yên din..)
    ciwan haco li ser wê mijarê çi digot [1]
    Sozê te çi erzan in Gotinên te çi delal in...
    kesên di jiyana xwe de pirtûkeke bi kurdî nexwendine [1]
    Ên kurd, mirov dikare bêje kurdên nezan in. Dibistan nedîtine. Nikarin...
    ciwan haco li ser wê mijarê çi digot [1]
    cotê memka wê da min....
    ciwan haco li ser wê mijarê çi digot [1]
    Çi dinyake pûç û vala....
    strana ciwan haco ya herî xweş [1]
    kes nizane kîjan e. li gor rewşa mirov ya derûnî, diguhere.
    vêg...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » casio f-91w

    Kategoriyên mijarê:: marka teknoloji marka teknoloji marka teknoloji
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî